PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Çavên wê nabînin lê bîranînên bêdawî vedibêje

Şînda Ekrem

Dayika şoreşger, ew e ya jiyana xwe dixe destê zarokên xwe û ji bo wan xewnên xwe di hundirê dilê xwe de dixeniqîne. Ji bo sêwiyên xwe bi cih bike, ji kêliyên xwe yên bi kêf û xweş cilan dirêse û li zarokên xwe yên sêwî dike. Ji hêvî û rûkeniya xwe dewlemendî û rehetiya gerdûnî ji zarokên xwe re diafirîne.

Em gelek caran çîrokên dayikên kurd ên ji bo welatê xwe têdikoşin dibihîzin. Ew dayikên hêsrên wan tev li xwînê dibin. Hestên wan ên nazik, êş û zehmetiyên xwe tev li hezkirin û baweriyê bûne. Bi vê têkoşîn û fedekariya xwe evsaneyên mirovahiyê xêz dikirin. Wiha jî isbat dikin ku di zehmet û zordariyên herî dijwar de, jin bihêztir e û baştir dikare li dijî aloziyan serî hilde. Xizanî, nezanî û xemgînî tu carî ji têkçûnan re nabin behane. Berovajiyê wê, ew dibin sedema serkeftin û israra têkoşîn û serkeftinê.

Ne tiştekî ecêb e ku derbasî malekê bibe û li wir dayikên di nav Tevgera Azadiya Kurdistanê de bi hemû hêza xwe têkoşiyane. Yek ji dayikên Rojava yên min ew li ser sînorê Rojava nas kirin, dayika Nafiya bû. Ji ber rewşa wê ya tenduristiyê ya dijwar serpêhatiya wê min li ser sê qonaxan nivîsand.

Di roja 15’ê hezîrana 2016’an de dema ez bi armanca şopandina xwepêşandana şêniyên Qamişloyê yên ji bo piştgiriya gelê Bakur beranberî êrîşên dewleta tirk ên li ser Nisêbînê, li ser xeta sînorê di navbera rojava û bakurê Kurdistanê de tevî kamereya xwe dimeşiyam. Di wê rojê de ez di çarçoveya beşdarbûna pêngava ragihandinê ya bi navê “Na ji Bêdengiyê re” ku di 3’yê nîsana heman salê de hatibû destpêkirin, derketibûm ser sînor.

Di wê navberê de û dema ez li ser sînor dimeşiyam, di rêya xwepêşandanê de çavên min dayepîrekê ket ku li ser kopalê xwe bû, zarokekî 5 salî destê wê girtibû. Ew dayika Nafiya ya ji paytexta Kurdistanê Amedê ye. Bi dilekî tijî hêvî berê xwe dida  cihê xwepêşandanê.

Dema ez nêzî dayê bûm, min silav dayê. Bersiva silava min da û ji min re got: “Ser çavan keça min.” Min di çavên wê de awirên wê bi dijwarî çirûsk didan dît. Di qermiçokên rûyê wê de, keda demdirêj a salan dît. Desmala xwe ya spî bi bendekî reş li serê xwe badabû û ji ber her destê wê li ser kopal bû, destên wê zivir bûbûn. Westandin li ser rûyê wê diyar bû. Deng û rengê wê pir bala min kişand, lewma min jê pirsî, tu li vir çi dikî, tu li ku dijî? Ew di nav cîranan de bi “pîrê” tê naskirin. Mala dayika Nafiya beranberî sînor e. Ew rojane li ser piya rêya mala xwe ya beranberî sînorê Nisêbînê radiweste û ji xweda re lava dike ku Nisêbîn ji hovîtiya dewleta tirk rizgar bibe.

Dayika Nafiya li bajarê Ameda bakurê Kurdistanê ji dayik bûye, dayika wê Gulê Mele ye, bav wê jî Hesen Derwîş e. Serpêhatiya dayika Nafiya ji wê demê ku bavê wê dev ji wê û dayika wê berdaye hatiye destpêkirin. Di navbera dayik û bavê wê de nakokî hebûn.

Ji ber urf û edetên civakî dayika Nafiya di wê demê de neçar ma, bi kesekî din re bizewice. Hevjînê wê yê nû qebûl nekir, dayik keça xwe ya wê demê temenê wê 1 salî bû bi xwe re bîne. Ji lewma dayikê keça xwe teslîmî xaltîka wê dike.

Di wê demê de dayika Nafiya û hevjînê wê ji ber leşkeriya dewleta tirk reviyan û berê xwe dan binxetê. Paşê Nafiya bi xaltîka xwe re li pey dayika xwe ket. Di wê demê de di nav gundên Hemara, Şîbaniyê, Tenuriyê û herî dawî li gundê Mesûsa ya Til Hemîsê li herêma Cizîrê jiyan. Li vir cîrantiya ereban kir. Piştî demekê, berê xwe dan bajarê Qamişloyê û li vir li pey jiyanek baştir ketin.

Nafiya heta 15 saliya xwe jiyana xwe wiha dewam kir. Di 15 saliya xwe de ji neçarî zewicandina ji kurê xaltîka xwe ya ew xwedî kiriye, hat kirin. 9 zarokên wê çêbûn. Ji ber rewşa xizanî ya malbata wê rêsandina cilên hirî dikir û wiha bi hevjînê xwe re debara malbatê dikir.

Di wê dema ku gelê kurd mûmên Newrozê bi dizî di tariyê de pêdixistin, hin partiyên siyasî yên kurd dûrî çavên rêjîma Sûriyeyê ya baasî têdikoşiyan, kurê navîn ê dayika Nafiya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi rêya hin kadroyên tevgerê nas dike. Ew şandin gel Rêber Ocalan ê piştî derbeya 12’yê Îlonê derbasî Rojava bû. Dayika Nafiya jî da dû bîr û baweriya kurê xwe.

Bi demê re beşdarbûna wê ya di nav çalakiyan de zêde bû. Derbasbûna alîgirên tevgerê di navbera Şam, Qamişlo û sînorê bakurê Kurdistanê hêsan dikir. Carekê ji bo Rêber Ocalan bibîne, bi kurê xwe Enwer re çû Şamê. Wê jî wekî hezaran kesî Ocalan dît û ji kesayeta wî bandor bû, ev jî bû sedema têkoşîna xwe ya di çalakiyan de zêdetir bike.

Di wê demê de bi dizî dest bi belavkirina biroşûran kir. Li gelek bajar û navçeyên herêma Cizîrê belav kir. Armanca wê ji vê yekê gelê ku mafê wî jê hatiye wergirtin zana bibe. Li aliyê din jî komên pale û cotkariyê ji bo alîkariyê birêve dikirin. Berhem kom dikirin, rêxistin fînanse dikirin.

Di heman demê de mala xwe ji endamên rêxistinê yên birîndar re vekiribû. Ji ber mala wê nêzîkî sînor bû, şervanên li Bakur birîndar dibûn, derbasî mala wê dikirin. Dayika Nafiya bi dehan endamên tevgerê derman kirin. Li aliyê din jî barê xwedîderketina li hevjînê xwe yê 12 salan ji ber felcê li erdê bû, kir. Heta hevjînê wê jiyana xwe ji dest da, wê hemû barên wî rakirin.

Dayika têkoşer ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve rastî zext û zordariyê hat, gelek caran girtin ser mala wê û li isbatekê digeriyan ku girêdana wê ya bi tevgerê re nîşan bidin. Zor lê dikirin ku agahiyan der barê tevger û xebatên wê de bidin wan.

Têkoşîna dayika Nafiya û zarokên wê ya di nav Tevgera Azadiyê de ranewestiya. Her dem roja 15’ê tebaxa sala 1990’î di bîra wê de ye. Di wê rojê de Rêber Ocalan xwest gelê kurd li Libnanê bibîne. Kurê wê Ferhad di wê demê de li şûna birayê xwe Enwer erka qoriya girtibû ser xwe.

Dayika Nafiya bi hezaran welatiyan re bi rê ketin, da ku tev li civîna ku Ocalan dê li dar bixe, bibin. Li ser rêya Zebedanî otobus rawestiyan û welatiyan ji vir dest bi meşê kirin, da ku sînorê Libnan û Sûriyeyê derbas bikin. Ji ber wê demê welatî bi qaçaxî di nav çiyayan de sînor derbas dikirin, lê ji ber karên wan ên cuda derket, wê nikarîbû Rêber Ocalan bibîne.

Dema komploya navdewletî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pêk hat, dayika Nafiya deqeyekê li malê ranewestiya û cihê xwe di hemû çalakiyan de girt. Bi mehan ket greva birçîbûnê heya çavên xwe winda kir. Dema agahî jê re hat ku cezayê îdamê ya Ocalan daket girtîgeha heta dawiya jiyanê, hêviya wê çêbû ku careke din Ocalan serbest were berdan.

Dayika Nafiya niha 85 salî ye lê hîn jî erkên xwe yên olî hemûyan pêk tîne. Niha li gel kurê xwe Ferhad û zarokên wî di maleke biçûk a ji heriyê hatiye çêkirin de dijî. Di hewşa xaniyê wan de beşek biçûk a şînahiyê heye, dayika Nafiya li ber şînahiyê rûdinê û li bendê ye ku alîgirên tevgerê serdana wê bikin. Ji ber têkoşîna wê û hevalên wê rêya Şoreşa Rojava saz kir.

Di serdana min a sêyemîn de dayikê ji çavên xwe emeliyet bûbû û bi çavekî hema hindik be jî êdî dikarî bibîne.

Gotina wê ya me jê dibihîst di her sê serdanên min de jê re dubare dikir. Min jê pirsî rewşa te çi ye, da ku ez têkoşîna wê binivîsim, wê careke din got: “Ez hîna bi hesreteke mezin li benda serbestberdana Rêberê xwe me, dema ji zindanê derkeve, ez ê  pêxwas û ala rengîn têxim destê xwe û dîlanê bikim, ew dîlan jî ya serkeftin û azadiyê be.”

Hêjayê gotinê ye; kurê wê yê mezin Enwer Silêman ê tev li Tevgera Azadiyê bû, dema komek ji ciwanên kurd berê xwe didan çiyê, dayika wî rê kontrol dikir da ku bi silametî derbas bin. Piştî çend salan di sala 1998’an de li herêma Botanê di şerê li dijî artêşa tirk de şehîd bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar