PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

‘Çareseriya herî bi bandor rêxistinbûna jinan e’

Endama Piştevaniya Mor Pelîn Songul Çîçek ligel zêdebûna kuştinên jinan, parastina kujeran, astengiyên li pêş têkoşîna jinan bi bîr xist û got ku çareseriya herî bi bandor a li dijî tundiyê rêxistinbûna jinan e

Li gorî daneyên Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) di meha gulana 2019’an de 37 jin, 14 zarok hatine qetilkirin û 28 jin jî rastî şîdeta mêrên nêzî xwe hatine. 27 zarok jî rastî îstîsmara zayendî hatine. Dadgehan dîsa ji bo mêrên ku şîdet û îstîsmar pêk anîn ji rewşa baş ceza daxist. Di meha hezîranê de jî 40 jin hatin qetilkirin, 26 jin jî ji aliyên xizmên xwe ve hatin qetikirin.

Ji Piştevaniya Mor Pelîn Songul Çîçek balkişand ser kuştinên jinan ên salên dawî û sedema vê jî polîtîkayên dewletê nîşan da.

Çîçek diyar kir ku gelek kuştinên jinan ji ber ne zelal e di îstatîskan de nayên dîtin û wiha got: “Şîdeta li ser jinan berhema zîhniyeta mêr e, hewl tê dayîn wek îspata baviksalariya civakî bê nîşandan. Bêguman ev rasterast bi polîtîkayên serdestan ve girêdayî ye. Ji ber her kes dizane ku êdî dikare pêşî li kuştinên jinan bê girtin. Li dijî vê serhildan jî çêdibin. Bi zanebûn pêşî li vê nayê girtin. Berovajî vê rewşê aloztir dikin. Desthilatdarî mixabin zextên li ser jinan di rewşên krîzê de zêdetir dike.”

Her wiha Çîçek anî ziman ku bandora herî mezin a pêşî li kuştinên jinan bigire rêxistinbûna jinan e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê rêxistinbûna jinan bê zêdekirin. Divê mafên destûra bingehîn a jinan bê zêdekirin. Yên heyî bê parastin. Divê şopdarê peymanên Stenbol û 6284 bin. Divê jin li dijî her cureyê şîdetê piştevaniyê mezin bikin.” EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar