Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

‘Çavê tirkan li Musil û Kerkûkê ye’

Analîzvanê siyasî Heysem El Xezelî têkildarî êrîşên dewleta tirk li dijî Iraqê axivî û got: “Dewleta tirk siyaseteke dijminane li dijî Iraqê dimeşîne. Serdestiya wê binpê dike û çav berdaye wîlayeta Musil û Kerkûkê ku tevlî axa xwe bike.”

Tirkiye ruxmî hevdîtinên siyasî û civînan di navbera Bexda û Iraqê de, projeyên mezin di aliyê aborî de, lê belê şerê xwe yê siyasî, aborî û avî yê vekirî li dijî Iraqê didomîne.

Hin çavkaniyên iraqî aşkera kir planeke dewleta tirk li Iraqê heye ku bi rêya Nînowa, Kerkûk û Diyala berfireh bibe ta bigihêje Bexdayê. Analîzvanê siyasî Heysem El Xezelî têkildarî êrîşên dewleta tirk li dijî Iraqê got: “Timayên Tirkiye li Iraqê hene. Çavê wê li Musil, Kurdistan û Kerkûk e ku wir cihê petrol û gazê ye. Dewleta tirk referanduma Musilê ya sala 1924`an nas nake û li gor wê wîlayeta Musil û herêmên girêdayî wê yên Kurdistanê tev li Iraqê hatin kirin. Ji ber wê dewleta tirk dixwaze careke din van herêman dagir bike.”

El Xezelî wiha domand: “Iraq, wek hikumeteke navendî ji bo ku rê li pêşiya Tirkiyeyê bigire tiştek nekir. Divê xwe bispêre dadgehên navneteweyî, kaxizên veguhastina bazirganî bi kar bîne û fişarê li Tirkiyeyê bike.”

El Xezelî destnîşan kir ku nebûna pergalekê ji bo parastina asîmanê Iraqê, rê li pêşiya êrîş û binpêkirinên din vedike û got: “Weke li başûrê Kurdistanê dibe. Topbarankirina herêmê û  sedema wê heye, ew jî nebûna pergalekê ku rê li pêşiya binpêkirina serdestiya nîştimanî ji aliyê Enqereyê ve bigire.”

Her wiha El Xezelî da zanîn ku tenê yekitiya hêzên siyasî yên Iraqê, dûre rêbazên qanûnî û dîplomasî ta bigihêjin parastan çekdarî, êrîşên Tirkiye yên li ser Iraqê radiwestînin.

A balê dikişîne ew e ku dewleta tirk hewldanên xwe ji bo zaîfxistina Iraqê didomîne, dibêje Musil û Kerkûk ên wê ne û aşkera behsa timayên xwe yên vegerandina serfiraziyên osmaniyan dike, lê belê roj bi roj têkiliyên xwe bi Îsraîlê re xurttir dike.

Helwesta fermî ya lawaz a Iraqê hişt dewleta tirk binpêkirinên xwe zêde bike. Iraqê tenê daxuyaniyên şermezarkirinê da û gazî balyozê tirk kir û muzekereyeke şermezarkirinê radestî wî kir. Her wiha ji aliyê hin hêz û kesayetên siyasî ve jî daxuyanî hebûn. Lê Tirkiye baş dizane ku daxuyanî tenê gotin in. Berovajî wê jî, gelek alî û hêzên siyasî hene piştgiriya êrîşên Tirkiye dikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar