Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Çelengên li pişt perdeyê

Şînda Ekrem | 

Ji rojnemevanan re xwarin çêdikir, ji wan re dayik bû û ji bo welatê xwe biparezê şervan bû , heya roja dawî bi wan re li Efrîn dimîne, lê feleka ku li serê gelê Efrînê gera wan ji hev qut kir, lê berê gotine: “yê şîr helal be keda dayika xwe ji bîr nake.” piştî 3 mehan ji dagirkeriya Efrînê rojnemevan li her derek ku diçûn ji bo rewşa gel ragihînin pirsa dayika Zeyneb dikin ta wê li navçeya Fêfînê dibînin .

Agir ber nadin,  gelek kes di şer de hene… di heman demê de gelek kar heye.

Gelek tişt ne tenê li derdora mirinê digere, lê belê ew tişt li dora jiyanê jî digere.

Di şer de agir an jî guleyan bernadin , şer dikin, mayinan diçînin , mayinan divekin, bomba diavêjin, bi destan li hev dixin. Di şer de cilan dişon, nan û xwarin hazir dikin , firakan dişon, nameyan belav dikin, kefenan hazir dikin, cil û solan didûrin û her wekî din ku mirov qal bike bi dawî nabe, wate sê behra şer ji jiyana pişt perdê pêk tê.

Gelo çi li pişt perdeyê heye?

Bi hezaran şerê, kurt û dirêj qewimîne û me hûrguliyên hin ji wan dizanibû û hûrguliyên din di nav laşên qurbanan de tune bûn. Pîran nivîsandin, lê her tim mêran li ser mêran nivîsî ye. Her tim tiştê ku me di derheqê şer de dizanî bû, me ew bi “dengê mêran” ​​dizanî.

Di heman şeran de, ji şerê yekem û duyem ê cîhanê bigir heya roja me ya îro ku wek şerê sêyem a cîhanê tê binavkirin, bi milyonan jin cihê xwe di eniyê şer de girtine û şerê hebûn û nebûnê kirine, çi lê pêş perde û çê li pişt perde û bi gelek cureyên kar rabûne û bi saya şoreşa rojavayê Kurdistanê êdî bêdeng nemane , ku dayika Zeyneb Mihemde ya ji gundê Gemrokê yê girêdayî bajarê Efrînê yek ji wan jinan e.

Zeyneb wek her malbateke efrînî debara jiyana xwe ji darê zeytûn û fêkiyan digirt, bi ragihandina Rêveberiya Xweser, wek her jinekê cihê xwe di nav xebatê mala jinan de digire.

Sal derbas bûn û her Efrîn di nava gefên dewleta tirk û çetên wê de bû, dayika Zeyneb li gel karê xwe yê mala jinan danê êvarê cihê xwe di nava hêzên cewherî de digirt û erkê xwe yê parastinê dikir, berî şerê Efrînê bi salekê li navenda ragihandinê ya Efrînê xwarin ji endamê ragihandinê re çêdikir.

Gefên dewleta tirk a dagirker û çetên wê di sala 2018’an de li ser Efrînê zêdetir bûn .

Artêşa dagirker a tirk û çeteyên wê di 20’ê Çileya 2018’an de bikaranîna her cûre çekên giran û nûjen, balafirên şer, balafirên bêmirov û heta çekên ku di navneteweyî de qedexe ne êrîşek li dijî kantona Efrînê dan destpêkirin.

Di 8’ê Adara 2018’an de, artêşa dagirker a tirk ji her alî ve hema bêje bi tevahî bajarê Efrînê dorpêç kir û dest bi topbaran û topbarankirina bajêr kir bêser û ber.

Li wir her êrîş dibû dayika Zeyneb ji dev xwarina ku ji rojnemevana re hazir dikir ber nedida, tenê lawek wê hebû li wir dima û bi rêya telefonê bi lawê xwe re diaxivî. Dema şer giran dibû diçûn qebwa bin erd.

Zeyneb  dibêje, dema ku rojnemeger dihatin pir westiyayî bûn, lê ruxmî westandinê yek deqê li cihê xwe nedisekinîn carna nan li ser pêyan dixwarin û carna nan nediket zikê wan ji ber her di nav bûyerê bi êş de bûn.

Dayika Zeyneb her di nava du’ayan de bû, dibêje her roj me zêdetirî 20 kesan oxir dikirin . Rojnemevanan her ji min re digotin dayê biç lawê xwe bibîne şer giran e em ê debara xwe bikin , lê dayika Zeyneb digot ma canê min ji yê we ne bihatir e ez ê bi were bim heya dawî.

Bi rojnemevanan re diçû goristanê, şehîdên xwe li ser rêyan û pişta xesta Evrîn vedişartin. Roja dawî dayika Zeyneb germî û selta ji rojnamevanan re hazir kiribû lê xwarin li ser masê ma û pêwîst bû wê rojê her kes ji Efrînê derkeve.

Di wê rojê de ku kes bi kesekî nediket dayik Zeyneb û rojnemevanê ANHA’yê ji hev qut dibin.

Her kes bi deverkê ve diçe, Zeyneb bi hezaran gel re ber bi çiyayê Ehlamê ve diçe, nêzî 14 seatan di bin baraneke dijwar de dimeşin.

Di rêyan de dayika Zeyneb her çavê xwe li rojnemevanê ku wek dayik li wan dinêrî digerand ji ber her ji wan re xwarin hazir dikir, digot: “Gelo niha birçîne tîne, heta di rêya koçberiyê de nikaribû bê wan nan bi xwe.”

Heya navçeya Fêfînê diçin ji wir berê xwe didin Til Rifat, demek diçe her kes li navçeyên Şehbayê dimîne , rojek ji rojan rojnemevan Tolîn Hesen û Şervîn Mistefa ku dayika Zeyneb li Efrînê ji wan re xwarin çêdikir li Til Rifatê dibînin û wê hembêz dikin, li dayika Zeyneb israr dikin ku bi wan re biçe, ji ber ew demek dirêj bû her lê digeriyan.

Li herêma Şehbayê ger min xwarina destê dayika Zeyneb li gel hevalê xwe yê rojnemevan nexwara min ê wê nas nekira. Li wir demê min lê guhdar dikir wek jineke çeleng ji pişt perdê derket ser dikê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar