Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li dijî tundî û kuştinên jinan ên li çar aliyê cîhanê gelek caran hişyarî da û nirxandin, tespît û çareseriyên alternatîf ku ji bo jinan peşkir tenê ne ji bo jinên kurd ji bo hemû jinên cîhanê dibe rênîşander. Gotin ango felsefeya, “Jin jiyan azadî” ya Abdullah Ocalan îro li tevahiya cîhanê deng vedaye û ketiye rojeva jinan. Me bi rasthatina 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan nirxandin û pêşniyazên Abdullah Ocalan ên ji bo li dijî polîtîkayên qirkirina jinan berhev kir.
sedsala jinan û ev teza wî îro li seranserî cîhanê belav bûye. Tespîta Ocalan a sedsala 21’emîn wiha ye: “Sedsala 19’emîn çawa ku bûye sedsala partiyên burjuva, sedsala 20’emîn çawa ku bûye sedsala xwe dispêre kedê, dê sedsala 21’emîn jî bibe sedsala jinan a partîbûnê. Divê jin xwe di warê azadî, aştî û demokrasiyê de li pêş bixin. Jin hêza herî xurt a pêşvebirina çand û hunerê ye.”
Ocalan di hevdîtinek sala 2001’an de ku li Girtîgeha Îmraliyê bi parêzerên xwe re pêk anîbû pêşniyaza “Peymana Civakî ya Jinan” kiribû û destnîşan kiribû ku ev tenê ne ji bo jinên kurd û tirk, ev ji bo hemû jinên cîhanê girîng e û divê tevgera jinan xwe bi tevgera hawirdorê re bike yek.
Xweparastin
Abdullah Ocalan di piraniya hevdîtinên xwe yên salên 2009’an û 2010’an de ku tundî û qetilkirina jinan zêde bûbûn bal kişandibû ser girîngiya xweparastinê û gotibû: “Ez rasterast bi feraseta namûsê nêz nabim. Ez behsa vê yekê dikim ku jin di warê mêjî, ruh û bedenê xwe biparêz e. Her kes dikare parastina xwe ya rewa bike. Min têgeha xweparastinê ji bo vê yekê li pêş xist. Min qala vê yekê kiribû her komek, jin û bi taybetî jin divê xwe biparêzin. Min gotibû ku divê jin xwe biparêzin. Divê her kes bizanibe ku xwe bi hişmendî û îradeya xwe biparêze. Balkêş e, divê yên xwe biparêzin jî lê ez neçar dimînin wan diparêzim. Her kom, her kes li cihê lê dimîne dikare xwe biparêze. Jin bi hişmendiya xwe ya xweser û bi îradeya xwe ya xurt dikarin xwe biparêzin. Namûs teqez ne zayendîtî nîne. Namûs hişmendiya heqî û îradeya xurt e. Xwedî li xwe, ruh û bedena xwe derkevin.”
‘Jiyana bêjin nabe’
Abdullah Ocalan di hevdîtina 18’ê adara 2013’an de destnîşan kiribû ku divê jin azad bibin û wiha gotibû: “Li Rojhilata Navîn jin neçarin xwe bi hêz bikin. Divê hûn xwe azad bikin. Jin dema li hundirê malê dimîne, dibe köle. Di hin zilaman de serjinikîbûn heye. Divê azadîxwaziya jinan hebe. Ez teşedayîna jinan wek bêehlaqî dibînim. Divê ‘xwedayê’ jinan hebe. ‘Xweda’ xwe bi xwe, xwe diwelidîne. Jina azad wek rojê hiltê. Peyvên jin û jiyan gelek watedar in. Jin bi qudret in, divê bibin xwedî azadî û biryarê. Jin Jin bûnawerek bi nirx e. Ji bo vê yekê peyvên jin-jiyan girîng in. Jinên xwedî biryarên xwe biafirînin. Divê malên jiyana azad ên jinan hebin, avahiyên wan hebin. Divê mkeanên ku li ser jiyanê biryar bên dayîn hebin. Lêgerîna jina azad bikin bingeha xebatên xwe. Ez dîsa dûbare dikim, bêjin jiyan nabe. Xwe bi hêvî bikin, kedê bidin. Bi bawerî bikin. Xebata li ser bingeha jinan girîng e.”
‘Baweriya xwe bi zilaman neynin’
Abdullah Ocalan di hevdîtina 3’yê nîsana 2013’an de ya bi Şandeya Îmraliyê re kiribû wiha axivibû: “Bêjin jiyan nabe, lê bi jina heyî re jî jiyan nabe. Dibêjin, ‘tu ya min î ya jî ya axê’. Dibêjin ‘bila dar li ser serê te be, zarok ji zikê xwe kêm neke’. Vaye çandek wiha gelek xeternak heye. Xebatên jinan gelek girîng in. Min berê gotibû navendên jin û jiyanê vekin. Em dikarin bêjin kolektîfa jinan. Divê aborî û parvekirina civakî ya jinan hebe. Baweriya xwe bi zilaman neyînin. Tişta ku zilam ji jinan fêm dikin, ‘hilde yekî û bireve’ ye. Jinbûn tiştek bêhempa ye. Ez nabêjim bila malbat tune bin. Di pirtûka min a ‘Kuştina Mêrantiyê’ de baş tê fêmkirin. Ji gotina min a hevberdan bêdawî şaş fêm nekin. Bi jinan re dikare bi awayek bêhempa jiyan bê jiyîn. Ev ne xelet in. Dogmatîka mêrantiyê hilweşînin. Mesele ne welidandina zarok e, xwedîkirin-mezinkirina zarok e. Dema sê çar jin hatin ba hev çareseriyan hilberînin. Zilam xwe dikin xwedê. Hûn jî ji jinbûna xwe bawer bin.”
‘Ji şer wêdetir e’
Abdullah Ocalan di hevdîtina 7’ê sibata 2014’an a bi Şandeya Îmraliyê re têkildarî qetilkirin ango komkujiyên jinan wiha gotibû: “Her roj bi dehan jin tên kuştin. Ev mirin ji mirinên di şer de zêdetir û girantir in. Ev meseleya ewlehiya dewletê ye. Bi jinan re bi awayek bêhempa dikare bê jiyîn, lê jin îro di rewşek reben de ye. Meseleya zarokên biçûk ku dikin bûk. Tiştek pir bi êş e. Dema bigirî dibe hevjîn, dema tecawiz bikî dibe leş. Paşê wê çawa li rûyê wê bê bihêrîn? Şoreşek ku jinan azad neke, ew ne şoreş e.”
Sedsala jinan
Abdullah Ocalan di hevdîtinên xwe ya 29’ê mijdara 2014’an de jî diyar kiribû li dewletek-welatek ku ewqas jin bên kuştin, ew nabe endamê wê dewletê û got: “Çareserî wekheviya jinan e, hiqûqa azadiya jinan e û bi vî awayî azadî pêkan e. Hiqûqa jinan, hiqûqa azadiyê ji bo min esastir e.”
Ocalan di hevdîtinên xwe yên cuda yên li gel parêzeran jî wiha gotibû: “Divê jin ji bo azad bibin Bîrdoziya Rizgariya Jinê kûr bikin. Divê bi awayê hêza bîrdozî hebin. Ez ê her bi hevrêyên xwe yên jin re bim. Cîhanek azad ku bê qezenckirin heye, jiyanek azad ku bê qezenckirin heye. Bîrdoziya sedsala 21’emîn sedsala azadiya jinan e. Rêya rizgariyê azadî ye.”