PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Cejna Zimanê Kurdî bi bernameyek têr û tijî wê bê pîrozkirin

Bernameya Cejna Zimanê Kurdî wê sibe li Birça Keçikê ya navçeya Sûrê ya Amedê destpê bike. Pîrozbahiya cejna kurdî wê heta 252ê gulanê bi çoş bê pîrozkirin.

15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî wê Kurdistanê û derveyî welat bi bernameyên dewlemend bê pîrozkirin. Starta bernameyê ku bi pêşengtiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Wêjevanên Kurd, Enstîtûya Kurd a Amedê, Kovara DESTAR’ê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM PartÎ), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ve tê kirin dê sibe saet di 17.00’ê de li Birca Keçikê ya navçeya Sûrê bi deklarasyonekê bê dayîn.

Di çarçoveya bernameyê de dê di 12’ê gulanê saet di 09.00’an de li navçeya Pasûrê bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar “Atolyeya jin û zarokan a ziman” bê lidarxistin. Di 13’ê gulanê saet di 12.00’ê de dê li Qada Şêx Seîd a Sûrê belavok bên belavkirin. Saet di 15.00’ê de jî dê li Navenda Çandê ya Dîcle Firatê panela ziman bê lidarxistin û karnameyên xwendekarên mezûn bên dayîn.

Di 14’ê gulanê de dê li taxa Şehîtlîkê li qada bazarê belavok bên belavkirin, saet di 16.30’ê de li pêşiya Mizgefta Mezin konsereke çîrok û dengbêjiyê bê lidarxistin. Saet di 21.00’ê de jî dê li ser medyaya dijîtal têkildarî zimanê kurdî xebata hashtagê bê kirin û li navçeya Farqînê jî di tevahiya rojê de Mîhrîcana Serê Salê bê lidarxistin.

Di 15’ê gulanê saet di 12.00’an de dê bi tevlibûna Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, Keskîn Bayindir û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan li Parka Roboskê meş bê lidarxistin.

Di 18’ê gulanê de dê li Liceyê, di 19’ê gulanê de li Pîranê, di 25’ê gulanê de jî li Hezroyê ji bo jin û zarokan atolyeyên ziman bên lidarxistin. Bername dê saet di 09.00’ê de dest pê bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar