Navenda Nûçeyan |
Her çiqas medyaya girêdayî PDK’ê îdia kir ku komek gerîla êrîşî pêşmergeyan kir, lê çavkaniyek taybet ji Rojnewsê re diyar kir ku ev îdia derev in û tişt ragihand: “Li Girê Bolê û herêmên Berbizinan û Goşînê yên Sîdekan a herêma Biradost, çekdarên hêzên Helgurd ên PDK’ê bi çekên giran êrîş kirin û xwestin li herêmê bi cih bibin. Lê gerîla ji wan re ragihand ku nabe hûn li vir bi cih bibin û hişyar kirin. Li gel hişyariya gerîla jî PDK’ê di vê tevgera xwe de israr kir. Lewma gerîla hewade gule berdan. Çekdarên PDK’ê revîn û herêm bi cih hiştin. Weke medyaya PDK’ê jî qal kirî tu pêşmerge birîndar nebûne.”
Ev êrîşa PDK’ê di demekê de ye ku artêşa tirk a dagirker bi kîlometreyan xaka başûrê Kurdistanê dagir kiriye, lê heta niha PDK’ê li dijî bertek nîşan nedaye û tenê gerîla li dijî dagirkeriya dewleta tirk berxwedanê dikin.