Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Cejna Qurbanê bibe wesîleya mezinkirina têkoşîna azadiyê’

Navenda Nûçeyan

Komîteya Bawerî û Gelan a KCK’ê û Konseya Rêvebir ya KNK’ê bi wesîleya Cejna Qurbanê daxuyaniyeke nivîskî belav kirin û cejnê li gelên misilman pîroz kirin.

Komîteya Bawerî û Gelan a KCK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew hêvî dikin ku cejn di serî de ji bo Rojhilata Navîn hemû alema îslamê bibe wesîleya aştî û aramiyê û di nava gelan de bibe sedema aştî, dostanî, piştevanî û parvekirinê.

KCK’ê di berdewama daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman: “Cejn rojên aştî, piştevanî û parvekirinê ne. Cejn li dijî minafiq, zalim û yên hiqûqa heq nasnakin nûnertiya çanda têkoşînê ye; desthilat îslamê ji bo yên umetê weke ol pêşkêş dike, baweriya dûrketina ji ol disepîne. Di wê hêvî û baweriyê de ne ku Cejna Qurbanê ya îsal di nava gel de hest û hizirînê hê mezintir bike.

Gelên misilman ji ber polîtîkayên netew-dewlet û hikûmetên faşîst, pirsgirêkên cidî dijîn. Îslamîbûna tirk a xeyala împaratorî û xelîfetiyê, li Rojhilata Navîn rê li ber rijîna xwîn, hilweşîn, hejarî û talanê vedike û dîsa pirsgirêkan mezintir dike. Êrîşkariya tirk a di demên dawî de, li ser hebûna gelê kurd û ereb, çand û nasnameya wê gefên cidî bi xwe re aniye. Dewleta tirk bi bikaranîna ol, dixwaze ji Libyayê bigire heta Iraq, ji Sûriyeyê bigire heta Yemenê û ji Erebistana Siûdî bigire heta başûr û rojavayê Kurdistanê dagir bike. Ev êrîşkarî mîna ku li Heftanînê, derbasî ser xakên asûrî-suryanî-kildanî gelên din û baweriyên din, jiyana wan dixin metirsiyê. Desthilata tirk a ji nîjatperestiyê xwe xwedî dike, carekî din der ket holê ku rejîmekî qirker, mêtinger û talanker e. Bi boneya vê cejnê di serî de bang li welatparêzên ereb, rewşenbîr, hunermend û siyasetmedarên tirk hemû welatiyên Rojhilata Navîn ên xwedî wijdan, gelên ku xwedî çanda baweriya qedîm a li ser erdnîgariya me li dijî fitneya îslamî ya tirk a ku dixwaze gelan bînin beramberî hev, li gel gelê kurd bi hev re têkoşînekî xurt bikin.

Kurdistanî û Misilmanên Tirkiyeyî yên bi nirx;

Rêya pîrozkirina cejnê ya bi ruhê biratî, yekitiya demokratîk a gelan, girêdayî têkbirina dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ye. Berî çend rojan li Ayasofyayê di xudbeya înê ya ku weke şovek kirin hate dîtin ku senteza tirk-îslamî dijminê gelan, bawerî û çandan e. Îslamiya tirk, îslameke ku Xuda, Quran û Sinet ji bo her cûre derew, fitne û fesadiyê bê ku xwe bide paş bikar tîne ye. Yên ku li ser xeta Muhemmed bawerî anî, her ku li dijî vê îslamiya nîjatperest têkoşîn neke, divê bizane ku tu îbadetên tên kirin wê negihêje wateya pîroziyê. Ji ber vê dibêjin ku têkoşînkirina misilmanên tirkiyeyî ya li dijî polîtîkayên AKP-MHP’ê bi qasî îbadetê xêr e. Yek ji erka misilmanên kurdistanî û tirkiyeyî yên xwedî wijdan, di wê baweriyê de ne ku nebûna hevparê evqas sûc û gunehê li ser navê îslamê tê kirine. Ji ber vê sedemê bang li misilmanên kurdan, tirk û gelên din ên xwedî wijdan dikin ku neçin mizgeftên ku xudbeya diyanetê lê tê xwendin. We vedixwînin bi baweriya ku ‘hemû rûyê dinê mescît e’ nimêjên xwe bikin. Em dixwazin balê bikişînin ku ev helwestekî Muhemmedî ye. Dixwazin binî xet bikin ku her cûre helwest û nêzîkatiya ku destekê dide rejîma AKP-MHP’ê li dijî Muhemmedî û îslamê ye.

Kurdistaniyên bi nirx;

Ji êrîşên qirker ên mêtinger a tirk her zêde gelê kurd jê ziyanê dibîne. Di hişmendiya senteza îslama tirk a di 24’ê Tîrmeha 2020’ê ya li Ayasofya ya ku serokê diyaneta tirk a di nimêja şovê de bi weiz û xudbeya dayî carekî din me dît ku çi qasî ji îslamê fam dike. Ji bo serwerên tirk, îslam, mafê şûr dayîn, oleke ku dagirkerî û xenîmetê tîne ye. Ji ber ku serwerên tirk xwedî vê hişmeniyê ye ku li Libya, Sûriye û Kurdistanê êrîşên dagirkirinê dikin. Ev bi çavê xenîmetê li xaka Kurdistanê dinêrin. Mêtingerî û dagirkeriya li Kurdistanê ji vê hişmeniya îslamî tê. Ji ber vê sedemê di serî de divê hemû kurdên misilman û hemû kurd bizanin ku; sparteka îdeolojîk a mêtingeriya tirk ev hişmendiya îslamî ya tirk a ji rê derketî ye; bi girtina hinek kurdan a li aliyê xwe, ji bo ji vê rêderketinê dixwazin rengê îslamê lê bikin. Tişta ku Muhemmedî û Îlam îro li ser kurdên misilman ferz kirî, li dijî van minafiq û zalimên ol bikar tînin têkoşîn kirine. Li dijî mêtingeriya tirk a li Kurdistanê dest dirêjî jinan, destavêtin û qetil dikin, têkoşîn neyê kirin, bi wateya xwe ya pîroz îbadet nayê kirin.

Misilmanên kurdistanî yên rêzdar;

Divê di vê cejnê de serdana şehîdgehan bikin û diayên xwe yên bi xêr kêm nekin. Serdana hevrêyên girtî kirin, piştevaniya malbatan kirin, çanda cejnê ye. Pêşniyar dikin ku xêrê xwe bidin kes û saziyên ku bikarin bigihînin muhtacên Kurdistanê. Di wê baweriyê de ne ku alîkarî û sedeqeyên xwe yên ku faydeyekê bidin kes û saziyên bi dewleta tirk a faşîst re di nava têkiliyê de ne, wê di hizûra heq de neyê dîtin.

Em Tevgera Azadiya Kurdistanê bi van hest û ramanan Cejna Qurbanê ya misilmanên kurdistanî, carekî din pîroz dikin. Bang li we tevan dikin ku li dijî dewleta tirk a qirker û mêtinger têkoşîneke bi rêxistinkirî bikin. Bi boneya cejnê di şexsê hemû şehîdên têkoşîna azadiyê de, dîsa Rûstem Cûdî yê bi lehengî li Heftanînê li ber xwe da û şehîd ket, hemû şehîdên Cenga Heftanînê bi bîr tînin, soza girêdanbûna xwe ya bi wan re dubare dikin. Cejna malbatên şehîdan pîroz dikin.”

KNK: Cejna Qurbanê li gelê me û hemû alema Îslamê pîroz be

Konseya Rêvebir ya KNK’ê jî di daxuyaniya xwe de ev tişt diyar kir: “Sibe cejn e, Cejna Qurbanê ye. Mixabin em dîsa cejnekê, di rewşeke aloz de pîroz dikin. Li tevayî Kurdistanê êrîşên qirkirinê li ser gelê me didomin. Mirovên me têne qetilkirin û xwezaya welatê me tê wêrankirin. Dagirkerî, gef û tehdîtên dijminan li ser başûr û rojavayê Kurdistanê hingî diçe zêdetir dibin. Rojhilat, zextên dewletê yên li ser gel berdewam in û pirgirêkên civakî roj bi roj kûrtir dibin. Li Başûr jî pirsgirêkên aborî û civakî berdewam dikin, pirsgirêkên herêmên dabirayî heta niha nehatine çareserkirin û êrîşên dewleta tirk jî server zêdebûne. Li Bakur şerê man û nemanê heye. Li vê aloziya mezin, pandemiya koronayê jî li seranserê Kurdistanê belavbûye.

Dewleta tirk, ne tenê li Bakur her wiha li başûr û rojavayê Kurdistanê jî êrîşê gelê me dike. Dewleta tirk, beşek ji axa rojavayê Kurdistanê, beşek jî ji axa başûrê Kurdistanê dagir kiriye û dixwaze vê dagirkeriya xwe berfireh bike. Ev nêzîkî mehek û nîve dewleta tirk, bi hemû hêza xwe ve êrîşê başûrê Kurdistanê dike. Taybetî li Heftanînê dixwaze dagirkeriya xwe zêdetir bike. Li hember van êrîşan gelê me û şervanên azadiyê jî, bi her awayî li ber xwe didin, bi qehremanî û bi fedakriyek mezin êrîşên dijmin vala derdixin. Berxwedana hêzên gerîla ya li devera Heftanînê weke destanek e. Bi vê munasebetê di şexsiyeta berxwedêrên Heftanînê de em hemû hêzên bexwedêr ên Kurdistanê silav dikin û spasiya xwe ji wan re pêşkêş dikin. Heman demê di sêrî de şehîdên berxwedana Heftanînê û hemû şehîdên azadiyê re, girêdana xwe carek din radighînin û di huzûra wan de radiwestin û rêz digirin.

Bêgûman li her çar perçeyan û her derê gelê me, hêdî ne gelê berê ye, bûye xwedî hişmendiyeke mezin û di nava tekoşîneke netewayî ya demokratîka hemdemî de ye. Êdî ne xwazokê ber deriyê zaliman e û nema bindestiyê qebûl dike. Êdî bi tenê hêviya xwe bi xwe û rêberê xwe û têkoşerên xwe dike.

Ji ber rewşa nexweşiya koronayê, mixabin em ê nikarin weke her car cejan xwe pîroz bikin. Em hêvî ji gelê xwe dikin ku di pîrozbahiyên cejnê de, her kes xwe biparêze û tedbîrên pêwîst bigire.

Em bi hêvî û bi baweriya ku gelê me, wê di demeke nêz de bi aramî, aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe li ser axa xwe ya azad pîroz bike. Bi vê munasebetê em Cejna Qurbanê, di sêrî de li girtî û şervanên azadiyê, li gelê Kurdistanê û li hemû alema îslamê pîroz dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar