Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Castel: Îmraliyê weke laboratuvara êşkenceyê bi kar tînin

Endama Komîteya Şopandin û Nûnera Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropayê Laura Castel diyar kir ku rayedarên tirk Îmraliyê weke laboratuvara êşkenceyê bi kar tînin û wiha got: “Ji nûnerên mafên  mirovan bigirin heta nûnerên siyasî her kes dibêje şerta ewil a aştiyê rakirina tecrîda li ser Ocalan e. Divê demildest tecrîd rabe û Abdullah Ocalan bê berdan.”

Dostên kurdan li 74 navendên cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd pêngav hat destpêkirin. Her wiha li girtîgeha grevên birçîbûnê û li derve jî nobetên edaletê didomin. Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku li Îmraliyê di bin şert û mercê giran de tê girtin ev 33 meh in tu agahî jê nayê girtin. CPT û saziyên navneteweyî li dijî êşkence û tecrîdê bêdengiya xwe didomînin.

Cigira Serokê Koma Çep a Konseya Ewropayê û Endama Komîteya Şopandin û Nûnera Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropayê Laura Castel ya di delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî de cih digire serdanên meha gulanê de li Tirkiyeyê kirine vegot. Laura da zanîn ku di serdanên meha Gulanê de li Tirkiyeyê kirine li Îzlandayê bi civînekê ragihandine û ji bo ev xebat ji bo pêvajoya aştiyê bê destpêkirin pêk anîne û wiha dirêjî daye: “Me wek heyeta aştiyê ya Îmraliyê ya navneteweyî meha Gulanê de li Tirkiyeyê serdan pêk anîn û me daneyên kom kirin li Reykjavîk a Îzlandayê bi daxuyaniyekê pêşkêş kir.  Zîrveya ji aliyê însiyatîfa ‘Ji Ocalan azadî, ji Kurdistanê re aştî’ pêk hat, bi armanca pêvajoya aştiyê pêk hat. Armanca me ev bû rewşa girtiyên siyasî bû.”

Laurayê diyar kir ku navnîşana çareseriya pirgirêka kurd Îmralî ye û wiha daxuyand: “Ji bo aştiyê divê Ocalan azad bibe. Ji nûnerên mafên  mirovan bigirin heta nûnerên siyasî her kes dibêje şerta ewil a aştiyê rakirina tecrîda li ser Ocalan e. Divê demildest tecrîd rabe û Abdullah Ocalan bê berdan.”

Tecrîd gihîştiye asta êşkenceyê

Laurayê wiha daxuyand: “Tecrîda li Îmraliyê li her derê Tirkiyeyê gbelav bûye. Birêz Ocalan mînakek girîng e. Ji roja pêvajoya Îmraliyê destpêkiriye li Tirkiyeyê mafê mirovan û hiqûq tune ye. Ev 33 meh in tu agahî ji birêz Ocalan nayê girtin. Tecrîd gihîştiye asta êşkenceyê. Rayedarên Tirkiyeyê birêz Ocalan wek çeka siyasî, Îmraliyê jî wek laboratuvarê êşkenceyê bikar tîne. Ev hemû li girtîgehan jî pêk tên. Divê ev rewş ji aliyê Konseya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî ve bê şermezarkirin.”

Ji bo muzakereyan pêşengiya birêz Ocalan gelek girîng e

Laurayê bal kişand ser pergala tecrîda giran û daxuyakirin ku bêdengiya li dijî tecrîdê tê wateya piştgiriya gumanbaran û wiha bi lêv kir: “Me bang li Konseya Ewropa û hemû swaziyan kir ku bêdengî tê wateya piştgiriya gumanbariyê. Banga me ev bû ku piştgiriyê bidin pêvajoya aştiyê. Em carek din dibêjin rola birêz Ocalan gelek girîng e. Ji bo muzakereyan pêşengiya birêz Ocalan gelek girîng e. Divê birêz Ocalan bê berdan. Me rapora mîsyonê nû qedan û em ê bişînin gelek saziyên Konseya Ewropayê. Me du pirsên nivîsî ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re ragihandine.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar