Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Cejna Qurbanê ji gelên bindest re pêşerojeke azad bi xwe re bîne

CÎK’ê diyar kir ku Cejna Qurbanê pêşerojeke tije aştî, edalet û azad bike para hemû erdnîgariya îslamê û ev bang kir: “Bang li gelê xwe dikin ku li dijî vê zilmê bi sebr bin û têkoşîna xwe mezintir bikin.’’

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) bi wesîleya Cejna Qurbanê daxuyaniyeke nivîskî da. CÎK’ê cejna hemû alema îslamê pîroz kir. Daxuyaniya CÎK’ê wiha ye:

“Di vê roja cejna pîroz de em hemû bi hev re kêfxweşî û aramiya hatina li ba hev dijîn. Rehm û bereketa Xweda teala li ser me hemûyan be. Cejn ew roj in ku dibin sedem hestên me yên yekîtî û xwişk û biratiyê bihêztir bibin. Em weke gel van rojên pîroz bi xemgînî pêşwazî dikin. Em weke gelê kurd ji pêvajoyeke dijwar derbas dibin. Zilm û neheqiyên li dijî gelê me yê di bin dagirkeriyê de her roj zêdetir dibin. Kiryarên derqanûnî, bêedaletî û binpêkirinên mafan ên dewleta tirk yên li ser gelê me her roj bi awayên cuda xwe nîşan didin. Herî dawiyê dewleta tirk li Colemêrgê îradeya gelê me xesp kir û îspat kir ku wê neheqiya xwe ya 100 salî bidomîne. Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava û Başûr zirarên mezin didin aştî û aramiya gelê me û gefan li jiyana însanên me yên sivîl dixwin.

Em bang li gelê xwe dikin ku di vê cejna pîroz de tevî hemû zehmetiyan jî bêhêvî nebin û di nava yekitî û hevgirtinê de bin. Baweriya me nîşanî me dide ku edalet, aramî û xwişk û biratî pîroztirîn hêman in. Heya ku gelê me azad dibe û mafên xwe yên mirovî bi dest dixe, em ê ji bo van hêmanan têkoşîna xwe bidomînin.

Duayên me ji bo gelê me yê bindest e. Em ji Xwedê teala hêvî dikin ku di serî de gelê kurd û pêşerojeke tije aştî, edalet û azad bike para hemû erdnîgariya îslamê. Em hêvî dikin ku ev Cejna Qurbanê bibe wesîleya bidawîbûna êşên me, dabînkirina edaletê û aştiya mayînde were xaka me.

Em dubare bang li gelê xwe dikin ku li dijî vê zilmê bi sebr bin û têkoşîna xwe mezintir bikin.’’

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar