Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Çareserî di beyannameya Rêveberiya Xweser de ye’

Endamên saziyên sivîl ên gundewarên rojhilatê Dêrazorê diyar kir ku çareseriya aloziya Sûriyeyê di beyannameya Rêveberiya Xweser de ye û got divê her kes piştgiriya wê bike.

Rêveberiya Xweser di 18’ê Nîsana borî de ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê beyannameyek pêşkêş kir. Beyanname ji 9 bendên sereke yên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê pêk tê.

Hevserokê Meclisa Herêma Rojhilat a bajarokê Hecînê Mehmûd El Mizgar anî ziman ku beyannameya çareseriyê ya Rêveberiya Xweser, xwedî girîngeiyeke mezin e û got: “Beyanname li gorî berjewendiyên siyasî û fikrî yê tevahî sûriyeyiyan e. Beyanname modela herî guncaw a jiyana hevbeş û yekitiya gelan e, her wiha mafên tevahî sûriyeyiyan mîsoger dike. Di beyannameyê de banga pirrengî, nenavendîbûnê tê kirin ku li dijî berjewendiyên dewletên derve ye.”

El Mizgar bang li hikumeta Şamê û tevahî sûriyeyiyan kir ku ji bo bidawîkirina şerê navxweyî li ser maseya diyalogê rûnin û qedera xwe bêyî destwerdana derve diyar bikin.

Mehmûd El Mizgar anî ziman ku pêwîstiya aloziya welat bi vê beyannameyê heye û got: “Em bi hêvî ne qonaxa bê bibe qonaxa diyalogan. Her wiha hêvî dikin ku piştgiriya vê beyannameyê bê kirin da ku dawî li aloziyê were û guhertinên baş li Sûriyeyê pêk werin.”

Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya gundewarên rojhilat ê Dêrazorê Yehya El Elî jî got divê hikumeta Şamê li şûna ku armancên dewletên din pêk bîne, gelê xwe li gorî beyannameya Rêveberiya Xweser hembêz bike.

El Elî destnîşan kir ku beyanname ji bo berjewendiyên tevahî pêkhateyên Sûriyeyê ye û wiha dom da axaftina xwe: “Em hêvî dikin ku ev beyanname bi ser bikeve da ku gel ji aloziya zêdetirî 12 salan  ve dewam dike, xilas bike.”

El Elî anî ziman ku ji bilî modela Rêveberiya Xweser tu çareserî ji aloziya Sûriyeyê re tune ne û got: “Em sûriyeyî ne girêdayî tu aliyên derve ne. Me gelek model û fikr bi şêweyên xwe yên desthilatdarî, baasî, terorî û tundraw dîtin, lê me dît ku ji bilî Rêveberiya Xweser tu çareserî ji aloziya Sûriyeyê re tune ne.”

Yehya El Elî bang li tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku projeya Rêveberiya Xweser pêk bînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em piştgiriyê didin tevahî hewldanên ku bikarin aloziya welat çareser bikin û edaletê pêk bînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar