Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Caroline Stockford: Herî zêde rojnamegerên kurd tên darizandin

Şêwirmenda Tirkiyeyê ya PEN a Norveçê Carolîne Stockford der barê rûniştina 15 jê girtî 18 rojnamegeran de got: “Di îdianameya rojnamegerên kurd de gelek materyalên ku tu eleqeya wan bi mijara sûc tune ye hebûn. Di destpêkê de me fêm kir ku îdianameyek çiqas vala ye.”

Rûniştina 15 jê girtî û sê heb jî ne girtî dihatin darizandin di 11 û 12’yê tîrmehê de hat dîtin û rojnameger hatin tahliyekirin Ji gelek bajarên derve û saziyan kesan doz şopandin. Şêwirmenda Tirkiyeyê ya PEN a Norveçê Carolîne Stockford ku doz şopand der barê runiştinê de nêrînên xwe anîn ziman.

Carolîne da zanîn ku wek PEN a Norveçê 40 sale dozên li Tirkiye û bajarên kurd dişopînin û 8 sal e rewş hîn bêtir xera bûye û got: “Her demê de li hember rojnamegerên kurd pêkanînên nebaş hebûn. Li Mersînê doza du rojnamegerên Evrenselê hebû. Yek ji van rojnamegeran kurd yek jî tirk bû. Qaşo delîl wek hev bûn. Lê rojnaemgerê tirk hat Beran û yê kurd hat girtin. Dîsa me doza rojnamegerê kurd Nedîm Turfend şopand. Mînak di wê darizandinê de mafê parastina kurdî nedan Nedîm.  Her kesî dizanibû Nedîm bê sûc e. Ji ber faliyetên rojnamegeriyê 6-7 salan girtî ma.”

 ‘Di îdianameyê de agahiyên ne rast hebûn’

Carolîne balkişand ser doza 18 rojnamegeran û got îdianameya wan di meha adarê de hatiye amadekirin û wiha got: “Dema îdianame derket gelek xalên wê bi fikar bûn. Em wek PEN a Norveçê ji 2020’an het aniha projeya îdianameya Tirkiyeyê dişopînin. Me heta niha 25 îdianame lêkolîn kir. Me di îdianameyan de gelek nokteyên li dijî hiqûqê tespît kir. Yek ji van jî mijarên tu eleqeya wan bi sucdariyê tune bi rupelan di îdianameyê de cih digirt. Di îdianameya rojnamegerên Kurd gelek nokteyên ku eleqeya wan bi rastiyê tunebû cih digirt. Bi îdiayên vala salek ji jiyana wan hat girtin.”

Carolîne di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku bi dijhiqûqiyên tên kirin hewl tê dayîn hem bi rojnamegeran hem jî bi çavkaniya nûçeyan şûnde gavê bidin avêtin û got dema nûçeyek der barê jin, ekolojî û civakê de bê çêkirin nikare propaganda sûc bê afirandin. Carolîne da zanîn ku wê wek PEN a Norveçê ji dîplomatên Tirkiyeyê re binivisin û bang bikin û wê wek şopdar tev li van rûniştinan bibin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar