Bi milyonan misliman Cejna Qurbanê piroz dikin. Lê di bin şer, xizanî, ne wekhevî, talankirin û şêlandinê de. Gelo ev cejn dibin sedema ku dert û kul bên ji bîr kirin. Ne xwe bi sedema cejnan gelên Rojhilata Navîn hîn zêdetir pirsgirêkên xwe dibînin û jê re li çareyan digerin?
Cejnên olî û pîroz di hemû baweriyan de sedema hevgirtinê, alikariyê, parvekirin û afirandina çareseriyê ye. Ji bo ku parçeyek wekhevî, pêşîlêgirtina niheqiyan cejn hatine îlankirin. Lê mixabin erdginariya Rojhilata Navîn ji vê yekê gelekî dûr e.
Him li Kurdistanê him li Tirkiyeyê, li welatên ereb û him jî li seranserê Rojhilata Navîn, her cejnekî ji cejekî din di şert û mercên xirabtir de tên pêşwazî kirin. Şerê li Sirûyeyê û İraqê didom e. Kurdistan ji xwe 40 sale qada şerê taybet e. Bi milyonan koçberên şer ên Rojhilata Navîn li seranserê cihanê belabûne bêkes, bêmal û bêhal.
Ji aliyek ve rêyedar û giregirên desthilatdar di nav kêf seyranê de jiyana xwe didom în. Li aliye din gel di bin xizaniyê de jiyana xwe didomîn in. Çi welatên ereb çi welatên tirk li kê derê netew dewletek hebe, ji aliyê baronên şer ve tên rêvebir in. Sedema xizaniyê jî, ne wekheviyê jî, şilandin û talankirina civakî jî şer e.
Ev yek rastiya me ye, ne bê hêvîtî û ne jî bêbawerîtiye. Lê belê ev yek qeder nîne. Gelê Rojhilata Navîn, ereb, tirk, ecem, kurd, çerkes, tirkmen dikarin vê yekê biguhirînin. Êdî di vî demsalê de pêwistiya Rojhilata Navîn bi ronesansekî û guherînekî heqîqî heye. Şoreşekî fikrî û birdozî pêwîst e. Rê û rêbazên vê yekê hene. Bêhna şoreşê li derê belabûye. Lewma desthilatdar evqas êrişkarin, lewma şer evqas tê kurkirin. Çi dibe bila bibe, zû an jî dereng ev şoreş dê rûbide. Dê roj li Rojhilata Navîn bilind bibe û mirovahiyê germ bike.
Çawa ku naveroka cejnan hatiye valakirin dê gel cejnên nû ên rizgariyê biafirînin. Ji vê yekê re jî neçar in. Kes nikare pêşiya vê heqîqetê bigire. Desthilatdar jî vê yekê dizanin tenê dixwazin ku hinekî taloq bikin, hinek paşde bidin, hinekî emrê xwe dirêj bikin. Êrişê wan organize ne. Listikên hezaran salan li ser civakê ferz dikin. Ewil civakan berê hev didin. Nakokiyên di navbera xizanan de kûr dikin. Fesadiyê dikin, hesûdiyê bipêş dixin. Dizanin ku xizan bihev bikevin êwê polîtiqayên xwe yê serdestiyê bidom în.
Ev yek jî êdî derketiye holê, hatiye dîtin. Lewma divên ku hemû civak li gel hemû cûdahiyên xwe yekitiya xwe li dar bixwe. Ji bilî vê yekî jî tû çareyek nîne. Azadî jî serfirazî jî di yekîtiya civakê de veşartiye. Cejnên civakî bi yekîtiya civakî dê afirandin. Bi vê minasebetê cejna hemû gelê me pîroz be.