Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Çavên sê girtiyên li girtîgeha Karabukê di grevê de xera bûn

Dayika Necla Ozer ku kurê wê Hasan Umut Ozer li Girtîgeha Tîpa T ya Karabukê di greva birçîbûnê de ye da zanîn ku rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de, pir nebaş e. Dayik Ozer diyar kir ku ji girtiyên di grevê de Seyfettîn Kurt, Mûrat Kozat û Alî Haydar Elyakut êdî çavên wan nabînin û tenê ji dengê mirovan kesan nas dikin

Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin kete roja 130’emîn. Her wiha bi heman daxwazê li hemû girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî bi hezaran girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de jî Hasan Umut Ozer e ku ji 5’ê çileyê ve li Girtîgeha Tîpa T ya Karabukê di greva birçîbûnê de ye.

Têkildarî rewşa Ozer dayika wî Necla Ozer (50) axivî û diyar kir ku divê daxwaza girtiyan pêk bê. Dayika Necla got ku tecrîd zilm e û wiha domand: “Tekane daxwaza me bidawîkirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan e. Em naxwazin ji girtîgehan darbest derkevin. Êdî bes e. Divê êdî dayik negirîn. Ne şeva me şev û ne jî roja me roj e. Bi tirsa ku dê xebereke nebaş bê, em nikarin televîzyonan jî temaşe bikin.”

Bang li dayik û raya giştî kir

Dayika Necla destnîşann kir ku dê heta dawiyê di şopa têkoşîna zarokên xwe de bin û wiha pê de çû: “Li gelê kurd zilmê dikin û em û zarokên xwe jî vê zilmê qebûl nakin. Di serî de dayik divê raya giştî rabe ser pêyan. Perçeyeke ji cegera me girtîne. Bila dev ji berjewendiyên xwe yên şexsî berdin û her kesê xwedî şeref rabe ser pêya. Em mil bidin milê hev. Dema em bibin yek, em ê rizgar bibin.”

Rewşa girtiyên di grevê de gelek xerab e

Di dawiyê de jî dayika Necla Ozer wiha got: “Hefteyek berê ez çûm serdana kurê xwe. Di dema hevdîtinê de min girtiyên bi navên Seyfettîn Kurt, Mûrat Kozat û Alî Haydar Elyakut ku di grevê de ne jî dîtin. Rewşa Kurt, Kozat û Elyakut nebaş e. Çavên wan xera bûne, dilê wan dixele û serê wan diêşe. Her sê jî êdî tu tiştî nabînin û tenê mirovan ji dengan nas dikin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar