Navenda Nûçeyan |
Çawişê pispor Mûsa Orhan ku li Êlihê dest avêt Î.E. û kir ku xwe bikuje, li ser nerazîbûna raya giştî di 19’ê tebaxê de hatibû girtin.
Orhan ê tecawizkar piştî ku biryara girtina wî hate wergirtin ji aliyê Midûriyeta Emniyetê ya Sêrtê ve hatibû destgîrkirin û girtin û ew biribûn girtîgehê.
Tê payîn ku rûniştina destpêkê ya darizandina tecawizkar di 16’ê Cotmehê de li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê dest pê bike. Lê dadgeha tirk hefteyek piştî girtina çawişê tecawizkar, ew berda.