Her bawerî xwedî alî û felsefeyeke xweser e. Her baweriya ku bûye xwedî wate, civakî ye. Îdeolojî yan jî felsefeya jiyanê ku civak ji xwe re weke baweriyê dibîne, bi demê re hewl dide rê û resmên xwe biparêze. Baweriya Ezdatiyê jî ji bo parastina civakîbûna xwe hewl dide rê û resmên xwe yên têkildarî avabûna gerdûnê û serdemên piştî wê, biparêze. Aliyê herî çalak ê baweriya Ezdatiyê ew e ku her qonaxa avabûna gerdûnê bi coşa cejnê pêşwazî dike. Ezdatî her qada avabûna cîhanê weke cejnê pîroz dike. Yek ji van jî Çarşema Serê Nîsanê ye.
Rojbîn Denîz ji Ajansa Nûçeyan a Firatê re Çarşema Serê Nîsanê, wate û girîngiya vê rojê nirxandiye. Hêja ye ku di vê rojê de em cih bidin vê nirxandinê: Li gorî êzidiyan dem li cîhanê di 1’ê Nîsanê de destpê kir. Ji ber ku avabûna cîhanê di meha Nîsanê de pêk hat, tê wateya destpêka sala nû ku êzidî weke Çarşema Nîsanê, Çarşema Serê Salê pîroz dikin. Li gorî ezdatiyê qonaxa destpêkê ya avabûna cîhanê di nava 7 rojan de temam dibe. Destpêkê xweza şîn dibe, piştre jî hucreyên heywanan çêdibin û herî dawî mirov têne ser rûyê erdê. Çarşema Serê Nîsanê tê wê wateyê ku li gerdûnê enerjî vediguhere madeyê, made dibe xwedî şikil û Cîhan ava dibe, zindî çêdibin. Avabûna cîhanê awarte tê dîtin û tê pîrozkirin.
Yekîtiya dijberan û bingeha rastiyê
Ya rast cîhan ji yekîtiya dijberan pêk tê. Başî-nebaşî, tarîtî-ronahî, dirêj-kin, germ-sar. Di avabûna mirovan de jî yekîtiya dijberan heye. Xwîna sor û spî jiyanê dide mirovan. Xwîna Sor Xwedê, xwîna Spî jî Tawizê Melek temsîl dike. Lewma jî di nava êzidiyan de rengê sor û spî pîroz e. Yekîtiya Xwedê û Tawizê Melek jî tiştekî bi vî rengî ye. Ezdatî ku baweriyek ji yekîtiya dijberan ava bûye, baweriya xwe dike kûantomîk. Cîhan bi yekbûna dijberan destpê dike. Lewma baweriya ezdatiyê avabûna gerdûn û cîhanê weke bingeha heqîqetê dibîne û ev yek jî nîşan dide ku koka baweriya ezdatiyê çiqasî kevn e. Di gelek Qewlên Êzidiyan de qala qonaxên gerdûnê, helîna qeşayê, cihêbûna xak û avê ji hev têne vegotin. “Roj dema ku tu li Laleşê hilat, zindî çêbûn. Her tiştên li ser rûyê erdê geş bûn.”
Şêweyê cîhanê û hêk
Hêk yek ji sembolên herî girîng ên Çarşema Serê Nîsanê ye. Êzidî ji destpêkê ve bawer dikin ku Cîhan mîna hêkekê ye. Cîhan beriya şikil bigire enerjiyek ji av, xak, hewa ye û di nav hev de ye. Hêk jî dişibe şiklê Cîhanê. Cîhan bi pêkhatina ahenga xak û avê ava bû, qonaxa xwe ya çêbûnê temam kir. Hêk a kelandî jî dişibe qonaxa temambûna avabûna cîhanê.
Êzidî dibêjin, “Cîhan dema ji tarîtiyê derbasî ronahiyê bû; yanî roj dît, hingî reng pê de hat û bihar hat.” Boyaxkirina hêkan jî tê wateya rengînîbûyîna cîhanê ku ji ber bihar li meha nîsanê rast tê, hêk bi rengên biharê têne boyaxkirin. Di Sebaqe Wewlê de êzidî ji rojê re wiha dibêjin, “Ku Laleş helate şîn bû nebate, pê zeyînê çiqas kinyate.” Êzidî dibêjin dema roj hilnayê rûyê erdê tarî û sar e, bi hilatina rojê re germ û rengîn dibe. Bedewiya cîhanê bi hilatina rojê tê dîtin. Lewma êzidî rengîniya cîhanê bi boyaxkirina hêkan nîşan didin. Zerikê hêkê weke cîhanê, spiyê hêkê jî weke rojê tê dîtin. Tê gotin, “Zerikê hêkê li dora spiyê wê digere, mîna cîhan li dora rojê digere.”
Hêkên kelandî û boyaxkirî yek ji sembolên sereke yên cejna Çarşema Serê Nîsanê ye. Hêkên boyaxkirî yên di selikê de ji sibeha cejnê heta êvarê li hev têne xistin, yên ku dikare bişikîne serketinê û kêfê dike.
Êzidî baweriya xwe bi wê tînin ku cîhan bi teqîneke mezin ava bû. Dendika atomê di baweriyê de heye. Li gorî gelek extiyarên êzidî parçeyê herî biçûk ê atomê weke ‘Zir’ tê pênasekirin. Yanî her tiştên gelekî biçûk weke ‘Zir’ tê pênasekirin. Dema ku hêk dişikê û zerika hêkê xuya dibe, baweriya xwe bi wê tînin ku cîhan piştî teqînekê çêbûye. Dema ku qalikê hêkê dişikê hingî tebeqeyeke zirav xuya dike. Êzidî ji vê re ‘Azon’ dibêjin. Ev jî tê wateya tebeqeya Ozonê. Êzidî bi vî rengî bi hêkê avabûna cîhanê vedibêjin. Ji aliyê felsefekî ve bi vî rengî dibînin. Êzidî dibêjin, ‘Li deverên dûr li rastiya avabûna cîhanê negere, cîhan gelekî nêzî te ye, ji bo fêhmkirina vê rastiyê têrê dike ku tenê tu hêkê fêhm bike’.
Li ser navê cejnê
Ji cejnê jî wiha tê gotin, “Çarşema Nîsanê”, “Çarşema Serê Salê”, “Çarşema Sor”, “Çarşem Çarşem”, “Uxur Çarşem” û “Qera Çarşem”. Li gorî êzidiyan ev cejn destpêkê bi navê Çarşema Nîsanê hate pênasekirin. Ji ber çarşema destpêkê ya meha nîsanê ye, bi vî rengî hate pênasekirin. Navê ‘Çarşem Çarşem’ jî i ber vê wateyê ye. Çarşema Serê Nîsanê jî ji ber ku avabûna cîhanê weke destpêk tê dîtin, weke destpêka salê tê qebûlkirin.
Ji bo ‘Çarşema Sor’ jî du pênaseyên cuda hene. Ya yekemîn; ji ber rengê xwînê ye ku di bedena mirovan de diherike. Dema ku cîhan ava bû kulîlka destpêkê ya şîn bû Kulîlka Nîsanê ye. Rengê sor ê Kulîlka Nîsanê û rengê sor ê xwîna mirovan weke hev tê dîtin û ji vê avabûnê re ‘Çarşema Sor’ tê gotin.
Pênaseya duyemîn û pênaseya ji bo ‘Qera Çarşemê’ tê kirin weke hev e. Tê gotin ku bi dîroka fermanan çêbûye. Qera Çarşemê fermanên li dijî êzidiyan nîşan dide. Bi destpêkirina dîroka olan re bi taybetî di dema Mesîh de di baweriya Ezdatiyê de li dijî aliyê metafîzîk û zanistî yê Çarşema Nîsanê zext, qedexe, zordarî û komkujî destpê dike. Tê gotin pênaseya Qera Çarşem û Çarşema Sor wê demê hatiye kirin.
Xiristiyan cejnê qedexe dikin
Di dema Xiristiyaniyê de cejna Çarşema Serê Nîsanê ya Êzidiyan tê qedexekirin û ferman tê dayin ku her êzidiyê vê cejnê pîroz bike wê bê qetilkirin. Li ser vê yekê dixwazin hêkên ku yek ji rîtuelên Çarşema Serê Nîsanê ye ji destê êzidiyan bê standin. Lewma jî tê gotin ku xiristiyanan boyaxkirina hêkan di Paskalyayê de weke sembolekê bi kar tînin. Lê belê êzidî dibêjin ‘Xiristiyanan xwestin ku wan qetil bikin, baweriya wan ji wan bistîne.”
Xiristiyan ji bo sembola hêkên boyaxkirî yên êzidiyan bikin ya xwe, cejna Çarşema Serê Nîsanê ya êzidiyan qedexe kirin. Êzidiyan jî ji ber vê qedexeyê dest bi lêgerîna li rêyên parastina baweriya xwe kirin. Êzidî ji bo baweriya xwe biparêzin û nîşan bidin ku deriyê wan ji bo her tiştî li êzidiyan hemûyan vekirî ye, li pêşiya deriyê xwe nîşaneya sê Kulîlkên Nîsanê, qalikên hêka boyaxkirî û hevîr bi hev ve dikin û li ber derî dixin. Êzidî jî vê yekê weke nîşaneyekê dibînin. Ji bo pîrozkirina cejnê û pêkanîna yekîtiyê, işaretên li ber deriya hatine xistin, rê nîşan didin. Li dijî baweriya êzidiyan ku dibêje cîhan di 1’ê Nîsanê de destpê kiriye, wiha dibêjin ‘Hûn derewan dikin, sersal ne Nîsanê ye, bi rojbûna Îsa destpê dike’. Rojbûna Îsa weke destpêkê qebûl dikin. Li ser vê yekê 1’ê Nîsanê jî weke roja derewkirinê îlan dikin û ev hewldana xiristiyaniyê ku piştre li nava baweriyan hemûyan belav bû, weke hewldanek ji bo pûçkirina baweriya êzidiyan heta roja îro tê.
Di nîsanê de pîrozbahiyeke din nayê kirin
Êzidî meha nîsanê nazewicin, dawet an jî pîrozbahiyeke din nakin. Yekane pîrozbahiya ku dikin eger li gorî meha nîsanê be hingî tê qebûlkirin. Li gorî Ezdatiyê cîhan jineke û meha nîsanê her tiştên pêşkêşî rûyê erdê dike bêhempa ye, bedew e. Ji bilî wê divê tiştek ji jinê neyê xwestin.
Di rê û resmên cejna Çarşema Serê Nîsanê de jin bi rola sereke radibin. Di nava vê mehê de kes dest nade xwezayê, nikare zerarê bide. Dest ji şaxekî darê re nayê dayin ku bişkivî ye. Zarokên ku meha Nîsanê jidayik bûne gelekî bi şens têne dîtin. Êzidî rojbûna Rêber Apo ya di meha Nîsanê de jî weke mûcîzeyekê dibînin.
Rê û resmên roja cejnê
Rojek beriya cejna Çarşema Serê Nîsanê kom bi kom li xwezayê mirov belav dibin û kulîlkên sor kom dikin. Kulîlkên sor ên hatine komkirin tevî qalikên hêkên boyaxkirî û hevîr, beriya hilatina rojê bi ser deriyan ve têne kirin. Piştre jî hêkên kelandî têne boyaxkirin û li selikan têne bicihkirin. Xwarin û şîrînahî têne çêkirin. Sibeha cejnê her kes beriya hilatina rojê hişyar dibe û her êzidî li ber bohçayên li ber mala xwe (kevirê pîroz, xak, Basimbar, Tiberk) dua dike. Piştre jî serdana goristanê (Zehman) tê kirin û cejn destpêkê li miriyan tê pîrozkirin. Di nava rojê de serdana malan tê kirin, her kes cejnê li hev pîroz dike. Yên ji hev xeyinî ne wê rojê li hev tên. Piştî nîvro jî mirov berê xwe didin quntarê çiyê û dest bi pîrozkirina cejnê dikin.
Çarşema Serê Nîsanê li gorî baweriya Ezdatiyê di çarşema destpêkê ya meha nîsanê de tê pîrozkirin. Îro di nava civaka êzidî de tenê Feqîr û beşek ji êzidiyan vê pîroz dikin. Çarşema Serê Nîsanê li gorî gera heyv, roj û stêrkan diyar dibe. Her wiha Çarşema Serê Nîsanê ya ku weke cejna lîderê rûhanî yê Êzidiyan Baba Şêx tê pênasekirin, li gorî salnameya dewletê ya Baba Şêx di dema diyarkirî de tê pîrozkirin. Ev jî bi giranî Çarşemek piştî ya Feqîran tê pîrozkirin. Her sal di Çarşema destpêkê ya meha nîsanê de Feqîr, di Çarşema duyemîn de jî êzidî hemû cejnê pîroz dikin. Baba Şêx îsal tiştekî cuda kir û du Çarşem xiste navberê. Di vê mijarê de hinek Baba Şêx rexne dikin.