Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Caşê artêşa tirk li Metîna PDK ye

Hêzên PDK’ê ji bo parastina dewleta dakirker li Girê Hekarî yê Metîna sê baregehên leşkerî yên din ava dike û dakirkeran li xaka başûr mayînde dike. Rolê PDK'ê Caş bûn e.

Hêzên PDK’ê berê jî lojîstîka diçû ji gerîlayên HPG’ê û YJA Starê birîbû, li hin deran dora gerîlayan girtibûn, nedihişt ku gerîla tevbigere, li pêşiya gerîlayan kemîn datanîn û ji bo wesayîtên zirxî yên leşkerên tirk jî rê çêkiribû. Hêzên PDK’ê vê carê jî li Girê Hekkarî çû hawara artêşa tirk a dagirker. Me bi kamerayê qeyd kir ku PDK çawa ketiye bin xizmeta artêşa tirk.

Bi dîmenan ji hat qeytkirin ku PDK çawa rola Caş an girtiye ser xwe

PDK ji bo ku were hewara artêşa tirk di meha tîrmehê de hatibû vê qadê û di meha tebaxê de ev tişt zêdetir bûbû. Berê jî li Qada Tepê Ortê ya Metînayê hêzên PDK’ê tevî wesayîtên zirxî li vir rê, biryargeh û stargeh ava kiribû. Di meha tebaxê de jî di navbera Qadên Berxwedanê yên Girê Hekarî û Girê Amêdiyê bi kepçeyan ji artêşa tirk re rê çêkiribû.

Vê xizmeta ku PDK’ê ji bo artêşa tirk dikir, nekarî berxwedana hêzên gerîla asteng bike. Gerîlayên HPG û YJA Starê yên ku bi payîzê re li hemberî dagirkeran gelek Operasyonên Şoreşgerî kirin, di 26-27’ê mijdara 2022’yan de jî li Girê Hekarî derbên giran li artêşa tirk xist û nehişt ew li vir bimîne.

Artêşa dagirker bi alên herêma Kurdistanê ji gerîla diparêzin

Dema ku artêşa tirk a dagirker li Girê Hekarî asê mane, hêzên PDK’ê çû bi hewara artêşa tirk. Berê jî artêşa tirk a dagirker xwestibû li ser vî girî bi cih bibe û lê nekaribû vî tiştî pêk bîne. Hêzên PDK’ê li ser vî girî baregehên leşkerî ava kir. Ji bo ku hêzên gerîla êrîşî Girê Hekarî neke, li sê baregehên ku li ser sê girên cihê alaya Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê ya Federal hildabûn.

Di heman demê de ji bo li hemberî çalakiyên gerîlayan artêşa tirk biparêzin li baregeha leşkerî ya li Girê Sêdarê ya ku diçe Girê Hekarî jî alaya Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê ya Federal hildabûn. Me ev jî bi kamerayê qeyd kiribû. Lê agahiyên zelal nehatibûn bidestxistin ku li vê baregehê kîjan hêz hene.

Artêşa tirk ji tirsan xwe di bin ala herêma Kurdistanê de vedişêre û PDK jî ewlekariyê digire 

Li ser çiyayên ber bi Amêdiyê ve diçe jî çeperên PDK’ê hene. Li vê qadê berê jî şerên giran çêbûbû. Li ser çeperên artêşa tirk a dagirker jî alaya Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê ya Federal heye. Di kanûna borî de artêşa tirk hêzên xwe ji vê qada bi navê ‘Qada Komando’ kişandibû û piştre guhertineke wisa hatibû kirin.

Girê Hekarî bi qasî 15 kîlometreyan dûrî sînorê Tirkiye û Iraqê ye û li Amêdiyê cihê herî bilind e û ji ber vê jî xwedî girîngiyeke stratejîk e. Bi rêyeke ku ya ku PDK’ê çêkir Girê Hekarî bi xeta sînor hate girêdan. Artêşa tirk bi vê rêyê tank, wesayîtên xwe yên zirxî û alavên xwe yên leşkerî digihîne heta Girê Hekarî.

Niha li rojhilatê Ava Zê li qada Metînayê bi tenê li Girê Hekarî hêzên artêşa tirk heye. Hêzên dagirker li hemberî berxwedana gerîla, nekarî li girên li dora vî girî li ber xwe bidin û hêzên dagirker vekişiyan. Tekane sedema ku PDK li dora Girê Hekarî rêyan û baregehan çêdike ev e ku nahêle keleha dawîn a artêşa tirk a li vê herêmê bikeve.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar