Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cejna berxwedanê ya zimanê kurdî

Her sal 15’ê Gulanê wekî Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Her sal peyama xwedîderketina zîmanê kurdî tê dayîn, lê piştî cejn diqede ev peyam jî li ber ba diçe. Divê êdî em xwe ji vê rewşê rizgar bikin û ne tenê her roj her kêliyê bikin cejna kurdî. Ji bo her rojên me bibin cejn beriya her tiştî divê mirov ev zimanê qedîm ji vê rewşê derxe. Çawa ku dagirkerên Kurdistanê her dem û kêlî ji bo têkbirina ziman û hebûna me êrîş dikin, divê em jî her dem û her kêliyên xwe ji bo parastina zimanê kurdî derbas bikin. Parastina ziman jî bi xwedîderketinê pêkan e.

Dagirkerên Kurdistanê ji bo têkbirina ziman, çand û hebûna gelê kurd êrîşên herî hovane li ser gel meşandine û bi ser neketine. Niha jî hewl dide bi destên xwefiroşên mina malbata Barzanî qirkirina nîvcomayî temam bike. Vê malbatê deriyê başûrê Kurdistanê heta dawiyê ji dagirkeran re vekiriye. Bêyî ku rastiya kurdan nas bikin, xwe radestî dagirkeran kiriye. Qîma xwe bi radestkirina xwe naynindixwazin hemû kurd radestî dagirkerên Kurdistanê bibin. Ev plana wan li Zap, Avaşîn, Metîna û seranserê Kurdistanê bi berxwedana kurdên berxwedêr û azad têk çû. Berxwedana PKK’ê ya 50 sal in ji bo Kurdistanê dimeşîne êdî hatiye merhaleya têkbirina dagirkeriyê. Heta niha leheng û cangoriyên Kurdistanê bi berxwedana xwe hem gelê kurd û hem jî zimanê kurdî ji mirinê xelas kirin. Di her şert û mercên herî zehmet de ev barê herî giran hilgirtin ser mile xwe û hîn jî pêşengiya vî barî dikin. Lê divê em baş zanibin ku ji niha şûnde barê xwedîderketina kurdî barê ser milê her kesî ye.

Rewşa ku îro zimanê kurdî têde ye bi rastî jî dilê mirovan diêşîne. Ne tenê dil, ruhê mirovan jî pê diêşe. Dema ku mirov serê xwe rake li dora xwe binere rastiya ku em têde ne bi awayekî vekirî dê bibîne. Di kolan an jî kuçeya têde derdas dibe li derdora xwe binere û guhdarî bike wê rastiya kurdî baş bibîne. Êdî zarokên kurdan ên li kolanan dilîzin bi kurdî bi hev re napeyivin. Li kolanan hesreta kurdiya zarokan e. Ew bi zimanê tirkî diaxivin. Ev ji bo zimanê me xetereyeke pir mezin e. Ji êrîşên dagirkeran jî xeternaktir e.

Tê bîra me, berê wexta yekî/ê ku bi tirkî biaxiviya şerm bû. Tenê bi kesên kurdî nizanîbûn re zimanê wan dihat axaftin. Ji bilî vê yekê axaftina ji derveyî kurdî şerm bû. Lê niha zarokên kurdan dema bi zimanê xwe diaxivin wekî şermeke mezin tê dîtin. Îro bi vê nêzîkatiya çewt em bûne biyaniyê kurdî. Ev biyaniya me ya kurdî bi zarokên me destpê dike. Bifikirin wexta ev zarok mezin bibin bê rewşeke çawa derkeve hole. Bi xwe ez naxwazin vê yekê bînim bîra xwe jî. Em bi xetereye pir mezin re rû bi rû ne.

Heke em bixwazin xetereya li pêşiya xwe bibînin divê em li pêkanînên diqewimin binerin. Îro ev şerma axaftina bi kurdî di nava malê û kolanan de ye. Heke em îro vê yekê ji xwe re nekin xem û ji bo pêşîgirtina wê tiştekî nekin wê sibê li taxê belav bibe. Heke li taxê jî pêşiya wê negirin wê rojên din li navçe û bajaran belav bibe. Wê dawiya dawî li her derê belav bibe. Wexta ku bê vê astê wê demê tiştekî ku em bikin namîne. Ji bo neyê vê astê divê em ji deverekê destpê bikin. Pêşî em ji xwe destpê bikin, bê me ji bo zimanê kurdî çi kiriye. Heke em rastiya xwe bibînin wê demê em ê li zarokên xwe, li mala xwe, li kolana xwe, li taxa xwe, li cihê ku em lê dijîn baldar nebin. Ev jî wê ximetê ji dagirkeran re bike.

Xwedîderketina ziman tenê kurdî ji qirkirinê rizgar nake, tenê emrê wê dirêj dike. Ji bo kurdî ji vê rewşê rizgar bibe wek nan û avê pêwîstî bi perwerdehiya kurdî heye. Heta ku em zarokên xwe bi zimanê kurdî perwerde nekin, wê zimanê me hertim ji êrîşan re vekirî be. Divê perwerdehiya kurdî ji bo me xeta sor be. Wê gavê em ê xwe û zimanê xwe ji bin dagirkeriyê û xwefiroşan rizgar bikin.

15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî di serî de li berxwedêrên di çeperan de derbên giran li dewleta dagirker a tirk û xwefiroşan dixin, bi vê berxwedana xwe ruh didin zimanê kurdî û li hemû kurdan pîroz be

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar