Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Çav berdane Geliyê Zîlanê

Di sala 1930’yî de li Geliyê Zîlanê bi hezaran mirov hatibûn qetilkirin. Lê belê niha tê xwestin vê derê bi Projeya Hîdroelektrîkê (HES) ji holê rabikin. Xebatên di bin navê ‘Zîlan Regulatoriyê û Projeya HES’ tên kirin bênavber didomin.

Midûriyeta Hawirdor û Bajarsaziyê ya Bajêr a Walîtiya Wanê, di 30’yê adara 2012’yan de ji bo projeya navbirî biryar dabû ku pêdivî bi Nirxandina Hîkarî ya Hawirdoriyê (ÇED) tuneye. Piştî vê biryarê Şîrketa Hilberandina Ceryanê ya Gokakimê jî ruxset stend û di sala 2014’an de dest bi projeya HES’ê kiribû. Lê belê wê çaxê welatiyan û hin rêxistinên civaka sivîl li ber vê biryarê rabûbûn û îtiraz kiribûn. Piştî îtîrazkirinê Şûraya Dewletê jî çêkirina HES’ê dabû sekinandin. Lê belê vê carê jî Desteya Wezîran ji bo erdên ku wê HES li ser bê çêkirin bi lez biryara îstimlaqkirinê dabû. Vê carê welatiyan serî li dadgehê dabû û diyarkiribûn ku ew debara xwe bi çandinî û sewalvaniyê dikin, heger ev HES bê çêkirin û ekolojî bê texrîbkirin wê nikaribin debara xwe bikin û wê ji bêgavî koç bikin.

Şewb ji bo wan bû keyslêanîn

Lê belê şîrketê ji ber şewba Covîd-19’ê keys lê anî û serê salê cardin dest bi çêkirina înşeata HES’ê kir. Çend roj berê serokomartiyê ji bo hin erdên li herêmê biryara ‘îstimlaqkirinê’ da. Ev biryar di Rojnameya Fermî de jî hat weşandin.

Lê belê li aliyê din jî têkoşîan welatiyan didome. Hin welatî li ber biryara ‘Pêdivî bi ÇED’ê tune ye ‘ rabûn û serî li Dadgeha Îdareyê ya 1’emîn a Wanê dan. Piştî serlêdanê welatiyan jî ji Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê agahî xwestin. Wezaretêjî nivîsek şandiye û di nivîsa xwe de gotiye ‘pirsgirêk tune ye’ û biryara ‘Pêdivî bi ÇED’ê tune ye’ parastiye.

Her wiha wezaretê di nivîsa xwe de gotiye, revîzyon û zêdekirina kapasîteya projeya HES’ê di sala 2014’an de hatiye pesendkirine û revîzyon û zêdekirina kapasîteya projeyê jî ne di nava sînorên Taxa Koçkopruyê de ye û gotiye ku ava ku were bendavê jî wê nebe sedema tu guherînan û wê kêm nebe.

Di ser de jî wezaretê gotiye ji ber ku wê bi projeya Zîlanê ava bi awayekî rêk û pêk biherike û bi saya vê pêşî li ber lehî û tiştên din jî bê girtin û proje wekî projeyek kêr hatî nîşan daye. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar