Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Celî Gadanî: Siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskar

(03.03.1934 Mehabad – 06.08.2020 Hewlêr)

Kedkarekî doza Kurdistanê

„Nexweştirîn bîranîna min a jiyanê ku qet ji bîr nakim roja îdama Pêşewa Qazî Mihemed e…“

Me bi vê gotinê dest pêkir û êdî min zanî ku ew bi wî mejiyê xwe yê bihêz û weke dîrokek zindî dikare çend rojan li ser mijarên cuda ji hev xeber bide. Mirovekî xwedî helwest û bi exlaq ku aşiqê azadî yê bû. Xwe bi xwendevanê doza kurdîniyê û mekteba Şêx Ubeydulah, Simkoyê Şikak, Qazî Mihemed û Dr. Qasimlo dizanî. Ji her kesî jî daxwaza wî ew bû ku rêbaza wan berdewam bikin.

Evîndarê kar û xebatê bû. Kena wî ya ji dil hêviyên mezin diafirandin dema bi dengekî tije hêz meremên xwe yên jiyanê beyan dikirin. Fedakar bû û ji hevalên doza xwe re jî tim hevkar. Dilnizimiya wî bibû sedem ku ji hêla herkesî ve bê hezkirin. Şahidekî 70 salên bihûrî yên şoreşa Kurdistanê û cihê qedirnasiyê ku wî biqasî ku karî ew rûdan nivîsandine û kirine malê dîrokê.

Cara yekê sala 2005‘an min ji nêz ve ew mirovê hêja li festîvala Komara Kurdistanê li bajarê Hewlêrê dît. Bi hemû azmonên xwe yên li ser mijara Komara Kurdistanê ber bi min ve hat û wiha got:“ Zor spasit dekem ke hemî şe be hurmetewe nawî Pêşewa Qazî û Simkoy mezin le bernamejanit da be bîrman dehêniyewe…“

Mam Celîl Gadanî kesek bû ku bi gotin û kiryarên xwe zû dikete nava dilê mirovan. Hafiza wî pir bi hêz û dema li ser mijarekê diaxivî bi awayekî piralî zaniyarî didan mirov. Biqasî ku pêwîst be li hemberî kesên kedkar mirovekî qedirnas bû. Herî dawiyê dema ku ez di Adara sala 2020‘an de li Silêmaniyê bûm hate semînara min a li ser pirtûka: “ Yadîgarên Komara Kurdiostan a sala 1946´an „. nirxandin, nêrîn û pêşniyarên wî li rex rexne û daxwazên wî tev ji min re bûne dersên ku nikarim qet ji bîr bikim. Ew roj ji ber hatina wî û çend kesên din ên ji hêla HDK‘ê ve mezibûna wan ji me tevan re da selmandin. Yadigarê komarê bû û bihayekî mezin jî dida wan kesên ku li ser mijara dîrokê dixebîtîn. Kesek bû ku handerê kesên wekî min bû û bi şîret û axaftinên xwe daxwaza wî ew bû ku rêbaza wan neyê berdan. Li dijî wan kesan bû ku bi gotin û nivîsên xwe dîrok dişêwandin. Bersiva wan jî bi belgeyên ku derewên wan derdixistin ber ronahiyê di nava raya giştî da belav dikirin.

19‘ê Adarê ez li cem wî bûm û me dest bi hevpeyvînekê kir ku domdirêj bû. Ji hêlekê jiyana wî ya tije salên nexweş û ji hêla din jî berhem û nêrînên wî tev ew mijar bûn ku em li sera xivîn. Ji salên ku Komeley Jiyanewey Kurd dest bi çalakiyên xwe kiribû heya pêkhatina Komara Kurdistanê û têkçûna wê û ji wir û şûnde jî îdama rêberên komarê û salên awarebûn û girtîgeha rejîma dagirkera Îranê…., yek bi yek bi berfirehî di wê hevpeyvînê ji zimanê wî hatin bihîstin û tomarkirin. Zimanzan, werger, siyasetmedar û nivîskar bû. Xwedî kar û ramanên kurdistanî bû. Kesekî bi tolerans ku baweriya wî bi serkeftina doza kurd û Kurdistanê hebû.

Serfiraziya mezin ji min re ew e ku min ji kaniya tije azmonên wan pirî cara vexwar û bûm mêvanê wan. Ked û xebata wan weke mîratekî bêmirin ê ji nifşên paşerojê re bibe xwendingehe tije waneyên jiyan û hebûnê. Mamosta Gadanî yek ji wan kedkarên doza azadiya kurd û Kurdistanê ye ku navê wî yê bi karnameya wî ya tije berhem bimîne.

Ji pêşmergetiyê heya siyasetê

Celîl Gadanî, ji pêşmergekî sade heya sekreteriya giştî a Hizbî Demokratî Kurdistan-HDKê ew siyasetmedarekî jîr, wergerekî hosta û kesekî fedakar û di hilanîna pêngavên pêşdeçûnê de jî xwedî hêz û îradeyeke mezin bû. Ji malbateke têkoşer, kedkar û nav xweş li herêma Mûkriyan dihat. Babê wî Mam Ehmed li Mehabadê bi kurdpeweriya xwe navekî naskirî bû. Ji naskirina komeley Jiyanewey Kurd-JK û pêkhatina Komara Kurdistanê heya ku di temenê 24 saliyê de bûye endamê HDK zêdetirî 70 salan bêrawestan ji doza Kurdistanê re kar û xebat kir. Piştî çend salan têkoşan û çalakiyên berfireh li salên 1950´an ji hêla sazûmana emniyetî a Îranê SAWAKê ve hate girtin û bi tawana dijberiya bi rejîma Pehlewî re 13 salan di girtîgehên rejîmê de derbas kirin.

Gadanî weke kesekî bi îrade û dûrbîn mirovekî bi liv û lebat û xwedî armancên ji bo paşerojeke xweş bû. Di girtîgehê de li rex xwendina dersê fêrî sê zimanên biyanî jî bû. Îmana wî bi kar û xebatê bêdawî bû. Ji hemû girtiyên siyasî û dijberên rejîma antîdemokrat re dibû hevkar û bi wan re di dan û standinê de bû. Di dema şoreşa gelên Îranê ya sala 1978´an de dema ku termê nemir Ezîz Yusifî ji Tehranê gihişte Mehabadê bi wêrekî li dijî rejîma Pehlewî ji xelkê re axivî. Ev karê wî bi serê xwe şoreşek mezin li dijî wê rejîmê bû ku bi agir û xwîn rijandinê desthilata xwe li Kurdistanê birêve dibir.

Rewşenbîrekî naskirî

Celîl Gadanî di cîhana siyasetê de navekî naskirî, lê di nava rewşenbîr û nivîskarên kurd û Îranî de jî navê wî di asteke jor de cih digire. Wî gelek berhemên dîrokî, roman û gotarên civakî ji zimanê fransî wergerandine ser zimanên farsî û kurdî. Pirtûkên wî zû jî dihatin xwendin û bazara berhemên wî gelekî germ bû. Tevî hemû astengiyên rejîmên dîktator ew bêrawestan xwedî çalakiyên berfireh bû. Di eniya siyaset û xizmeta wêje û zimanê xwe yê zikmakî de dehan berhem û gotarên wî hene.

Mamosta Gadanî bi hemû rûrastîyên xwe re di nava xelkê de kesekî hezkirî û rûxweş, zana û di vegotina rûdanên dîrokî de bispor û rastbêj bû.

Jiyana wî ya 86 salan ji nûciwaniyê heya mirinê biqasî 70 salan di ber doza Kurdistanê de derbas bû. Ew poşman nebû ku di ber şoreşa Kurdistanê de keda wî jî heye û gel jî qedirnase.

Li her dera ku dikarî li gor merc û îmkanên heyî ji karê siyasî bigire heya wergerî, fêrbûna ziman û nivîsandin û perwerdê ew kesekî pir bi liv û lebat bû. Karê wergeriyê ji pirtûkên zaroka destpêkir, xwendin û fêrbûn jî jêre weke îbadetê bûn. Mam Celîl qelayek ji bawerî, îman û tevî hemû îmkanên ku dikarî li Ewropayê bijî, weke şervanekî dilsoj her carê li dereke Kurdistanê bû.

Ew çend salan serkreterê HDK‘ê. Îran-rêberatî Şoreşger û herî dawiyê jî şêwirmendê Polîtbîroya HDK‘ê bû. Berhemên wî zêde û pirtûka wî ya herî dawiyê li ser jiyan û berhemên wî ye ku mixabin nekarî bi awayê çapkirî bibîne.

Ji ber têkeliyên xwe yên berfireh bi hemû çînên civakê re mixabin bi nexweşiya koronayê ket û roja pêncşemiyê 6‘ê tebaxa sala 2020‘an li nexweşxaneyeke bajarê Hewlêrê wefat kir.

Ew bi merasimeke tije xemgînî li kêleka şehîdên moşekbarana qelay demokrat li bajarê Koyê hate veşartin.

Ew şahidê gelek bûyerên dîrokî: pêkhahtina Komara Kurdistanê, şehîdkirina Silêman Moînî, pêkhatin û têkçûna gelek şoreş û serhildanên siyasî li Kurdistanê bû ku di bîranînên wî de xwedî cihekî taybetî ne. Wêrekî, ruha berxwedêrî, fedakarî û azmonên nemir Celîl Gadanî hinek taybetmendiyên wî yên berçav bûn ku heza wî di nava xelkê de zêdetir kiribû.

Roja 19‘ê Adara sala 2020‘an li ser jiyan, çalakî û hinek aliyên din ên jiyana xwe li bargeha qelay demokrat a bajarê Koyê bi rûyekî xweş û mêvaperweriyek germ ji me re axivî.

Ev kurte nivîs tenê bersiveke ji hemû fedakarî, tewazû û qedirnasiyên Mam Celîlê hêja û nemir re ku weke yadigarekî sedema Komara Kurdistanê di cilda duyê ya pirtûka min xwedî cihekî taybet e.

Gotina wî ya dawiyê jî wiha bû:” Ez bi pêşerojê pir geşşbînim. Em du aliyên HDK‘ê yê bibine yek, lê ger ev jî di saxiya min da çênebû, piştî mirinê jî ger çêbibe ezê di qebirê xwe de jî şa bibim. Minn heya niha jio bo vê armancê hemû hewlên xwe dane.“

Nûçeyên Têkildar