Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

‘Çekdariya şexsî jiyana jinan dike bin xetereyê’

Parlamentera Wanê Gulcan Kaçmaz Sagyîgît da zanîn ku çekdariya şexsî li Kuridstan û Tirkiyeyê pir zêde bûye û kuştinên jinan jî girêdayê vê zêde dibin. Gulcanê li her qadê banga têkoşînê kir û banga hestiyariyê li raya giştî kir.

Di sûcên li hember jinan de ji ber desthilatdarî û dewlet lêpirsînên bi bandor nameşînin roj bi roj sûcên li hember jinan zêde dibin. Gotinên desthilatdariyê jî tundiyê gur dikin.

‘Li welat ji 65 kesî yek bi çek e’

Bi destê dewlet û desthialtdariyê çekdariya şexsî tê teşwîqkirin û ev jî dibe sedema mirina jiann. Li Tirkiyeyê heta niha li gorî daneyan li dora 596 hezar û 495 kes xwedî çekin û 475 hezar û 542 kes jî bê ruhsat çekan li ser xwe digerînin.

Li gorî daneyên Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) ya sala 2022yan; 182 jin bi çekê hatine qetilkirin û  ji gumanbarên qetilkirina jinan ji sedî 14 sîcîla wan ya qeyda edlî heye.

Pergala bi mêjiyê mêr hatiye dîzaynkirin

Parlamentera Partiya Çep a Kesk Gulcan Kaçmaz Sagyîgît der barê mijarê de ji ajansa me re nirxandin kir û da zanîn ku polîtîkayên tundiya li hember jinê bi îro ne sînorin û bi sedaslane rola zîhniyeta serdest heye. Gulcanê destnîşan kir k ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê her roj jin tên qetilkirin û got ev pergal bi mêjiyê mêr hatiye dîzaynkirin.

Êrîşên li hember destkeftiyên jinan didomin

Gulcanê got li dijî zîhniyeta serdest a mêr bi salane têdikoşin û di encama têkoşînê de destkeftiyên cidî hatine bidestxistin û wiha domand: “Li dijî destkeftiyên jinan jî êrişek mijara gotinê heye. Pratîkên der barê Peymana Stenbolê de li holê ne. Pratîkên der barê qanûna 6284 jî li holê ne.  Hewl didin jinê hepsê malê bikin û jina makul ava bikin. Li dijî destkeftiyên jinan êrîşek mezin heye. Di 5 mehên ewil ên 2023 jî têde li gorî daneyên 10 salên borî di encama tundiya mêr de 4 hezar û 237 jin hatine qetilkirin. Qanûn mixabin pêşî li çedkariya şexsî vedike û qirkirina jinê her ku diçe zêde dibe.”

‘Wê têkoşîn mezin bibe’

Gulcanê di dawiya axaftina xwe de wiha vegot: “Em ê li dijî zêdebûna qetilkirina jinan a di encama çekddariya şexsî de zêdetir dibin ne tenê li meclîsê em ê li hemû qadan têbikoşin. Heta niha me çawa têkoşîn meşand em ê ji vir şûnde jî bimeşînin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar