Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Çavkaniya fînansê ya fermandar û leşkerên TSK’ê: Tiryak

Hûrgiliyên bazirganiya tiryakê (Esrar û eroîn) ya ji hêla leşkerên dewleta tirk ve li Licê ya Amedê tê kirin, bi belgeyên dadgehê derket holê. Bi belgeyan aşkera bû ku tiryak bi destê leşkeran tê kirin. Di mijdara sala 2019’an de li Licê 8 kîlo û 660 gram tiryak hatibû girtin. Li ser vê yekê çawîşê pispor Ferhat O., fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Licêyê efser Hakan K. û çawîşên pispor ên li qereqolê Kemal T. û Osman T. di 29’ê mijdara heman salê de hatin girtin. Têkildarî keyayên gundên Licê Abdullah Y. û Necat Î. jî lêpirsîn hatibû vekirin. Îdîanameya der barê fermandar, çawîşên pispor û keyayan de temam bû.

Hikûmet û medyaya dewleta tirk her tim îdia dikir ku PKK bazirganiya tiryakê dike û pirî caran bi ser navên weke ‘Li dijî çavkaniya fînansê ya PKK’ê operasyon’ xwestin vê rastiyê veşêrin. Lê belê bi belgeyan xuya bû ku ne PKK, leşkerên artêşa tirk bi xwe bazirganiya tiryakê dikin û veguherandine çavkaniya fînansê. Îdeanameya der barê fermandar û leşkeran de ji aliyê 12’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve hate qebûlkirin. Dadgehê der barê wan de bi îdiaya ‘Bazirganiya madeyên tiryakê kirine’ û ‘Zimmet’ ê doz vekir. Şandeya dadgehê ji bo bersûcan ji 10 heta 27 salan cezayê girtîgehê dixwaze.

Di dema kontrola rê de hatin girtin

Di lêpirsînê de keyayan jî bi navên ‘X’ û ‘Y’ îfade dan. Keyayan di îfadeyên xwe de wiha qala bazirganiya leşkeran a tiryakê kir: “Heman qasid tiryakê depo dikin û difiroşin.” Xuya bû ku yên ku vî karî dikin jî Hakan K. û 3 çawişên pispor in. Keyayên gund A.Y. û N.Î. hem tiryakê dikirin û hem jî difiroşin. Di 26’ê mijdara 2019’an de li Qereqola Mermerê leşkeran wesayîta çawişê pispor Ferhat O. sekinandin û lêgerîn kirin. Di lêgerînê de ji çanteyê piştê yê O. 8 kîlo û 660 gram tiryak hate dîtin. Di heman rojê de operasyon hatibû kirin û leşkerên guman jê hebû hatibûn binçavkirin.

Derbaskirin û firotina esrarê yek bi yek vegot

Ferhat O. di îfadeya xwe de xwest ji qanûna poşmaniyê sûd bigire û bû îtîrafkar. Di îfadeya xwe de O. wiha qala vê bazirganiyê dike: “Min tiryak ji depoya edlî ya Fermandariya Cendirmeyan a Licêyê hilgirt. Ji bo ku li Amedê bifiroşim, me bi Îbrahîm re lihev kir. Ev peyman bi agahiya çawişê pispor Kemal T. û berpirsyarê depoyê Osman T. çêbû. Me bi fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Liceyê Efser Hakan K. re ev kar dikir. Me ev tiryak ji bo tehqîqeta edlî û weznê anûbû Fermandariya Cendirmeyan a Licêyê. Piştî me li fermandariyê karê wesna edlî kir, ji bo ku bibin depoya emanetên edlî, bi rê ketin. Ji min re gotin ku nêzî 5 kg esrara toz heye. Xwestin vî emanetî radestî keyayê gundê Tepe yê Licê Abdullah Y. bikim. Li pêşiya fermandariyê li wesayîta bi cureya Volvo ya Abdullah Y. siwar bûm. Min 5 kg esrar di tûrikî de da Y.  û xist wesayîta xwe. Li noqteyên kontrolê min wesayît diajo û dema min nasnameya leşkeriyê nîşan dida, bi rehetî derbas dibûm. Fermandarê qereqolê Hakan K. ji bo ku vê esrarê derbas bikim dabû min. Li Ofîs a Amedê ji wesayîtê peya bûm û Hakan K. ev esrar bi bihayê 38 hezar lîreyan firotibû Abdullah Y.  Pere jî Y. teslîmî min kir. Ji vî pereyî 11 hezar lîre min ji xwe re hilgirt. 27 hezar lîre jî min da Hakan K. Temamiya bazirganiya tiryakê ji hêla Hakan K. û çawişê pispor Kemal T. ve tê organîzekirin. Ez jî wekî amûr hatim bikaranîn.”

Ji ewil kom dikin û piştre difiroşin

Çawişê pispor Osman T. ku berpirsyarê depoya tiryakê ku 25 ton tiryar tê de hebû jî di îfadeya xwe de xwest ji zagona poşmaniyê sûd bigire û bû îtîrafkar. Îfadeya Osman T. wiha ye: “Me gelek caran tiryak ji depoyê derxist û firot. Herî dawî di operasyona tiryakê ya Licêyê  de 5 ton tiryak hate desteserkirin. Piştî karê wesnê hat kirin, me xist Depoya Emanetê ya Edlî. Rojek piştre jî çawişê pispor Ferhat O. hate cem min û got; ‘5 ton madeya esrarê hatiye depoyê. Milet ji vê sûd digirin.’ Gelek caran israr kir ku dê vê tiryakê bifiroşe. Min jê pirsî bê ka keseke din di nava vî karî de hene yan na. Got; ‘Ez û Kemal T. bi hevre ne.’ Rojek piştre di danê sibehê de careke din hat û got; ‘Em vî karî bikin û deynên xwe bidin. Hemû kes bi vî karî debara xwe dike. Gelemperî yên têne vir deyndar in. Dema diçin jî ji xwe re wesayît û xaniyan dikirin. Mînak, fermandarê qereqolê yê berê Ramazan û cendirmeyê pispor Tunçay T. dema li vir bûn, rêya xwe dît. Li ser van gotinan ez jî qanih bûm.’ Min ev daxwaz erê kir.

Çawa ji depoyê derxistin û firotin?

Di heman rojê saet di 15.00’an de ez û Ferhat O. li nava fermandariyê rastî hev hatin. Ji min re got; ‘Em esrara depoyê hilgirin.’ Min mifte girt û em bi hev re çûn depoyê. Ferhat O. çenteyê xwe bi xwe re anîbû. 3-4 pakêtên ku di demên berê de di operasyonekê de hatibûn desteserkirin, xistin çenteyê xwe. Derdora 7 – 10 kîloyên esrar toz bûn. Piştre jî ji depoyê derket. Ber bi êvarê ve jî bangî min kir ku biçim odeya mêvanxaneyê. Li wir Ferhat O. û Kemal T. hebûn. Ferhat O. got; ‘Ew esrara me ji depoyê hilgirtî ya baş nîne. Divê em ya baştir hilgirin da ku baştir bifiroşin. Di vê navberê de Kemal T. ji berîka xwe hezar dolarên amerîkî derxist û dane min. Piştre got; ‘Vî pereyî xerç bike. Me tiştek ji te negirtiye.’ Min pere girt.

‘Esrara toz ji depoyê derxist û bir’

Hefteya ku min rapora tenduristiyê girtibû, li Licê operasyon hatibû kirin û 3 ton esrar hatibû desteserkirin. Dîsa Ferhat O. hate cem min û got; ‘Di nava esrara toz a ku hatiye desteserkirin de 100 kîloyên esrara bêtov heye. Em wê bistînin.’ Pir israr kir lê min qebûl nekir. Bi qasî tê bira min di 4’ê mijdara 2019’an bû ku Ferhat O. dîsa hate cem min û got; ‘Em esrara toz derxin. Mirov li benda me ne. Pereyê wê amade ne.’ Piştre saet derdora 17.00’an de ez û Ferhat O. çûn depoyê. Ferhat O. di nava 3-4 tûrikên esrarê de 3 – 4 pakêt ku derdora î 8 -10 kîloyan bû, esrara toz hilbijart. Ev esrar di qoliya qarton de bi cih kir û ji depoyê derket. Min li pêşiya avahiya Biryargeha Cendirmeyan a Navçeyê Kemal T. dît. Di wê kêliyê de qala esrara ku me ji depoyê derxistî kir û got; ‘We ew kar çi kir. Ew temam e?’ Min jî ji Kemal T. re got; ‘Temam e.’ Demek piştre Ferhat O. û Kemal T. bi hevre li odeya mêvanxaneyê man. Li ku derê veşartin û firotine kê, nizanim. Ji bo vê pakêta esrarê jî pere nedane min.”

Hem tiryakê difiroşin û hem jî tiryakfiroşan ber didin

Di îfadeya xwe de erkdarê qereqolê çawişê pispor Kemal T. jî wiha dibêje: “2 kes ji ber çandina tiryakê hatibûn girtin. Ji bo ku wan berdim, 300 hezar lîre teklîf kirin. Di 25’ê mijdara 2019’an de ji destûrê vegeriyam. Di heman rojê saet di 17.00’an de ji bo ku bi wan re hevdîtinê bikim, çûm Amedê. Di rê de Ferhat O. got; ‘A. B. ku ji ber çandin û firotina esrarê hatiye girtin, ji bo ku bê berdan 300 hezar lîreyan dide. Heke neyê berdan jî bi qasî 300 hezar lîreyên esrarê dê bide depoya emanet a Qişleya Fermandariya Cendirmeyan a Licê yê.’ Em bi hevre hatin ser Kolana 75’an û em li cem şîranîfiroşekî rûniştin. Em li ser maseyê li ser berdana A. B. axivîn. Gotin heke A.B. bê berdan dê 300 hezar lîreyan bidin. Min û Ferhat jî ji wan re got ku dê di nava 10-15 rojan de bê berdan. Haya serçawîş Hakan ji meseleyê bû.”

Fermandarê Qereqolê Hakan K. jî di îfadeya xwe îdiayên Ferhat O., Kemal T., û Osman T. red kir û îdia kir ku wî sûc nekiriye.

Di îdeanameyê de hat diyarkirin ku di depoya Fermandariya Cendirmeyan de 25 tonên esrarê hene. Dozger xwest ku Hakan K., Ferhat O., Kemal T. û Osman T. û keyayên taxê Abdullah Y. û Necat Î.  bi sûcdariya ‘Ji firotin û peydakirina tiryakê û zimmeta wê’ cuda cuda bên cezakirin.

Dozger der barê keyayên taxan Nazmî K. û Fatih Î. de jî biryara neşopandinê da. Danişîna yekemîn a dozê di 15’ê hezîranê de li 12’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate dîtin. Şandeya dadgehê piştî parastinê, der barê Ferhat O., Kemal T. û Osman T. de biryara berdewama girtinê da. Der barê Hakan K. de jî bi hinceta xala DMME’yê ya girtina demdirêj, biryara tehliyeyê da. Dadgehê biryar da ku bersûc Abdullah Y. jî bi zorê bînin dadgehê.

Çavkanî: Lezgîn Akdenîz/AMED-MA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar