40 sal bêyî helbestvanê kurd Cegerxwîn derbas bûn
Helbestvan-nivîskarê kurd seydayê Cegerxwîn 40 sal berê jiyana xwe ji dest da. Cegerxwîn ku navê wî yê rast Şehmûs e, di sala 1903’yan de li bajarokê Hesarê yê girêdayî navçeya Kercews a (ku niha girêdayî Êlihê ye) Mêrdînê ji dayik bû. Bi destpêkirina Şerê Yekemîn ê Cîhanê re tevî malbata xwe di sala 1914’an de koçî rojavayê Kurdistanê bajarê...
Aldar Xelîl: Çand û huner ruh dide hemû qadên xebatê
Endamê Meclîsa Rêveber a PYD’ê Aldar Xelîl li ser karên çand û hunerê yên beriya Şoreşê yên li Rojava û bandora karên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan a li ser vî karî nirxand kir. Aldar Xelîl li ser tevkariya çand û hunerê ya li Şoreşa Rojava wiha axivî: “Hatina Rêbertî ya li Rojava bi tena serê xwe şoreşek bû. Rêbertî...
Xelatên Huseyîn Çelebî bi merasîmê hatin dayîn
Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî ku ji sala 1991'ê û vir ve bi rengekî kevneşop tê lidarxistin, îsal cara 31'emîn li paytexta Almanya Berlînê di 12'ê cotmehê de bi merasîmekê pêk hat. Merasîma ku ji aliyê Jinên Xwendekar ên Kurdistanê (JXK) ve hate lidarxistin, li gel Rotînda, Hozan Comerd, Hozan Aydin, Talat Yeşîl gelek hunermend, nivîskar, helbestvan...
Cejna Quba Amadîn7 roj berdewam kir
Li Şengalê ji meha tebaxê ve cejna cimaya nûkirin û ciwankirina quban ku cihên pîroz ên êzidiyan e. Her hefte rojên pêncşem û înê qube tên ciwankirin, perî û hilêl bi merasîman tên siwarkirin. Civaka êzidî diçin serdanê û xêrên xwe yên salane li van quban dibexşînin, bawerî û hêviyên xwe yên ji bo jiyan û êzdayetiyê nû dikin....
KASED li Sûrê ‘Festîvala Sûrfestê’ li dar dixe
Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED) ku li Amedê xebatên çand, huner û wêjeyê bi rê ve dibe, dê di navbera 29’ê îlonê û 5’ê cotmehê de li navçeya Sûrê ya Amedê “Festîvala Jinan a Sûfestê” li dar bixe. KASED bi van çalakiyên hunerî dixwaze jinan li hev bicivîne. Di festîvalê de ji bo jin û zarokan...