Ferîde Şengalî: Deriyê TAJÊ ji hemû jinan re vekiriye
Çeteyên DAIŞ’ê bi hevkariya malbata sîxur a Barzanî û PDK’ê 3'yê tebaxa 2014'an de êrîşî ser Şengalê kirin. Di van êrîşan de gelek êzidî bi awayeke hovane hatin qetilkirin û ji qirkirineke mezin re derbas bûn. Di van êrîşan de nêzî 7 hezar jin û zarok jî hatin revandin. Ji ber êrîşan bi sed hezaran êzidî neçar man koçî...
Dûran Kalkan: Tu kes nikare PKK’ê têk bibe
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bi wesîleya salvegera 47'an a PKK'ê nirxandinên girîng kir. Kalkan diyar kir ku PKK bûye roja damezrandina 26-27’ê Mijdarê; partiya jin û şoreşa azadiya jinê derxist holê, veguherî şoreşa azadiya jinê û li dijî tundiya li ser jinê têkoşiya û destnîşan kir ku şoreşa azadiya jinê ya li ser bingehê Jineolojiyê pêş...
HPG: Şehîd Serdar Batman heta nefesa dawî li ber xwe da
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya şehîdekî aşkere kir. HPG'ê daxuyand ku milîtanê Apoyî yê hêja hevrê Serdar Batman ku di sala 2020’an de şehîd bû, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soza ku armancên wî bi ser bixin û her tim bîranîna wî zindî bikin, didin.
Daxuyaniya HPG'ê wiha berdewam kir: "Hevrêyê me Serdar ê...
Bi mezinkirina têkoşîna jinê re em ê tecrîdê bişkînin’
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) konferansa jinan û 13’yemîn Lijneya Giştî bi dirûşmeya "Bi hevî, berxwedan û bi hev re berbi azadiyê" pêk anîn. Endama Meclîsa Jinan a HDK’ê Gulşen Daşdogen der barê dema nû ya HDK’ê de ji JINNEWS’ê re axivî.
Gulşen Daşdogen da zanîn ku HDK bi fikriyata jiyanekwe wekhev, azad û avakirina jiyan û têkoşînek hevpar derketiye...
Li dora felsefeya Rêber Apo ya ‘Jin Jiyan Azadî’ dakevin qadan
Gerîlayên YJA Starê Zîlan Botan û Zîn Tolhildanê têkildarî 25’ê Mijdarî Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî ûber xweda li hemberî êrîşan axivîn. Gerîlayên YJA Starê diyar kirin ku divê li hember şîdeta li dijî jinan têkoşîn bê dayîn û gotin xweparastin ji bo jinan rêgezeke jiyanî ye.
Zîlan Botan anî ziman ku yên ku jiyanê...