Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cejna şehîdên şoreşê pîroz kirin

Li tax, gund, bajarok, navçe û bajarên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi rasthatina Cejna Remezanê re, bi hezaran malbatên şehîdan, welatî, hêzên ewlehiyê û nûnerên civaka sivîl herikîn goristanên şehîdan. Di serdanên goristanên şehîdan de cejn li şehîdan û malbatên wan hate pîrozkirin û gorên şehîdan bi kulîlk û findan hatin xemilandin

Li hemû bajar, navçe, bajarok û gundên bakur û rojhilatê Sûriyeyê Cejna Remezanê di nava aramiyê de hate pîrozkirin. Ji ber şer û pevçûnan her çiqas gel hinek xemgîn be jî, zarok kolan bi kolan geriyan û bi keyfxweşiyeke mezin cejn pîroz kir. Li her deverekê bakur û rojhilatê Sûriyeyê welatî di sibeha cejnê û îro de herikîn goristanan û berxwedêrên şoreşê ziyaret kirin û bi hurmet bi bîr anîn.

HELEB

Di vê çarçoveyê de bi sedan malbatên şehîdan, welatî û endamên saziyên civaka sivîl li taxa Şêxmeqsûd a Helebê çûn Goristana Şehîdan a li gundê Pino yê herêma Şiqeyêf û Qada Şehîd Ebû Şiyar. Li goristanê di serî de deqeyekê rêz hate girtin. Di serdanê de Cejna Remezanê li şehîdan, malbatên şehîdan û hemû misilmanên cîhanê hate pîrozkirin. Her wiha dayika şehîd Alan, Remziyê Salih helbestek li ser kurê xwe yê şehîd xwend. Herî dawî jî kulîlk danîn ser gorên şehîdan.

EFRÎN Û ŞEHBA

Şêniyên Efrîn û Şehbayê û malbatên şehîdan jî di danê sibehê de çûn serdana goristanên şehîdan ên Şehîd Seydo, Şehîd Refîq û Şehîd Avesta yên li navçeya Ehresê. Welatiyan kulîlk danîn ser gorên şehîdan, Quran xwendin û şêranî li welatiyan belav kirin. Beşdaran Cejna Remezanê li hemû şehîdan û malbatên wan pîroz kirin. Malbatan xwest ku ev cejn bibe wesîleya aştî û aramiya herêmê. Herî dawî jî welatî dema ku ji goristanê vegeriyan bi dirûşman şehîd bi bîr anîn.

TEBQA, REQQA Û DÊRAZOR

Li herêmên ku di çend salên dawiyê de ji tarîtiya çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin ên weke Tebqa, Reqqa û gundewarên Dêrazorê jî gel êdî rê û resmên cejna Remezanê bi awayekî azad pêk tîne. Gel piştî nimêja cejnê berê xwe da goristanên şehîdan. Li Reqqayê welatiyan Goristana Şehîdan a Hikûmiyeyê, li Tebqayê Goristana Şehîdan û li Dêrazorê jî Goristana Şehîd Xidir El Hemadê ziyaret kir. Di serdanan de welatiyan gul danîn ser gorên zarokên xwe, Quran xwendin û şêranî li zarokan belav kir.

MINBIC

Li bajarê Minbicê jî hemû pêkhate herikîn mizgefta El Fetih a Minbicê û nimêja cejnê pîroz kirin. Di xutbeya nimêjê de hat gotin ku îslam jiyaneke aştiyane emr dike û hat xwestin ku herêm bikeve nava aramî û ewlehiyê. Piştî nimêjê jî welatî tevî malbatên şehîdan çûn Goristana Şehîdan. Li goristanê beşdaran gul danîn ser gorên şehîdan û cejn li her kesî pîroz kirin.

HERÊMA CIZÎRÊ

Bi hezaran şêniyên Qamişlo, Hesekê, Dêrik, Girkê Legê, Çil Axa, Til Koçer, Tirbespiyê, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Til Hemîs û Amûdê yên herêma Cizîrê di saetên serê sibehê de piştî nimêja cejnê herikîn goristanan. Di dema serdanan de welatî ji hêla şervanên YPG, YPJ, Hêzên Ewlehiya Hundirîn, Hêzên Trafîkê û HPC’ê ve hatin parastin. Di serdanan de gorên şehîdan bi kulîlkan hatin xemilandin û li gel şêranî hate belavkirin. Welatiyan hêviya jiyaneke azad, wekhev û aştiyane kir û cejn li hemû alema misilmanan pîroz kir. Welatiyan hêvî kir ku cejn bibe wesîleya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

HERÊMA FIRATÊ

Li Herêma Firatê jî piştî nimêja cejnê, malbatên şehîdan û şêniyên herêma Firatê bi giştî berê xwe da goristanên şehîdan. Li Kobanê gel berê xwe da Goristana Şehîd Dîjle û Goristana Komkujiya 25’ê Hezîranê û li Girê Spî jî gel berê xwe da Goristana Şehîd Ehmed Teme. Di serdanan de tevî gel, fermandar, şervan û nûnerên rêveberiya xweser jî amade bûn. Ziyaretvanan şehîdên azadiyê bi rêzdarî bi bîr anîn û cejna wan pîroz kirin.

FIND PÊ XISTIN

Bi rasthatina Cejna Remezanê re, şêniyên herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê serdana goristanên şehîdan kirin. Hema hema li hemû goristanên şehîdan ên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê di êvara Cejna Remezanê de li ser gorên şehîdan find hatin pêxistin û gorên şehîdan bi gulan hatin xemilandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar