PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

‘Çareseriya hemû pirgirêkan bi paradîgmaya Rêber Ocalan pêkan e’

Parêzer Aynûr Paşa diyar kir ku gelên cihanê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dixwazin û anî ziman ku pirsgirêka kurd û Rojhilata Navîn wê bi paradîgmaya Abdullah Ocalan çareser bibe.

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi komploya navdewletî ya 15’ê Sibata 1999’an dîl hate girtin û 25 sal in li êşkencexaneya Îmraliyê tê ragirtin. Ev 3 sal in bi tu awayî agahî Rêber Apo nayê girtin. Di sala 2023’yan de 110 serlêdanên parêzeran û 29 serlêdanên malbatê, bi giştî 169 serdan li Midûriyeta Saziya Ceza û Înfazê ya Îmraliyê û Serdozgeriya Komara Bûrsayê hatin kirin, lê hemû jî bêbersiv man. Endama “Înîsiyatîfa Parêzerên Sûriye ya Ocalan Biparêze” parêzer Aynûr Paşa têkildarî tecrîda li ser Rêber Apo axivî.

Prz. Aynûr Paşa diyar kir ku ew meha Sibatê weke rojeke reş dinirxînin û wiha got: “Hat xwestin ku hêviya kurdan û gelên Rojhilata Navîn bê tunekirin. Di vê mehê de Abdullah Ocalan dîl hate girtin û radestî Tirkiyeyê hat kirin. Komployeke navneteweyî pêk hat. Em vê rojê bi xemgînî pêşwazî dikin û şermezar dikin. Ji ber ku Abdullah Ocalan bi şexsî nehat hedefgirtin. Ev komployek bû ku li dijî hêviyên gelan pêk hat.”

Aynûr Paşa bi bîr xist ku nêzî 3 sal in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û wiha domand: “Ji sala 2021’an û vir ve destûra hevdîtina bi malbat û parêzeran ji Rêber Ocalan re nayê dayîn. Ji bo her mirovek girtî bi peymanên navneteweyî sala 1955’an biryar hatine dayîn. Ev biryar ji bo parastina mafên girtî ne. Dîsa mafê her girtiyekî heye ku bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Lê dema mirov sîstema Îmraliyê ya heyî dinirxîne, ev yek ji bo Abdullah Ocalan nederbasdar hatiye kirin.”

Îmraliyê ji sîstemeke hucreya yekkesî pêk tê

Aynûr diyar kir ku ew ji rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fikar in û wiha pêde çû: “Di vê pêvajoya dawî de bi taybetî piştî erdhejên li Herêma Ege û Marmarayê çêbûne, agahiyek ji Abdullah Ocalan û girtiyên pê re nehat wergirtin. Ev rewş di aliyê hiqûqî de tê wateya binpêkirina mafên girtiyan. Tirkiye dewletek e ku Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê îmze kiriye ye. Tevî serlêdanên parêzeran jî tu bersiv nayê dayîn, tê gotin ku cezayê disîplînê heye. Gelo ev cezayê disiplînê çi ye? Li gorî qanûnên navneteweyî eger girtî zirarê bide girtiyên li cem xwe, cezayê disîplînê tê dayîn û ev ceza ji 15 rojan derbas nake. Girtîgeha Îmraliyê ji sîstemeke hucreya yekkesî pêk tê. Li gorî qanûnên navneteweyî eger girtiyek di hucreya yekkesî de bê girtin, ev yek binpêkirina mafên mirovan e. Tevî ku parêzer îtîrazê vê rewşê dikin jî, bersiveke erênî nayê dayîn. Êşkence sûc e, yê ku êşkenceyê pêk tîne li gorî qanûnên dewletan divê bê darizandin.”

Piştî 25 salan rewşa girtiyan di ber çavan de tê derbaskirin

Di berdewamiya axaftina xwe de Aynûr Paşa ragihand ku cezayê muebedê yê girankirî ne li gorî mafên mirovan e û got: “Her dewletek cezayê muebedê yê girtîgehê li gorî qanûnên xwe pêk tîne. Mînak li gorî Sûriyeyê rewşa girtiyekî ku 25 salên wî/ê temam bibe, rewşa wan li berçavan tê derbaskirin. Tirkiye jî endamê Peymana Mafên Mirovan a Ewropa ye. Ev endamtî jî tê wê wateyê ku divê li gorî biryarên DMME’yê tev bigere. Divê Birêz Ocalan ji mafê hêviyê sûd werbigire ku temenê wî ji 74’ê zêdetir e û 25 sal in li girtîgehê tê ragirtin. Tecrîdê dirêjtir dikin. Niha şert û mercên girtîgehê jî nayê zanîn.”

Aynûr Paşa diyar kir ku divê welatên Ewropayê serdana îltîcayê ya Abdullah Ocalan qebûl kiriban û ev tişt got: “Raporên ku CPT nivîsandine, ji aliyê Tirkiyeyê ve nayên eşkerekirin. Ti zexteke CPT’ê ya têkildarî vê yekê nayê dîtin. Heta niha divê CPT daxuyaniyek daba, lê dengê xwe jî dernaxîne.”

Aynûr Paşa anî ziman ku Kurdistaniyên li her çar parçeyên Kurdistanê divê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bibin yek û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ji gelê kurd re wê bibe hêzeke mezin. Pirsgirêka kurd û Rojhilata Navîn wê bi paradîgmaya Birêz Ocalan pêk were.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar