Erê gelê kurd ne biyaniyên van gotin û vê siyaseta dewleta tirka ye. Hema em bînin bîra xwe, R. Erdogan gelek caran dubare û sêbare got ku, “Me li Başûr xeletiyek kir, em careke din heman xeletiye li Rojava nakin” û ma ne ew bû ku li dijî referandûma Başûr jî rabû?
Wate, heta ji destê vê dewletê û hemû dewletên dagirker were nahêlin kurd bibin xwedî îrade û bibin xwedî statu. Her wiha çi destkeftiyên kurdan jî hebin, ew ê hewl bidin ku ewan destkeftiyan jî hilweşînin. Ma ewqas êrîşên qirkirinê yên çaralî li ser kurd û Kurdistanê, ne encama siyaset û kiryarên vê dewleta dagirker û faşîst e.
Ez bawer dikim bi giranî gelê kurd, vê dewleta zalim a tirkan jî û hemû dewletên din ên dagirker jî êdî baş nas dikin. Lê mixabin yên ku baş nasnakin an jî naxwazin nasbikin hinek hêzên me yên kurdan e.
Hema divê mirov yekser ji wan hêzan re bibêje; ma R. Erdogan jî, M. Çavuşoglu jî rasterast xîtabê kê dike û van gotinan ji kê re dibêjin? Ma desthilatî û reveberiya Başûr di destê kîjan hêzê de ye? Her wiha dema ku ENKS derbasî Rojava bû û mijara YEKRÊZIYA KURDAN kete rojevê, Mevlûd Çavuşoglu berê xwe da kê û ew axaftina dijminatî arasteyî kê kir gelo?
Hêzên her roj li gel dewleta R. Erdogan û Çavuşoglu ku camêran dostaniya xwe jî venaşêrin, PDK û ENKS ne. Gelo ma yê ku bersiva wan bide ne ev in?
Niha tê gotin ku ENKS’ê, karê xwe yê ji bo yekrêziya kurdan di nîvî de hiştiye û berê xwe daye Hewlêrê!
Serokê Hewlêrê pîştî Nêçirvan, bûye Mesrûr. Mixabin wî jî da ser şopa pismamê xwe û yekser çû cem dostê malbatê R. Erdogan. Piştî vegera wî ji Tirkiyeyê, êrîşkariyê dewleta tirkan a li ser Tevgêra Azadiya Kurdan zêdetir bû. Him li Rojava û him li Bakur û Qendîlê, bi taybetî jî bûyera Zînî Wertî gelek balkêşe. Ev ne bêyî talîmata tirkan pêk tê!
Mirov li ber helwesta van Rêveberên Başûr mihtel dimîne, mirov diheyire ku li ser wan çi bêje? Ji ber ku hema hema tu gotin nema, tu bang û rica û rexne nema ku ji wan re nehatin gotin.
Ma gelo dibe ku armanca van dewletên dagirker nizabin? Ma gelo dibe ku wateya gotinên van kabira; Receb û Çavuşoglu fehm nakin, tênagihijin?
Na xêr, ji her kesî bêhtir û baştir nas dikin û ji her kesî baştir têdigihin.
Di encamê de du dîtin dimînin; ya bi zanebûn û ji bo berjewendên xwe yên malbatî vê hevkariyê dikin û dikevin xizmeta neyarên kurdan, yan jî ditirisin, newêrin li hemberî neyaran xwe ragirin. Ma mirov çi bêje? Weleh jî billeh jî her du dîtin jî xerabin û yek ji ya din xerabtir e.
Rêveberên Hewlêrê bi xwe tenê jî ranawestin, dibin hevparê siyaseta xerab a dewleta tirkan a li ser Bakur û bi vê jî na sekinin, dibin hevparên siyaseta xerab a heman dewletê ya li ser Rojava jî. Vêya jî bi rêya ENKS’ê didin meşandin.
We ENKS ewqas bi dewleta faşîst a tirk re daye girêdan, weke pepûka nikarin bêyî vê dewletê gavê biavêjin! Helbet biçe li bajarên Tirkiyêyê di avayên mezin de ji wan re ofîsan veke û ji wan re jiyanek luks li ser xwîna gelê me yê Rojava damezirîne, bêgûman Receb jî, Çavuşoglu jî nahêle tu biçe li gel Rêveberiya Xweser yekrêziyê ava bikî.
Kes belaş nan nade kesekî. Lewma divê tu bi keda xwe û bi îradeya xwe li ser pêya ragire. An na kes mafê jiyaneke azad nade kesî. Ji xwe hêviyeke wisa ji dewletên dagirker û bi taybetî ji Tirkiyeyê hêvîkirin, ne bi tenê bêaqili ye, belê mirovan dibe xiyanetê jî!