Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...
Pazartesi - 1 Temmuz 2024

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Çavkaniya moralê ya berxwedana Mexmûrê dengbêj Xelîl Mehmûd e

Xelkê Mexmûrê li ber dengbêjiya Xelîl Mehmûd ku bûye çavkaniya hêz û moralê ya gel, li ber xwe didin û dibêjin; em tucar vê zilmê qebûl nakin û heta dawî li berxwe bidin. 

Ji 20’ê Gulanê û vir ve artêşa Iraqê bi wesayîtên zirxî û leşkeran hewl dide ku dor li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bigire, li dijî vê ev 11 roj in xelkê Mexmûrê ji 7 salî heta 70’ê salî kon vedane û li ber xwe didin.

Di van du rojên dawî de, artêş hewl dide bîrên avê yên Mexmûrê bixe bin kontrolê û bi wî rengî zextê li xelkê Mexmûrê bike, li ber vê yekê bê navber berxwedan tê kirin.

Li nava berxwedanê mîna gelek nimûneyên hêjayî tê dîtin, yek ji van jî dengbêj Xelîl Mehmûd ku hem çalakvan û hem jî bi dengê xwe hêzê û moralê dide gel.

Dengbêj Xelîl Mehmûd ji gundê Hîlal a ser bi navçeya Qilaban a Şirnexê ye, ji salên 90’î ve ji ber zilm û zordariya dewleta tirk a dagirker penaber bûye, li Mexmûrê dijî.

Dengbêj Mehmûd ê bi dengbêjî û hûnera xwe li hemû civat û govendan cihê xwe girtiye û yek ji endamê koma dengbêjî ya Mexmûr e, bûye yek ji çavkaniya moralê ya nobeda berxwedanê ya li Mexmûr ku li dijî artêşa Iraqê ku dixwaze warê wan dorpêç û têl bike.

‘Li nava kampê piranî jin zarok û extiyar in’

Mehmûd diyar dike ku ji derveyî berxwedanê tu rêyek din wan nemaye. Ji derveyî vê wargehê em ciheke din ji bo xwe nabînin bi ewle û got: “Li nava kampê, piranî jin, zarok û extiyar in. Ew zilmê û zoriyê li me dikin.”

‘Jin, zarok û extiyar vê zilmê qebûl nakin’

Dengbêj Xelîl Mehmûd bal kişand ser ambargo û dorpêçê jî û wiha pêde çû: “Ev nêzî 3-4 sal in ambargoyek li ser me heye, niha dixwazin bi vê yekê rewşa me girantir bikin. Em ji zarokan dipirsin, dibêjin ‘em qebûl nakin’, em ji jinan dipirsin dibêjin; ‘em qebûl nakin’ em ji zilam û extiyaran dipirsin dibêjin ‘em qebûl nakin’. Her kes tîne ziman ku vê yekê ser xwe qebûl nake. Me tu zilm li kesî nekiriye, me mal û milkê kesî nebiriye li ser bicih nebûne. Dewleta Iraqê bi xwe bih daye, gotiye ‘li vir bijî.’ Neteweyên Yekbûyî em bi xwe anîne vir bicih kirine. Heqê kesî nîne vê zorî û zehmetiyê li ser me bikin. Pir zoriyê ji bo me çêdikin. Em daxwaz ji mafê mirovan a cihanê dikin ku li me bipirsin. Dawî li vê zilm û zordariyê bînin.”

Dengbêj Xelîl Mehmûd ê ji roja ewil a çalakiyê û heta niha li konê berxwedanê yê Mexmûr hatî danîn cihê xwe digire li aliyê din bi stranên xwe bûye çavkaniya moral ya ji bo xelkê Mexmûrê û got: “Ewqas vî gelî rezaletî û bûyer bi seran hatiye, dema ku em stran dibêjin; moralên wan ewqas xurt û bilind dibe ku mîna ku wehî ji bo wan bê bêje ku cinet ji bo we çêdike. Çiqas tengavî li ser bê, bi vî rengî moral û hêz digirin.”

‘Ev wargeh keda Serok Apo ye’

Mehmûd diyar kir ku em ji vê berxwedanê razîn e û baweriya me heye ku her kes ji bo rabûna tengasiyê amade ye.

Herî dawî dengbêj Xelîl Mehmûd bang li hûnermendên kurd û her kesî kir ku bi zimanê xwe bistirê û têkoşînê bike û got: “Hemû hunermend û kesayet bi yek dengî û tifaqî dengê xwe bilind bikin bêjin; ‘em ya li ser kampa Mexmûrê qebûl nakin’. Ev wargeh keda Serok Apo ye. Xwîna şehîdan hatiye avakirin. Divê her kes xwedî lê derkeve.

Di dawiyê de dengbêj Xelîl Mehmûd helbesta ‘he lêde lêde şervanê min, egîdê min lêde’ ji bo civatê got.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar