Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

Çavkaniyên herêmî: Hêzên PDK’ê êrîş gerîlayan kir û cenazeyên şehîdan revandin

Çakvaniyeke herêmî ragihand, komek gerîlayên HPG’ê yên di gundê Kinek re derbas dibûn, piştî ku ji aliyê Lîwaya taybet ya 1 a hêzên PDK’ê ve bi çekên giran tên gûlebarankirin şûnde, 3 gerîla şehîd dibin û cenazeyên wan ji aliyê hêzên PDK’ê ve tên revandin

Şeva 26’ê tîrmehê komek gerîlayên ji qadek derbasê qadek din a xwe dibin, li herêma Xelîfan a Biradostê ji aliyê hêzên PDK’ê ve tên gulebarankirin.

Fermandarê Giştî yê hêzên Pêşmerge Cemal Mihemed Emînkî,  şeva 26’ê tîrmehê îdîa kiribû ku komeke mezin a gerîla di navbera Xelîfan û Bexme de gule li hêzên wan reşandine.

Piştî daxuyaniyê gelek agahî der barê bûyerê de hatin belavkirin ku daxuyaniya Fermandariya Pêşmergeyan derew derdixîne.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyeke herêmî hatiye girtin û agahiyên ku xelkê herêmê li ser medyaya dîjîtal belavkirine, komek gerîla ya têgotin ji 6 kesan pêk tê dema ji qadek re derbasê qadek din a xwe dibin, di derketina gundê Kinek re, ji aliyê Lîwaya Taybet a 1 a PDK’ê ve bi doçka û çekên giran tên gulêbarankirin.

Çavkaniya herêmî diyar kirin ku di encama êrîşa hêzên PDK’ê de 3 gerîla şehîd dibin û cenaze jî li aliyê hêzên PDK’ê tên revandin.

Çakvaniya herêmî têkildarî aqûbeta 3 gerîlayên din de diyar kirin ku ji ber herêm li rojnameger û xelkê re hatiye qedexekirin, kes nikare biçe herêmê, nayê zanîn çi bi serê 3 gerîlayên din hatiye.

HPG jî îro bi daxuyaniyekî ragihand ku hevalên wan dema li ser erka xwe bûne û ji qadek diçûn qadek din, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatine dorpêçkirin û ji wê rojê ve agahî ji gerîlayên xwe nagirin. HPG’ê her wiha bang li PDK’ê kir ku aqûbeta gerîlayên wan aşkera bike û têkildarî mijarê bêyî berovajîkirina rastiyê, raya giştî agahdar bike.

Ji aliyê din ve Xelîfan dikeve ser herêma Soran a girêdayî Hewlêrê ye. HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar