Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Celaliyan: Hemû jinên azadîxwaz daxwaza azadiya Rêber Apo bikin

Girtiya jin a siyasî Zeyneb Celaliyan diyar kir ku li Kurdsitanê û li cîhanê jin bi berxwedaneke bêhempa ber bi ronahî dimeşin û wiha got: “Daxwaza min ew e ku hemû gelên azadîxwaz û bi taybetî jinên azadîxwaz piştgiriya azadiya Rêber Apo bikin. Bi hêviya ku em bi hev re 8’ê Adarê pîroz bikin.”

Zeyneb Celaliyan a 17 sal in di zindanên Îranê de bi gefa darvekirinê re rê bi rû ye û niha li Girtîgeha Yezdê tê ragirtin bi boneya 8’ê Adarê bi wêneyê xwe yê dawî re nameyek şand. Zeyneb Celaliyan bang li gelên azadîxwaz û bi taybetî jinên azadîxwaz kir ku li her derê daxwaza azadiya Rêber Apo bikin.

Berfirehiya nameya Zeyneb Celaliyan wiha ye:

“Ez destpêkê 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê û li hemû mirovahiyê pîroz dikim.

Em îsal jî gihîştin 8’ê Adarê, Newroz û biharê. Di 8’ê Adarê de jinan ji ber bêedaletî û hovîtiyê û ji ber armancên xwe gelek berdêl dane û jiyana xwe ji dest dane, ew êdî beşdarî çalakiyên 8’ê Adarê nabin. Bibîranîna wan îlhamê dide me û ew qet namirin. Gelek kes ji ber bêedaletî û zilmê di zindanan de ne. Ez ji vir 8’ê Adarê li wan pîroz dikim. Em jinên zindanîkirî, em li ku derê bin jî em ê 8’ê Adarê bi rêzdarî hembêz dikin. Em hewl didin cîhaneke wekhev biafirînin da ku her roj wek 8’ê Adarê roja jinan be, ne tenê yek roj. Em rastî dijwarî û zehmetiyan tên, lê belê em ê berdewam bin heta ku serkeftin tê bidestxistin.

8’ê Adarê ya îsal gelekî wtedar e

Wateyeke taybet a 8’ê Adara îsal heye. 8’ê Adara sala par piştî şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bû û piştî wê gelek êrîş li dijî jinan hatin kirin. Bi gaz û madeyên kîmyayî êrîşî jinan kirin û bi girtin û zindanîkirinê ji wan xwestin ku dest ji daxwazên xwe berdin. Li Rojava ku jinan şerê DAÎŞ’a paşverû dikir, bûn armancên êrîşên taybet ku hêzên navneteweyî jî piştgiriya wan êrîşan dikir. Lê belê hem li Rojhilatê Kurdistanê, hem li Îranê û hem li cîhanê jinan bi vîneke bilind li ber xwe didin û ber bi ronahî û wekheviyê dimeşin. Her wiha hin azadîxwaz hatin bidarvekirin û li hin azadîxwazan jî cezayên zindanîkirinê li wan hatin birîn. Tu yekî ji wan jî qebûl nekir ku li hemberî zilm û çewisandinê teslîmiyetê qebûl bikin. Lewma girîngiyeke taybet a 8’ê Adara îsal heye. Ji ber ku saleke tijî berxwedan e.

Fikirê Rêber Apo gerdûnî bûye

Rêberê me Abdullah Ocalan afirînerê fikira ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi Komployeke Navneteweyî hate revandin û 25 sal in di zindanê de ye. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê me Abdullah Ocalan pêngavek hatiye destpêkirin ku rojane kes, kom û neteweyên cuda piştgiriya wê dikin. Tevî piştgirîkirin û beşdarbûna xwe, daxwaza min ew e ku hemû gelên azadîxwaz û bi taybetî jinên azadîxwaz piştgiriya Rêber Apo bikin û daxwaza azadiya wî bikin. Bêguman Rêber Apo nûnerê azadiyê ye di zindanê de ye. Ev 25 sal in li dijî Tirkiye û NATO’yê li ber xwe dide. Ew nûnertiya fikir û ramaneke gerdûnî dike. Lewra hêjayî piştgirîkirinê ye. Ev berxwedana Rêber Apo bûye sedema bangewaziya azadiyê ya girtiyên nav zindanan. Hemû azadîxwaz hêjayî wê yekê ne ku bi azadî bijîn. Lewma piştgirîkirina wan helwesteke mirovî ye. Bi hêviya ku em bi hev re 8’ê Adarê pîroz bikin.

Ez dîsa hatina 8’ê Adarê li jinên têkoşer û li hemû gelan pîroz dikim. Wekî ku min berî niha got: Ez ê di jiyana xwe de hewl bidim ku xwîna azadîxwazan neyê rijandin û ez ê têkoşîna xwe bidomînim.

8’ê Adarê li we hemûyan pîroz be! Bijî jinên azad. Jin, Jiyan, Azadî.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar