Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Çavkaniya helbest û qesîdeyên Feqî

Ji dîrokê heta niha ava Serêkaniyê bi paqijî û xweşikiya xwe jiyanê dide xwezayê û ber bi welatên bê sînor ve diherike.  Gava ku mirov li ber çem rûdinê dengê avê  mirov dibe ber bi welatiyên xeribiyê

Ava ku ji şikeftê diherike û di nava bajarê Miksê re derbas dibe, ji gelek helbestên  Feqiyê Teyran re bûye rest û mêvanî kiriye. Ji bo Feqî bûye hêstên helbestê.

Di heman demê de  Ava Miksê ji bo gelek helbestvan û hûnermendan jî bûye çavkaniya stran û helbestan.  Di vê demsala havînê de ku hêle hêl û xuşe xuşa çem mirovan sermest dike Feqî û helbesta wî ya “Ey av û av” tîne hişê mirov. Helbesta Feqî vê xweşikahî û ruhê avê baş pênase dike.

Ji helbesta Feqiyê Teyran a bi navê “Ey av û av” Çemê Mîksê wiha tê vegotin;

 

Ey av û av, ey av û av

Ma tu bi `işq û muhbetê

Mewc û pêlan tavêy belav

Bê sekne û bê ra`hetê

 

Bê ra`het û bê sekne yî

Yan `aşiqê baxwe xwe yî

Yan şubhetê qelbê me yî

Ji işqa kê natebitê

 

Ji işqa kê her têy û têy

Heta kengî her bêy û bêy

Bo min bi bêje `heyranê kê y

Da ez bizanim qisetê

 

Da ez bizanim vê surrê

Ji hindekê heta purrê

Ji me`neya vê gurrgurrê

Ji kê ra dikî vê ta`etê

 

Ta`et dikî bê pa û dev

Çendî dikî çûna li hev

Dengê te tê bi roj û şev

Zikrê dikî bi `haletê

 

Ji kê ra dikî zikrî bi `hal

Qet guşguşa nakî betal

Şubhetê min re`htê `emal

Şevan û rojan xew netê

 

Şevan û rojan bê xew î

Ji mi`hbetê kê ditewî

Şevtariyan qet na`hewî

Tu j`emrê kê vi kez ketê

 

Ji emrê kê her têy bi bez

Sewdaser î şubhetê ez

J`kêrra dikî çûna bi lez

Vê serqutan û `xulmetê

 

`Xulmet dikî bê pê û dest

J`kêrra dikî çend koh û pest

Baxoy negot gavek vewest

Hindî diçî dengê te tê

 

Dengê te tê bê Pê û hev

Ta`et dikî bê qelb û dev

Peyda dibi j`te Mewc û Kev

Şîn bûy ji rengê qudretê

 

Geh geh sipî şubhetê şîr

Qet mislê te na çin tu tîr

Renge ku te yar tête bîr

Meyla `Hebîb j` çûna te tê

 

Lazim te me`hbûbek heye

Yan dost û me`tlûbek heye

Yan meyl û mensûbek heye

Lew bê libas û kiswetê

 

Lew bê libas û tazî yî

Bi reqs û seyr û gazî yî

J`kêrra dikî `işqbaziyî

Remz û sirran te vêketê

 

Remz û sirran vêkrra dikî

`Hemyan vi baxorra dikî

Wek `aşiqan sêran dikî

Gerha di mîhra `xurbetê

 

Gerha di mîhra pîredinê

Qet nanivî, nasekinê

Reng şubhetê qelbê minê

Ji mi`hnetan û ze`hmetê

 

Ze`hmetber î, mi`hnetkêş î

Tu nazik î, teb`etxweş î

Bê ri`h li erdê ra d`meşî

Bê dest û pê tu j`kû ve tê

 

Bê dest û pê, bê çeng û pêrr

Bê pêl û mewc û fetl û gerr

Peyda dibin j`te kerr û ferr

Nakî beyan vê `iletê

 

Vê îletê beyan bike

Tu vê sirrê penhan bike

Carek li min `eyan bike

Da seh bikin hîkayetê

 

Da se`h bikîn vê mes`elê

Cuz`ek ji be`hsa ewelê

Binyad-i bûna menzelê

Dewran û çerxa xîvetê

 

Xîveta `alem di navê

Ji berketa feyz û gulavê

Min temenna kir ji Avê

Ji me`niya heqîqetê

 

`Heqîqeta van Cewheran

Me`rîfeta `Enasiran

Penhan neke j` yar û biran

Bê fêm bibêje `hikmetê

 

Bê fêm û qîl û qal bibêj

Hêdî bi lefzê `hal bibêj

Ber Mîm û Hê û Dal bibêj

Şerh û beyana kaxetê

 

Da kaxetê isbat bikîn

Qeydêd hûr î`tibar bikîn

Carek li min îzhar bikîn

Wazî`h ku fehmê min re tê

 

Dîdar û dîna Sertemî

Avê bi rebbê `alemî

Tu `Hadîs î yan Qîdem î

Yan tu nizanî hikmetê

 

Ber çi ne meşrû`h ew sixin

Rojek ji bunyada mezin

Bîna qede`h jê d`hate min

Ew bîn ji bunyada te tê

 

Ew reng dibêt ava zelal

Buhrîn li min çend mah û sal

Qet kes nekir li min su`al

Heta giham vê sa`etê

 

Heta gihame vê demê

Ma yek nebû d`vê `alemê!

`Ebdek ji puşta Ademê

Bifkir di e`hwalê Şetê

 

Kehnî dizên Cû jê diçin

Hindî Xudê dan Ins û Cin

Qet kes nekir ev pirs ji min

Ne j`Enbîyayê Ommetê

 

Miksî dibê avê we bû

Pêxemberan aqil hebû

Qet hewceyê pirsan nebû

Wan dest gihabû su`hbetê

 

[Avê digo: Feqî rabe

Bê tedbîr û `emel nabe

Ji halê te dê çawa be

Ji kê ra dikî vê sohbetê]

 

Ew su`hbeta cara ewil

Pêxemberan d`zanî şu`xil

`Eyb e ji bo ehlê aqil

Teftîş bikin me`rîfetê

 

Me`rîfetê teftêş bikin

Pirsan li bûna pêş bikin

Wan qissetan vetêş bikin

Li `Arifan kerahetê

 

Qenc vê qissê izhar bike

Li `Arifan ikram bike

Xelqê Xudê `eqil bike

Da se`h bikîn kirametê

 

Xelkê Xwedê `aqil kirî

Hemî `arif û kamil kirî

Nûrek di dil da hilkirî

Eslê qisan rê dibetê

 

Ê mislê min bê `ilm û xet

Mecnûnekê `heywansîfet

Bê teftêş pirsyaran diket

Bê rehnima kî babetê

 

Pirsa Feqê bê cih nebû

Lewrra di furqanê hebû

`Erşê Xudê li ser te bû

Avê gelo bîra te tê

 

Avê cewab da bê suxen

Ezman nebû, b` `hal gote min

Remzên di padşahê mezin

Sub`han ji vê seltenetê

 

Sub`han ji Me`bûdê li ser

Kî dê j` `Ellah ra kit xeber

Em çar Bikir anîne der

Kiç bûn di kenza qudretê

 

Kiç bûn di kenza qîdemê

Baxoy ji `işqa Ademê

Anîne karê `alemê

Zahir kirîn l`vê sûretê

 

Zahir kirîn çar Bakire

Ba û Av û Ax û Agir e

`Heywan hemû jê çêkir e

Dar û Nebata kiswetê

 

Dar û Nebat û Le`l û Zer

`Heywan û esnafên di ser

Teyr û tiyûr û De`bewer

Teftêş kirin ji nutfetê

 

Çi tişt pîçe naferricin

Însan ji Tînê d`xaricin

Lew Cin ji narî d`maricin

Dûr e li Melek teb`etê

 

Çar teb`etîn vêk ra Zidîn

Hem Ateşîn hem Baridîn

D` be`hra Heyûla d`waridîn

Melbûs bi vê wechîyetê

 

Bi çar wechan em Yabîs în

Muqîm yek e em `Hadis în

Lewra Ritûb û Yabis în

Hem jî dixwazîn ref`etê

 

Hem suflewî bazî dikîn

Hem meylî evrazî dikîn

Hem Keynûn hen gazî dikîn

Carek bibînîn ru`yetê

 

Carek bibêj em çar Xweh în

Bê mesle`het nakerrihîn

Ji meşyetê nabetihîn

Cuda kirîn j` wesfîyetê

 

J` wesfîyetê cuda kirîn

Ji su`hbetê em rakirîn

`Heta qîyam sewda kirîn

Sergeşte în di `hîretê

 

Di `hîretê sergeşet în

Qaim li ser zatê xwe în

çarde tebeq karê we în

Rabû ji maza `xefletê WAN

 

Çavkanî: Adnan Bîlen / MA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar