Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Çekên kîmyayî, rastî û helwesta Şebnem Korur Fîncanciyê

Dewleta tirk li hember şerê gerîla bi tu awayî negihişte armanca xwe. Li rastî berxwedaneke mezin hat. Gerîla di vî warî de berxwedaneke dîrokî nişanda, artêşa tirk li Zapê, Avaşînê asê ma, piştre beşek hêzên xwe paşve kişand û di encamê de Wezareta Parastinê diyar kir tevgera xwe rawestandine. Heta rewş hate vê radeyê artêşa tirk ji bo bi ser keve serî li çekên di şer de hatine qedexekirin ên kîmyayî da. Navenda Parastina Gel (NPG) bi danuxaniyê eşkere kir ku 17 gerîlayên wan bi çekên kîmyayî yên artêşa tirk hatine îmha kirin.

Dema nûçe di çapemeniyê de belav bû, bi ser navê Yekitiya Tabîban a Tirkiyeyê (TTB) seroka wê Şebnem Korûr Fîncanciyê bi daxuyaniyekê li hember vê agahiyê bertek nişanda û bang kir ku ji bo vê yekê bila lêkolîn bê kirin û rastî derkeve holê. Dewleta tirk tehamulî vê bangê nekir. Ji hikumetê heta muxalefetê her dorên nijadperest bertek hat nişandan ku artêşa wan a pir û pak qet vî karî dike û Şebnem Korûr Fîncanci xayîn îlan kir. Navberê re demeke kurt derbas nebû Şebnem Korûr Fîncanci hat binçav kirin û biryara girtinê hat derxistin.

Dinya alem dizane ku ne ji bo şûcekî pêk aniye ew avêtine girtîgehê. Berevajî vê ji bo tolhildanê, bêdengkirinê û li hember derketina van sûcan tirsandin û bêbertekkirina mirovên ku hesasiyetê nişan bidin bû.

Şebnem Korûr Fîncanci wijdana rewşenbîr, demokrat, kesên dijî şer hesasiyeta wan lipêş e û namûsa zanistê ne. Divê neyê jibîrkirin ku di nav heydadeya nijadperest û hawira xedar de hebûna dengên xwedî wijdan û li gel her kend û kospa heyî de namûsa parastina zanistê gelek bi nirx û mînakeke bêhempa ye. Kesên ku haya wan jê heye dizanin, piştî ku Komara Îslamî ya Îranê mebest û armancên xwe tev bi cih anîn bi ser hêzên muxalîf te çû. Serokê Tudehê (Partiya Komunîst a Îranê) Îhsan Taberî, di bin zext û zora Ayetûlahan de hem ji fikir û ramanên xwe yên çepgir poşman bû hem jî partiya xwe ya wê hingê tasfiye kir. Dîsa tê îdakirin ku dema girtina xwe de sekreterê partiya Komunîst a Tirkiyeyê Şefîk Husnu jî îtiraf kiriye, nebûye parastvanê fikrên xwe yên berê.

Ji ber vê yekê ku sekn û helwesta Şebnem Korûr Fîncanciyê pir girîng e, biwate û giranbiha ye. Fîncanci hat binçavkirin û girtin. Hem li ber dozger û dadger hem jî li girtîgehê reftara xwe parast û tu car paşde gav neavêt. Jixwe dosyaya ji bo wê hatibû amadekirin pûç bû, daneyên ku wê bidin mehkûmkirin tune bûn. Lê dewletê dixwest bi darizandin û cezakirina wê peyamekê bide civakê. Pê re ji bo ku ew heydadeya rakir bê wate nebe bi fermana hikumetê biryara ceza dayînê da derxistin. Ji bo vê yekê bi îdayên pûç û bêbingeh 2 sal heşt meh ceza dane Şebnem Korûr Fîncanciyê.

Dayîna vî cezayî sosretiyek e di dîroka hiqûqê de bû. Tu car û tu kes bawer nake ku cezayê li Fîncanciyê hatiye birîn di cih de ye, wê ceza heq kiriye. Berevajî wê ji bo vî cezayê derveyî hiqûqê ji cîhanê û Tirkiyeyê gelek bertek hatin nîşandan.

Çawa ku di bin çav de û li girtîgehê Fîncanciyê sekneke biwate nîşan da her wisa jî li hember dadgehê û ceza jî heman sekn û helwest xwe dubare kir. Tawîz neda nijadperest û şerxwazan. Piştî dayîna ceza dadgehê ji ber ku ceza bi maweya hundir de maye ve diqede Fîncanci berda, ew derket derve. Bi awayekî serbilind çawa li derve helwest nîşan da, wisa jî ji hundir derket û tawîz neda.

Fîncanciyê helwesteke rewşenbîrî, demokrat û dijşer bi namûsa zanistê parast û tawîz neda. Li hember heydadeya nijadperest çok veneda, serê xwe li hember desthilatdariya faşîst AKP Û MHP’yê netewand. Rewşenbîrî û namûsa zanistê ya rasteqîn ev e. Ev helwest nîşan dide ku Şebnem Korûr Fîncanci girêdayî qaîde û prensîbên xwe ye, di bin zext û zorê de paşde gav navêje. Nabêje ya, “min şaşî kir, mebesta min ne ev bû. Çapemeniyê gotinên min berevajî kirine. Ez ji artêş û dewleta xwe razî me. Ew her mezin in û ew saziyên ku tu car layiqî vî sûcî bên dîtin nîn in.” Û ji bo pêşeroja xwe derfetekî mezin hêvî nekir.

Rojên qeyrana, rojên tengasî û zextan weke kaxizê tûrnûsolê ne, kesayeta mirovan derdixin rastê.

Şebnem Korûr Fîncanci ji wan kesan bû helwesta layiqî pesindayînê ye. Bi vê helwesta xwe namûsa rewşenbîr û demokratên tirk jî parast. Qasî hejmara tiliyên destekî bin jî ew bi rastî temsîliyeteke hêja dikin. Ji bo sekna wê paşdegavneavêtî di dilê gelê kurd de jî cihekî binirx girtiye.

Bila Şebnem Korûr Fîncanciyên wêrek her hebin, gelek bin û tirsa dilê desthilatdaran bin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar