Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cejna Remezanê pîroz kirin

Bi wesîleya Cejna Remezanê Kongra-Gel, KNK û CÎK’ê daxuyaniyên nivîskî weşandin û Cejna Remezanê li hemû gelan pîroz kirin. Di peyamên ku hatin dayîn de hat gotin ku ew hêvîdar in ku cejn, bibe sedema aramî û aştiya herêmê

Kongra Gel, Konseya Rêveber a KNK’ê û Civaka Îslamî ya Kurdistanê CÎK bi wesîleya Cejna Remezanê bi daxuyaniyan peyamên cejnê dan. Di peyamên ku hatin dayîn de bal hat kişandin rewş û pêvajoya ku gelê kurd tê deye û Cejna Remezanê di destpêkê de li gelê kurd û hemû alema îslamê hat pîrozkirin.

Kongra Gel, di peyama xwe ya nivîskî de Cejna Remezanê, di serî de li gelê Kurdistanê, li hemû Alema Îslamê pîroz kir. Peyama Kongra Gel wiha ye:“Em Cejna Remezanê ya gelê Kurdistanê û a Alema İslamê pîroz dikin. Em hêvî dikin ku ev cejna pîroz di nav gelê me û gelên Rojhilata Navîn de bibe wesîla aramî û aştiyê. Gelê me bi şahî pêşwazî dike vê cejnê. Tecrîta Îmraliyê, bi berxwedanên grevên birçîbûnê û bi berxwedanên Dayîkên Laçik spî hate şikestin. Piştî çar salan (5.04.2015) peyama  Rêber Apo û sê hevalên wî gihişt gel, tevgera me û raya giştî. Em cejna Rêber Apo û her sê hevalên li Îmraliyê pîroz dikin, silav û rêzên xwe pêşkêş dikin. Çar perçeyên Kurdistanê û derveyî welat, berxwedana gelê me ya dijî dagirkeriyê gihiştiye asteke dîrokî. Em bi vê wesîlê li her çar beşên Kurdistanê tekoşîna gelê me, hêzên parastinê û yekîneyên parastinê bi giştî hemûyan bi dil û can pîroz dikin û berxwedana wana silav dikin.”

Nema bindestiyê qebûl dike

Konseya Rêveber a KNK’ê bi wesîleya Cejna Remezanê peyameke pîrozbahiyê weşand. Di peyamê de ev tişt hat gotin: “Mixabin em dîsa cejnekê, di rewşeke aloz de pîroz dikin. Li Bakur, li Rojava û Başûrê Kurdistanê êrîşên qirkirinê li ser gelê me didomin. Dewleta tirk piştî dagirkirina Efrînê niha jî berê xwe yên dagirker dane Başûrê Kurdistanê. Li Rojhilat jî rewşa aloz berdewame. Li hember êrîşên dagirkeran, berxwedanek bê hempa heye û şerê azadiyê û berxwedana gelê me, bi hemû awayî berdewam dikin. Bêguman li her çar perçeyan û her derê gelê me, êdî ne gelê berê ye, bûye xwedî hişmendiyeke mezin û di nava tekoşîneke netewayiya demokratîk a hemdemî de ye. Êdî ne xwazokê ber deriyê zaliman e û nema bindestiyê qebûl dike. Êdî bi tenê hêviya xwe bi xwe û rêberê xwe û tekoşerên xwe dike. Em di hêvî û wê baweriyê de ne ku gelê me, wê di demeke nêz de bi aramî û aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe pîroz bike. Bi vê munasenetê em cejna Remezanê, di serî de li girtî û şervanên azadiyê, li gelê Kurdistanê û li alema Islamê pîroz dikin.”

CÎK’ê Cejna Remezanê pîroz kir

Civaka Îslamî ya Kurdistanê CÎK’ê jî bi wesîleya Cejna Remezanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya CÎK’ê de jî ev tişt hate diyarkirin:“Cejn rojên şahî û kêfxweşiyê ne. Cejna Remezanê jî yek ji cejna ola Îslamê ye. Cejna Remezanê roja têgihiştina Qurana pîroz e. Roja azadiya ji zilma Ebû Cehîl û hevalên wî yên zilimkar e. Îro jî li ser gelê me zilmeke mezin heye. Gelê me tê kuştin, talankirin û cejn li wan hatine herimandin. Ji bo ku li Rojhilata Navîn cejn wekî cejnan werin pîrozkirin divê durûtiya li hemberî gelê me were rakirin. Pêxemberê me Hz. Mihemed dibêje ku “Yên ku ji bo birayê xwe jî heman tiştên ji bo xwe nexwaze, îmana wan ne tam e.” Yên ku ji me re dibêjin bira, her tiştê me ji destê me girtine. Em bang li birayên xwe yên misilman dikin. Ji bo gelê Kurd adil û mafnas tevbigerin, kuştin û talankirina li ser Kurdan bidin sekinandin, aştî û aramiya li Kurdistanê pêş bixin. Werin em ji bo aştî û wekheviya mirovan kar bikin, alîkariyê bidin hejar û feqîran. Heke di nav civaka misilman de mazlûm û feqîr jî bigihêjin mafê xwe, wê demê ew ê cejn bibin cejn. Bi hêviya ku Xwedayê mezin îbadeta me qebûl bike, feqîrî û hejarî ji nav me rabe û biratiya rast û durist bi cih bibe, em bi hev re li ser axeke azad jiyaneke azad derbas bikin, em di serî de cejna miletê xwe û ya hemû cîhana Îslamî pîroz dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar