Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Çavkaniya ciwantiyê ya Botanê: Baran Mawa

Fermandarê gerîla Baran Mawa zanîbû ku navenda azadiyê û felsefeya azadiyê çiyayên Kurdistanê ye. Li çiyayên Kurdistanê ew hêza moralê ya bê dawî ya ciwanan bû

Baran Mawa bi rêya malbata xwe tevgera azadiyê nas dike û sala 2003’an berê xwe dide çiyayên Kurdistanê ku weke qada azadiyê bi nav dike. Ji bo ciwanekî din dûrî xaka xwe mezin nebe, tevli karê rêxistinkirina ciwanan bû. Fermandarê leheng ê ciwanan Mawa li çiyê jî bû moralê bêdawî yê ciwanan. Dema ku gava destpêkê ji bo azadiyê avêt dest bi pênasekirina çiyayan kir.

Mawa bi van hestan qala tevibûna xwe ya têkoşîna azadiyê û derkitina çiyayên Kurdistanê dike: “Hatina çiyê ji bo min girîng û bi wate ye. Bi taybetî li van çiyayan şerê ji bo azadiyê hesteke cuda ye. Ji ber ku kurdan di tevahiya dîrokê de berê xwe dane van çiyayan. Ev yek jî wateyeke cuda ye. Wateyek mezin bû ku li van çiyayan mirov dest bi jiyaneke nû bikin, jiyaneke nû bidin destpêkirin bi keda gerîla, bi keda şehîdan û Rêbertî tevlibûna li nava vê jiyanê xwedî wateyeke mezin bû. Vê yekê gelekî bandor li min kir. Ji ber ku li nava civakê timî rewşeke bindestiyê hebû. Tu di nava jiyaneke komunal de ye, di nava jiyaneke hevpar de ye. Wê demê tu dikare xeyalê jiyana azad bike. Çiyayên Kurdistanê ji bo têkoşînê gelekî girîng e. Yên ku li çiyê azadiyê li nava civakê belav bike gerîla bû.”

‘Hevrêtî; hêzeke ku ji aliyê PKK’ê ve hatiye afirandin’

Mawa li ser hevaltiyê jî van tiştan tîne ziman: “PKK çima ewqasî xurt e, çima kurd dipejirîne? Ji ber ku kurdan di tevahiya dîrokê de li ber xwe dan û her tim hatin eciqandin. Lê belê alternatîfa jiyana nû, jiyana azad nebû. PKK hêza xwe ji wê derê werdigire. Ev yek jî hêza xwe ji hevrêtiyê werdigire. Hevrêtiyê jiyana nû, azadî bi pêş ve dibir. Di nava hevrêtiyê de xwefedakirin hevrêtî hîn bi wate dikir. Berjewendiyeke şexsî nebû ji ber ku tu xwe fedayî hevrêyên xwe dike.”

‘Qada azadiyê çiya ye’

Mawa tim û tim destnîşan dike ku tevgera azadiyê hêza xwe ji têkiliyên hevrêtiyê werdigire. Mawa bi van gotina behsa Rêber Apo û PKK’ê dike: “Li Kurdistanê jidayikbûna Rêbertî, pêngava wî ya rast, lêgerîna rast a Rêbertî û tevgera me, kir ku gelê me bigihîne vê astê. Em ji bo gelên Rojhilata Navîn hem jî ji bo gelên dinyayê Rêber Apo nîşaneya felsefeya azadiyê ye. Yanî felsefe û îdeolojiyên heyî bi giranî xizmet ji sîstemê re dikirin. Lê belê îdeolojiya Rêber Apo temsîla îdeolojiya gelan hemûyan bû. Azadiya afirînerê vê îdeolojiyê jî wê bibûya azadiya gelan. Rol û mîsyona ku vê yekê dida ser milê me hebû. Navenda azadiyê, navenda felsefeya azadiyê çiya bûn. PKK beriya her tiştî ne tevgereke ku hin tiştan bi rengekî teorîk dinirxîne. Tu yê her tiştî destpêkê ji xwe bide destpêkirin. PKK tevgereke ku xwe timî nû dike, qebûl nake ku mîna berê bimîne, xwe vediguherîne û yek ji taybetmendiyên ku wê ewqasî xurt dike ev e. Bi keda şehîdan û Rêber Apo ev yek derkete holê. PKK mirovê nû diafirîne. Mirovên bi hêvî diafirîne.”

‘Em ê li Botanê serketinê pêşwazî bikin’

Mawa di sala 2017’an de berê xwe dide çiyayên Botanê û hestên xwe vi ban hevokan tîne ziman: “Çiyayên bakurê Kurdistanê ji bo her gerîla cuda ye, ji bo min gelekî cuda ye. Şoreşa bakurê Kurdistanê wê Kurdistanê bike yek. Ez diçim Botanê. Tevgera PKK’ê her tim dibêje ku devera esasî ya gerîla Botan e. Bi taybetî ji bo min gaveke bi hêvî û şensek e ku bibim şopdarê berxwedana pêvajoya Şerê Gel ê Şoreşgerî. Azadiya Kurdistanê, serketin wê li Botanê dest pê bike û ez jî dixwazim bibim pêşengekî vê serketinê. Serketin wê li Botanê pêk were.”

Mawa berê xwe da xaka ku Andok û Axîn lê şehîd bû. Di 6’ê tîrmeha sala 2018’an de li Kunave ya Faraşînê bi lehengî şer kir û li xaka Botanê xwe gihand Andok û Axîn. Ruhê ciwantiyê bir çiyayên Botanê û bû moralê ciwantiyê yê Botanê.

Çavkanî: Laleş Rênas / Behdînan – ANF

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar