Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Cejna Quba Amadîn7 roj berdewam kir

Vê hefteyê qubên Amadîn, Şebil Qasim, Şêx Hesen û Pîrê Ewra hatin ciwankirin û bi coş hatin pîrozkirin. Cimaya Amedîn 7 rojan bi rê û resmên xwe berdewam kir.

Li Şengalê ji meha tebaxê ve cejna cimaya nûkirin û ciwankirina quban ku cihên pîroz ên êzidiyan e. Her hefte rojên pêncşem û înê qube tên ciwankirin, perî û hilêl bi merasîman tên siwarkirin. Civaka êzidî diçin serdanê û xêrên xwe yên salane li van quban dibexşînin, bawerî û hêviyên xwe yên ji bo jiyan û êzdayetiyê nû dikin. Cimayên Amadîn, Şêx Hesen, Şebil Qasim û Pîrê Ewra bi coş di vê hefteyê de hatin pîrozkirin.

‘Ava paqij û destek paqij’

Cimaya herî dirêj a quba Amedîn bû ku xwedanê eşîra Helîqiya ye. Cimaya Amedîn 7 rojan bi coş û duayan berdewam dike. Her roj kêçê hûr dikin biştre dişilînin û qubê pê ciwan dikin. Her cara ku girêkekê ji wê kêçê li qubê didin duayek ji bo kesek dikin, ew kes jî weke xêr miqdarek pere bexş dike. Ev merasîm 7 rojan berdewam dike. Di roja Pênşemê de periyan bi ava paqij û destê paqij dişûn. Jin periyê ku paçên ji 4 rengan pêk tên dişûn. Rengê wan spî, kesk, sor û zer in. Kesên ku periyê dişûn piranî bi cil û bergên êzidiyan e. Di roja dawî de hilêlê dibin ser Kaniyê yan jî bîrê û li ava paqij didin yan jî li ava zêr didin û bi merasîm dibin jora qubê û siwar dikin. Periyan jî bi merasîmek dibin nava qubê.

Dayik û jinên ku axivîn wiha gotin: “Xweda hemû êzidiyan biparêze û bi hêviya ku her dem xêr û xweşî be ji êzidiyan re. Şukur ji Xwedê re îsal cejn gelek xweş bû. Bi hêviya ku her sal xêr û xweşî bi ser civakê de bibare. Xweda êzidiyên ku di destên dijminan de ne xilas bike. Dijminan ji me û hemû êzidiyan dûr bixe. Êzî hemû kesan biparêze û em cejna hemû êzidiyan pîroz dikin.”

 ‘Vegera xelkê me cejna me xweştir kir’

Şêrîn Helîqî wiha got: “Cejna we û hemû êzidiyan pîroz be. Îro em hatine cimayên xwedanê me Amedîne. Her çend salan carekê tê lidarxistin. Mala xweda ava be îro em periyên xwe û hilêla xwe siwar dikin.”

Caklîn Hesen jî ku ji eşîra Helîqiya ye cejn pîroz kir û got: “Îro roja dawî ya cimayê ye, rojek gelek xweş e ez li hemû êzidiyan pîroz dikim. Cejneke gelek xweş e 7 rojan berdewam dike. Rojên wisa pîroz ji bo me gelek xweş in. Her kes bi cilên spî tê vê derê dîmenekî gelek xweş e. Îro gelê êzidî li Şengalê vegeriyaye ev jî cejna me xweştir dike. Em dîsa vê cejnê li hemû êzidiyan pîroz dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar