Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Pazartesi - 25 Kasım 2024

‘Çareseriya esas avakirina komînan e’

Li gundê Pinar Huyukê 90 xanî hilweşiyan, kesên ji erdhejê rizgar bûne jî bîranîna dîrokî ya 7 hezar û 500 salan nû dikin û jiyaneke komînal avadikin.  

Di nava 20 rojên erdhejê de tenê hewldaneke rayedaran hebû ew jî ji holê rakirina kavilan bû. Li cihên navendî hîn kon hatin vedan û piştre jî mizgîniya “avahiyên nû” yên ku dê bên çêkirin dan. Rayedarên ku negihiştin gundan, ew ji qedera xwe re hiştin. Tevî hemû wêranî û mirinan mexdûrên erdhejê bi navendên koordînasyona erdhejê yên ji aliyê saziyên sivîl ên demokratîk ve hatine avakirin, alîkariyên ji derve û dildarên ku derî bi derî diçin, hewl didin birînên xwe bipêçin.

Gundê Pinar Huyuk a navçeya Kurdogolî ya Mereşê kurdên elewî dijîn. Li gundê 103 xaniyan 90 xanî ji ber erdhejê hilweşiyan, 9 kes di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dan. Li gundê ku navenda erdhejê ye gelek caran erdhej çêdibin.

Li herêma ku xwedî rabirdûya dîrokî ya nêzî 7 hezar û 500 salî ye çanda jiyana komînal zindî dibe. Gundiyên ku malên wan ji ber erdhejê hilweşiyan, li baxçeyê Mala Çand û Civakî ya ku di sala 2012’yan de ava kiribûn jiyana xwe berdewam dikin. Avahiya Mala Çand û Civakî ji ber erdhejê piranî hilweşiya. Gundiyên ku baxçeyê vê derê dikin cihê kombûnê, li vir alîkariya hevdû dikin.

‘Bi alîkariya dildaran li ser piyan e’

Şêniyên gund bi naylon û betaniyeyên li bexçeyê kon vedan û ji xwe re qada jiyanê ava kirin. Bi israr 4 kon ji AFAD’ê wergirtine. Li vir qadên xwarin û vexwarinê ji hevdu hatiye veqedandin. Ji bo xwe ji sermayê biparêzin sobe hatine danîn. Xwarin hevpar tên çêkirin.

Di her konekî de du malbatan dijîn. Gundiyên ku ji ber kêmbûna kon gazincan dikin diyar dikin ku bêyî ku ji rayedaran tiştekî hêvî bikin bi saya alîkariya dildaran li piyan mane. Şêniyên gund, anî ziman ku ev 20 roj in tiştek ji dewletê nayê, li vir tenê piştevanî û alîkariya gel heye.

Hatîce Serîn li vir dijî diyar kir ku 4 rojan di nav konên ku bi xwe avakirine de mane û piştî israr kirinê ji AFAD’ê kon girtine. Lê niha di kon de ceyran nîne.

Zubeyde Bal jî mexdûra erdhejê ye û da zanîn ku hejînê wê û zarok bi tevahî 8 kes di konekî de dimînin. Zubeyde daxuyand ku heta niha alîkariyek ji dewletê nehatiye û bi piştevaniyê jiyana xwe didomînin.

‘Jiyana komunal tê avakirin’

Li gundê ku wêranbûyî kavil li kolanan li benda rakirinê ye. Tê xuyakirin ku li gelek cihan jî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê nehatiye kirin. Li hemberî van hemû kêmasiyan mexdûrên erdhejê yên li gund bi hêza xwe û bi ruhê hevgirtina komunal jiyana xwe ya nû ava dikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar