Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Cejna Çarşema Sor hat pîrozkirin

Li gelek navçey û bajarên rojhilatê Kurdistan û Îranê cejna Çarşema Sor hat pîrozkirin. Hêzên Îranê xwestin astengiyê derxin lê gel guh neda astengiyan û cejn pîroz kirin

Xelkê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê cejna Çarşema Sor ji salên din cûda bi rengek cûda pîroz kirin. Ji bilî pîrozkirina vê rojê, îsal xelkê Rojhilat û Îranê li dijî desthilat û hêzên ewlekariyê sekinînin û rengê berxwedanê bi cejnê dan.

Çarşema Sor weke cejn û olekî kevin yê kurdan li rojhilatê Kurdistan û Îranê tê pîrozkirin. Ne tenê di nava kurdan de, di nava gelên din yên Îran û rojhilata Navîn de tê pîrozkirin. Li welatên weke ;  Azerbeycan, Tacikistan, Afxanistan û Hindistanê jî ev cejn tê pîrozkirin.

Her sal ev cejn roja sêşemê êvarê tê pîrozkirin. Di pîrozbahiya cejnê de 7 agir tên geş kirin û xelk bi ser agir de xwe di avêje. Yan jî agirek tê vexistin û her kes 7 caran xwe bi ser agir de di avêje. Li gorî baweriya xelkê dema ku kesek xwe bi ser agir de bavêje, hemû gunehên wê di şewitin û sarî diçe û pak û germî tê.

Li hinek navçeyên rojhilatê Kurdistan, jinên ciwan bi meşale diçin ser çiyayan û li wir agir geş dikin. Ciwan agir pêdixin, govend digrin û cejnê pîroz dikin.

Îsal li zêdetirî bajar û navçeyên rojhilatê Kurdistanê Çarşem Sor bi girseyî hate pîrozkirin. Di dema pîroz kirina Çarşema Sor de, li hinek navçe û bajaran xelk li dijî hêzên ewlekariyê rawestan û li hinek cihan jî dirûşmeyên li dijî desthilatê hatin avêtin.

Li hemberî vê hêzên ewlekarî yên Îranê bi taybet li rojhilatê Kurdistanê hewldan pîrozbahiya cejna Çarşema Sor asteng bikin. Lê xelk hember derketin û cejnê pîroz kirin. Li hinek cihan jî pevçûn dinava xelk û hêzên Îranê de derket. SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar