Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

CDKF-TJKF: Em ê bêdeng nemînin

CDK-F û TJK-F’yê wiha got: “PDK-Malbata Barzaniyan diçe hewara dewleta tirk. Gerîla rûmeta gel e, em ê nehêlin ku bi rûmeta me bileyîzin.”

Di daxuyaniya nivîskî ya Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) de, wiha hatiye gotin: “Li dijî têkoşîna mafdar a gelê kurd ku bi pêşengtiya zarokên xwe yên leheng pêk tîne, xeta îxanetê ya ku dewleta tirk bi destê hevkaran pêk tîne bi navê PDK-Barzanî bûye hevwate. Di sedsaliya Lozanê de faşîzma AKP-MHP’ê ku bi armanc û xeyalên sala 2023’yan ket rê, rastî berxwedana gerîla ya dîrokî hatiye û têk çûye. Dewleta tirk a ku ketiye nava qeyranek mezin de, PDK û Malbata Barzanî yên xayîn ji bo rizgarkirinê diçin hewara wan. Gerîla rûmeta gelan û temînata siberojê ye, em ê destûr nedin tu hêz bi rûmet û siberoja me bilîzin û em ê bêdeng nemînin.

Dewleta tirk hêza NATO’yê da pişta xwe û bi rûyê modernîteya kapîtalîst yê herî hovane êrîşê gerîla kir. Ev nîşaneya neçarî û bêhêziya dewletat tirk e. Ji ber vê yekê jî li başûrê Kurdistanê piştgiriyê ji PDK-Barzanî digire û xeta îxanetê her roj bi pratîkên cudatir berdewam e.”

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku PDK-Barzanî li şûna azadî, pêşengiya jinan û berxwedanê, radestbûn, feodalîzm û îxanet tercîh kirine.”

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatine diyarkirin: “Lê belê gerîla û Tevgera Azadiyê bi ruhê fedaî yê Apoyî, bêyî li berjewendiyên xwe bifikirin, di bin şert û mercên herî dijwar de, li têkoşîna mafdar a gelê kurd di berdêla dayîna canê xwe dewam dikin.

Em PDK-Barzanî ku li dijî gerîla û yekitiya neteweyî ya kurdan tevdigere û li xeta îxanetê dewam dike şermezar û lanet dikin. Em bang li gelê başûrê Kurdistanê dikin ku li dijî xeta îxanetê ya PDK-Barzanî ku hewl dide wan bike kole û bike xizmetkarê komara tirk a dagirker derkevin û xwedî li berdêlên ku ji bo azadiyê hatine dayîn derkevin û di çerçoveya yekîtiya neteweyî de tevbigerin. Eger ne wisa be wê faşîzma tirk- AKP-MHP’ê qirkirinên ji yên Seddam xirabtir pêk bîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar