Li Sûriyeyê di Adara 2011’an dest serhildanê dest pê kirin. Bi destwerdana hêzên navneteweyî ev çalakiyên bi daxwaza azadiya gelan û demokrasiyê veguherîn çalakiyên li dijî rejîma Baas. Ji wê rojê ve li seranserî Sûrî kaos û şer ne sekinîn. Bi sedhezaran kes ji warên xwe bûn. Bi dehhezaran kes hatin kuştin û wendakirin. Di vê rewşa aloz de, di serî de Kurd, hemû pêkhateyên herêmê bi armanca bikaribin xwe biparêzin seferber bûn. Lê, hêzên herêmî û navneteweyî bi feraseta ku mudaxilî şerê li Sûrî bibin komên çete ên paramîlîter avakirin. Bi avakirina van koman li Sûrî pêvajoya şerê wesiyetê dest pê kir.
Di vê rewşa wisa tevlihev de hêzên ku xwe birêxistin kirin li ser piyan man. Yek ji van hêzan jî Kurd bûn ku ev di serdama 61 salan a rejîma Baas de li Sûriyê bi temamî tune dihatin hesibandin. Kurdan, bi pêkhateyên li herêmê xwe birêxistin kirin û li dijî êrîşan hêza xwe ya parastinê dan avakirin. Di encama şer û pevçûnan de hin komên çete ên ji aliyên hêzên navneteweyî ve dihatin fînansekirin jî li herêmên mîna Ezaz û Idlibê bi cîh bûn.
Piştî 14 salan, di 27’ê Mijdarê de bi êrîşa Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ya li dijî bajarê Helebê li Sûriyeyê konseptek nû kete dewrê. Wisa diyare ku konsepta vî şerê ku xistina rejîma Baas dike armanc ji aliyê hêzên navneteweyî li pişt deriyên girtî bi hurgilî hatiye amadekirin. Ji bo vê konsepta ku bi êrîşên Îsraîlê ên li dijî Xeza û Lubnanê despêkirî gelek alî hatine îqnakirin û bêdengkirin.
Di çarçoveya vê li hevkirinê de Heyet Tehrîr El Şam di demek Kurd de bêyî ku rastî berxwedanek mezin ya hêzên rejîma Baas were yek ji bajarên herî mezin ê Sûriyê Heleb xist bin kontrola xwe. Bi ketina Helebê re rastiya plana mezin hîn baştir hate famkirin. Ji xwe êrîşa çekdarên HTŞ’ê bi Helebê jî sînordar neme û berê xwe dan Hema û Humsê.
Bi armanca gef û êrîşên li ser rejîma hikumeta Şamê nîqaş bikin welatên qaşo garantorê Civîna Astana bû di 7 Kanûnê de ango li paytextê Qatar Doha li hev civiyan. Di encama civînê de derhet holê ku welatên heya niha bi helwest û piştgirya xwe deshilata Başar Esad li ser piya digirtin li hev nekirin. Jixwe piştî lihevnekirina wan eşkere bû bi çend saetan hat ragihandin ku Esad ji welat derketiye û Şam ketiye.
Bi van êrîşên bê serûbin re hêzên herêmî ên ku ji roja despêkê ve hewil didin di denglema Sûriyê de ji bo xwe cîh vekirin jî ketin dewrê. Di serî de dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên ku ji bermahiyên DAIŞ’ê di bin navê Artêşa Mîlî a Sûriyê (SMO) de berhev kiriye ev êrîş ji bo xwe first dît û li dijî herêmên Rêveberiya Xweser kete herekê. Pêşî êrîşî herêma Şehba û Til Rifatê kirin. Jixwe ev herêmê demek dirêje di bin gefên dewelta Tirk a dagirker de bû. Bi sedhezaran kes ji herêmê hatin koçberkirin û derbarsî herêmên Rêveberiya Xweser bûn. Li himberî vê trajediye mirovî mîna her carê welatên qaşo di her kêliyê de bahsa mavên mirovan dikin dîsa dema mijar bû Kurd bêdeng man.
Bêguman ev bêdengî li himberî dagirkirina herêma Şehba û koçberkirina gel re sînordar name. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji vê bêdengiyê sûd girt û mîna Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê li dijî kantona Minbicê jî dest bi êrîşên tund kirin. Êrîşên li ser herêmê tên kirin jî mirov nikare di çarçoveya paymanên ji nû ve dîzaynkirian Sûriyeyê cûda bigire dest. Ev êrîş nîşanî me dide ku hêzên rê li ber xistina rejîma Baas vekirine, ji bo Sûriyeyê û şêwazê rêveberiya wê di çarçoveya berjewendiyên xwe de plan amade kirine. Di vir de tişta em pirs bikin di van planan de cihê Rêveberiya Xweser çi ye?
Di serî de divê em vê bêjin; di halê heyî de em nikarin êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Rêveberiya Xweser ji van planan cûda bigirin dest. Ji ber ku di van 14 salên derbasbûyî de li seranserî Sûriyeyê cihê herî bi ewle û aram herêmên Rêveberiya Xweser. Lewma pergala Rêveberiya Xweser ji bo xwe xeter dibînin û dixwazin têk bibin ango di herêmên biçûk de asê bikin.
Divê li himberî van êrîşên li ser destkeftiyên gel û şoreşa Rojava pêş dikevin, ne tenê gelê herêmê hemû civaka pêşverû, azadîxwaz û hêzên demokrasiyê xwedî helwest bin. Rêveberiya Xweser bi ezmûna xwe ya 14 salan nîşan da ku tevî hemû êrîş, bêderfetî û zahmetiyan jî dikare ji bo jiyanek hevbeş û aram ji pêkhateyên herêmê re bibe pergala herî guncav e. Ev pergala ku xwe dispêre hîmê civaka demokratîk ne tenê ji bo herêmên Rêveberiya Xweser, dikare ji bo Sûriyeya nû jî bibe mînak. Ezmûna ku derketiye holê vê bi awayekî aşkere piştrast dike.