Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...
Salı - 27 Ağustos 2024

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Cebar Yawer: Bêdengiya li dijî êrîşan metirsiyek mezin e

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan ê berê Cebar Yawer daxuyand ku bêdengiya hikumeta Iraq û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ya dijî êrîşên Tirkiyeyê metirsiyek mezin e û wiha got: “xelkê bê guneh li ser sînor tên şehîd xistin, ev kiryarane hemû sucên şerin ku ji aliyê dewleta tirk ve pêk tên. Êrîşên dewleta tirk ji berê ve pêk tên, di van êrîşan de hêzên kirêgir hene. Çekdarên ji Suriyeyê tînin û li cem hêzên xwe li dijî gelê kurd didin şer kirin.”

Dewleta tirk a dagirker bi hevkariya çeteyên malbata Barzanî hewl dide başûrê Kurdistanê bi temamî dixe bin destê xwe. Dewleta tirk a dagirker ji deriyê sînor ê Çelê û Xabûrê berhamiyên çeteyên DAI’ê di bin çavdêriya PDK’ê de li Amêdiyê bi cih dike. Di rojên dawî de êrîş li ber çav û alîkariya PDK-Iraqê roj bi roj berfireh dibin. Tirkiyeyê dest bi şewitandin û valekirina gundên başûrê Kurdistanê kiriye. Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan a Hikumeta Herêma Kurdistanê yê berê Cebar Yawer têkildarî êrîşên Tirkiyeyê û bêdengiya PDK û Iraqê ji RojNewsê re axivî.

Cebar Yawer destpêkê bal kişand ser şerê ku Tirkiye dike û da zanîn ku Tirkiye 40 sal e bi PKK’ê re şer dike û dixwaze bihihêje armanca xwe. Yawer got ku niha zêdetirî xwe şer li nav başûrê Kurdistanê pêk tê û wiha pêde çû: “Hinek caran dewleta tirk êrîşî ser xaka Herêma Kurdistanê dikir û vedikişiya, lê piştî sala 2019’an, êrîş zêdetir bûn û herêmên Kurdistanê dixe bin desthilata xwe de. Herwiha baregehên leşkerî ava dike, bi taybet piştî sala 2021’an operasyon daye destpêkirin û ev yek hîn li Metîna ber bi çiyayê Biradost diçe û dewam dike. Niha nêzî Amêdiyê û herêmên din ên Sergelê û herêmên qezaya Soran bûye.”

Cebar Yawer bal kişand ser hejmara baregehên Artêşa tirk ên li nav xaka başûrê Kurdistanê û got: “Dewleta tirk li Dihok û Hewlêrê xwedî 80 baregehên leşkeriye, li gorî Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê, Artêşa tirk 40 kêlometre ketiye nav xaka Herêma Kurdistanê. Dewleta tirk bivê yekê dixwaze şer ji Tirkiyeyê dûrbixe û derve bike. Li gorî ti yasayek navneteweyî dewleta tirk nikare şer bike û baregehan ava bike. Ji ber ku divê rêz li xaka welatek din were girtin û hemû welat xwedî serwerîne. Biryara parlamentoya Tirkiyeyê her sal dike ku dewleta tirk ji derveyî welatê xwe çalakiyên leşkerî pêk bîne. Ev êrîş jî binpêkirina serweriya Kurdistanê ye. Rayedarên dewleta Iraqê dibêjin, ti peymanek bi Tirkiyeyê re nekirine ku rê bide Tirkiye bê nav xaka Iraqê û bi PKK’ê re şer bike.”

Cebar Yawer destnîşan kir ku rawestandina êrîş û bombebaranan jî erkê Hikumeta Federal e, ev binpêkirina serweriya Iraqê ye û dikare li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî vê mijarê bixe rojevê û çareser bike. Yawer got ku Iraq dikare bi hemahengiya bi Herêma Kurdistanê vê pirsgirêkê çareser bike, lê bêdeng e.

Cebar Yawer da zanîn ku heya niha jî şer dewam dike, yên ku ziyanê dibînin jî xelkê gundên li herêmêne û wiha domand: “Ji bo çi kes dengê xwe dernaxe, xelkê bê guneh li ser sînor tên şehîd xistin, ev kiryarane hemû sucên şerin ku ji aliyê dewleta tirk ve pêk tên. Êrîşên dewleta tirk ji berê ve pêk tên, di van êrîşan de hêzên kirêgir hene. Çekdarên ji Suriyeyê tînin û li cem hêzên xwe li dijî gelê kurd didin şer kirin.”

Yawer bal kişand ser helwesta dijî êrîşên Tirkiyeyê û wiha got: “Bêdengiya Hikumeta Iraq û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ya dijî êrîşan metirsiyek mezin e, ji ber vê jî xelk gundên xwe vala dikin, her tim balafirên bê mirov li ser asîmanê Herêma Kurdistanêne û xelkê sivîl digerin û di encama êrîşan de şehîd dikevin. Piştî 40 salan şer û xwîn rijandinê, ispat bûye ku ev pirsgirêkê bi şer çareser nabe. Divê dewlet berê xwe bide şêwazek din ya çareseriyê û dest bi guftugoyê bike. Divê hikumeta Iraq û herêmê jî ji bo dawî li şer bê, bi rola xwe rabin.”

Cebar Yawer dawiya axaftina xwe de diyar kir ku êrîş û bombebaranên Tirkiyeyê binpêkirina qanûnên navneteweyî û serweriya xaka Iraqê ye û got divê serî li rêya aştiyê bide.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar