Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...
Pazartesi - 1 Temmuz 2024

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Çarenûsa hevpar a Mesûd û Receb

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Wisa xuya dibe, êdî Mesûd Barzanî û Recep Erdogan, çarenûsa xwe/qedera xwe bi tevayî spartine hev û niha ev oxira wan a xerabkar di qonaxa dawî ya hilweşandinê de ye.

Nîşana vê qonaxa wan çawa tê dîtin û tê zanîn?

Hema pêşî di hilwesata fermandarê wan DYA’yê de hinek nîşanên balkêş û cudatir ji yên berê tên xuyakirin.

Ji ber ku ev herdu kes an jî ev herdu kabira, li ser plan û projeya DYA’yê kar û xebatê didin birêvebirin. Lewma bêyî destûra DYA’yê nikarin ti gavên girîng bavêjin.

Temenê vê nokeriya van kesan gelek dirêj kişand; temenê xulamtiya Recep Erdogaan 20 sal derbas kir, temenê Mesûd Barzanî hîn zêdetir e.

Li gorî nêrîn û şîroveyên pir kesan, êdî desthilatiya van kesan a li Kurdistanê û li herêmê lawaz bûye, lewma hez dikin li şûna wan hinek kesên nû û teze erkdar-peywirdar bikin.

Nîşanên herî berbiçav ên şênber; li cihê Mesûd bi serokatiya Bafel Talabanî YNKê, li cihê Receb jî bi serokatiya Ozgur Ozel CHP’ê erkdar bike û êdî projeyên xwe bi rêya van kesan bide meşandin.

Weke tê zanîn, li vê herêmê, stratejiya bingehîn a DYA’yê û hevelbendên wê dewletîn rojavayî, ruxandina rejîma Îranê ye. Û bi vêya ve girêdayî, rê li ber pêşketina Çînê û Rûsyayê bigre.

Ji bo vê stratejiyê pêkbînin, giraniya Recep Erdogan û ya Mesûd Barzanî, ne li ser gel ne jî li ser hêzên wan ê taybetî ku bi wan ve girêdayî jî nema ye an jî pir lawaz bûye.

Wateya wê, êdî bi vê lawaziya xwe, nikarin ne hêzên xwe yên taybetî ne jî yên giştî gel, li dijî Îran bixin şer. Jixwe li ser sînorê Îranê; hem aliyê Başûr û hem aliyê Rojhilat giranî di bin bandora YNK’ê (û ê PKK’ê) de ne û ji bo stratejiya wan a dijî Îranê hîn bi kêrhatî ne.

Her wiha têkiliyên navbera YNK’ê û PKK’ê jî, baştirin ji yên navbera PDK’ê û PKK’ê.

Herî kêm wê bixwazin ji van têkiliyên erênî yên navbera YNK’ê û PKK’ê sûd werbigrin.

Li aliyê din mirov bala xwe dide helwest û têkiliyên navbera DYA’yê û Recep Erdogan jî baş nameşe, her diçe lawaztir dibe.

Heta tê gotin ku ji bo hilbijartinên giştî yên 2023’yan piştgirî/destûr dabûn Kemal Kiliçdaroglu, lê jiber Kemal Kiliçdaroglû ne kêrhatî bû û şerê Ukraynayê jî derket holê, dîsa bi Recep ê xwe pêvajo dan meşandin.

Lê nuha wisa diyar dibe ku Receb jî êdî nikare bibe bersîv ji bo vê pêvajoya şerê cîhanê 3yan.

Erê R.Erdogan, dîsa hewl dide ji bo dîsa xwe bi DYA’yê û hevalbendê wê ve bide razî kirin.

Weke mînak çû Bexdayê, hinek hevpeymanên çarqolî li gel Iraqê, Qeter û Miregtiyên Ereban îmze kir. Paşê derbasî Erbîlê bû li gel Mesûd, Mesrûr û Nêçir jî rûnişt. Lê bi taybetî hevdîtin û rûniştina wî ya li gel rêveberên Tirkmenan bal kişand ser xwe.

Jixwe dema ku wê ji Bexdayê biçûya Erbîlê got: “Ez ê biçim li gel Tirkmenan bi axivim”. Qet gotina kurdan ji devê wî derneket. Ev jî şermek mezin e ji bo Mesûd û kur/birazê wî-lê ev bi serê xwe mijara goterek din e!

Di heman rojan de gera Serokomarê Almanyayê Steinmeir ê li Tirkiyeyê jî balkêş bû.

Di roja 22.4.2024’an ku R.Erdogan diçe Bexdayê, Steinmeir jî diçe Stenbolê. Bi vî awayî prosedura diplomasiya navdewletî hat binpêkirin û pêşawazî, ne di asta serokdewletê hevsengê wî/hunkûfê wî de pêkhat, belê di astek biçûk de pêkhat û walî/parêzgarê Stenbolê ew pêşewazî kir.

Li pey vê sosretê, êdî rola Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû derket pêş û bi giranî Steinmeir û Îmamoglû, rojekê bi hev re geriyan. Her wiha roja geryanê ya dawî, piştî hevdîtina R.Erdogan, li gel Serokê CHPê Ozgur Ozel jî rûnişt.

Ji vir jî diyar dibe ku li rex DYA’yê dewletên rojavayî jî wê bêhtir giraniyê bidin xweşkirina têkiliyan li gel CHPê û dibe ku Almanya pêşengiyê ji vê siyaseta nû re bike.

Di nûçeyên nuha yên çapemeniyê de tê gotin ku çûyîna R.Erdogan a DYA’yê hat rawestandin û hevdîtina Receb û Biden pêk nayê!

Weke ku ji van mînakan jî tê dîtin, têkiliyên navbera DYA’yê û R.Erdogan û Mesûd Barzanî gelek lawaz bûne. Her wiha têkilliyên navbera Recep û Mesûd jî sar bûne.

Bêguman, serneketina desthilatiya Recep û Mesûd bi bingehîn, di pêşengiya felsefe û berxwedana Rêber APO de, bi tevayî encamê têkoşîna Tevgera Azadiyê û gelê Kurdistanê yê. Hilbet divê neyê jibîr kirin vê carê dostên gelê Kurdistanê, ji berê bêhtir destekê pêşkêş dikin.

Lê dîsa jî weke ku ji bêçareyiyê û jiber ku çarenûsa wan jî hevpar e û ji yek kaniyê avê vedixwun, bi hevdure dimeşin û ji bo xwe bi fermandarê xwe yê jor bidin razîkirin û temenê desthilatiyên xwe dirê bikin hewl didin.

Belê, wisa diyar e ku ev hewldana wan bê encam dimîne û desthilatiya van xulam û nokeran hildiweşe!

Nûçeyên Têkildar