Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Çavê nivîskarê girtî yê di greva birçîbûnê de êdî nabîne

Nivîskarê girtî Mehmet Yavuz ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan 70 roj in di greva birçîbûnê de ye. Yavuz bi nameyekê ragihand ku 16 kîloyan zeîf bûye, tansiyona wî bilind dibe û çavê wî yê çepê jî êdî nabîne

Li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi hezaran girtî ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Yek ji van girtiyan jî nivîskar Mehmet Yavuz e. Yavuz ku li Girtîgeha Jimar 2 ya Tîpa T ya Şakranê tê girtin, di sala 1994’an de hate girtin û cezayê muebetê lê hate birîn. Yavuz ji 1’ê adarê ve jî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye.

Yavuz têkildarî rewşa xwe, ji malbata xwe re nameyek şand. Yavuz da zanîn ku heta niha 16 kîloyan zeîf bûye. Her wiha Yavuz diyar kir ku tansiyona wî bilind dibe û çavê wî yê çepê jî êdî nabîne. Di nameyê de Yavuz diyar kir ku haya wan baş ji komkujî, mirin, êş û xirabiyên modernîteya kapîtalîst hene.

Nameya Yavuz wiha didome:“Lê ez di wê baweriyê de me ku ev hemû jî dê bi dawî bibin. Beriya çalakiya greva birçîbûnê hestên cuda li min peyda bûn. Hîsa destpêkirina çalakiyê heyecenekî li mirov peyda dikir. Di 28’ê sibatê saet di 24:00’an de min amadekariya xwe kir û paşê ketim nava nivînên xwe. Ji bo rakevim min çavên xwe girtin. Lê ji ber keyfxweşiyê xew bi çavên min neket. Ketim nav xewn û xeyalan. Ez û roj bûn yek û tîrêjên wê di serê min û dilê min de zindî dibîn. Cîhan ber bi xeweke giran û ez û hîsên xwe jî ber bi tenêtiyekê ve di çûn.

Naxwazim ji wan xeyalên xwe yên min ji qedexeyan çêkirin hişyar bibim. Lê axirê ez radibim, paceya jengarî vedikim, li asîmanan dinêrim, bêhnê distînim û destê xwe vedikim. Weke ku dia bikim, ez û roj dibin yek û dîsa diketim nava xeyalan. Lê tu carî diayên min nehatine qebûlkirin û kes dengê min nabihîse.

Belê, ger diayên min hebûna, ji bo pêşerojê ez ê ji her kesî bêhtir biperpitiyama û hewl bidana. Dê agirê tundî, taciz, tecawiz û nefretê ev qasî gur nebûya. Dê ji bo agirekî ev qasî zêmar nehatana lewbandin û destan nehatana nivîsandin. Gotin qey cîhan baxçeyeke gulên rengîn û cuda ye. Devereke ku her reng û bêhn lê hene, lê tê qirêjkirin û kes bi qîmeta wê nizane.

Niha qîmetdarên me di dest kesên xwenenas de ne. Carna dibêm xwezî di serdema ku her kes bi xwezayê û wekhev dijiya de bijiyama. Niha mirov bûye xerîbê mirov, mirov bûye xerîbê xwezayê. Cara ewil e ku em ê di vê pêvajoya çalakiyê de xwe bigihînin Rêberê xwe.”

Mehmet Yavuz di heman demê de nivîskarên pirtûkên ‘Femînîzmden Îdeolojiye’, ‘Ax û Xwin 1’ û ‘Xeyalên Nîvcomayî’ ye. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar