Ji sala 2009’an heta 2012’yan cemaetê li dijî hemû hêzên muxalîf operasyon dabû destpêkirin. Di bin navê Operasyonên KCK’ê de li dijî siyasetmedar, hiqûqnas, sendîkavan û li dijî çapemeniyê operasyon dabû destpêkirin. Di 20’ê Kanûna 2011’an de li dijî çapemeniya kurd li 7 bajarên cuda ku navenda wê Stenbol bû operasyon li dar xistin û 40 rojnameger binçav kirin. Ji wan 36 rojnameger girtin.
9 sal borîn lê operasyona li dijî siyasetmedar, hiqûqnas û çapemeniya kurd dîsa bi dawî nebûn. Wê demê Cemaeta Fethûlla Gulen daraz xistibû destê xwe, niha jî AKP’ê daraz xistiye destê xwe. Wê demê li dijî xebatkarên çapemeniya kurd ku yên Ozgur Gundem, Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê, Kovara Ozgur Halk, Azadiya Welat û ETHA jî di nav de operasyon pêk anîbûn. 36 rojnameger girtibûn û bi salan girtî man. Piştî vê operasyonê dîsa di nava 9 salên dawî de bi sedan rojnameger hatin binçavkirin û girtin. Bi sedan rojnameger hatin cezakirin. Bi taybetî piştî 15’ê tîrmehê û îlana OHAL’ê operasyona li dijî çapemeniyê derket asta herî jor.
Piştî 5 salan vê carê îktîdara AKP’ê piştî 12 KHK’yan bi KHK’yên hejmar 668, 675 û 677’an bi giştî 177 rêxistinên medyayê girt. Li gorî daneyên Cemîyeta Rojnamegerên Azad (OGC), Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGC) û Sendikaya Rojnamegên Tirkiyeyê (TGS) piştî OHAL’ê 121 rêxistinên çapemeniyê yên medya kurd û cemaatê hatin girtin. Zêdeyî 2 hezar û 500 xebatkarên çapemeniyê bêkar man. Wê demê 5 ajansên nûçeyan, 16 televîzyon, 24 radyo, 62 rojname, 19 kovar, 29 weşanxane, bi giştî 155 rêxistinên medya hatin girtin. Dîsa 12 televîzyon û 10 radyo bi KHK’ya hejmar 668’an hatin girtin.
9 sal borîn dîsa operasyon didomin. Her çend hikûmet dest biguherîne jî operasyonên li dijî hêza muxalîf û çapemeniya muxalîf bi dawî nabin. 9 Sal berê li dijî rojnamegeran operasyonên komî hatin lidarxistin. 4 sal berê li dijî saziyên çapemeniyê dest bi bahoza girtinê kirin û kilît li deriyê saziyên çapemeniyê xistin. Niha jî dîsa pêl bi pêl rojnamegerên muxalîf digirin.
Li gorî rapora parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû, di 11 mehên 2020’an de 2 hezar û 918 maf hatin binpêkirin û 27 rojnameger hatin girtin. Serokwekîlê Komîsyona Lêpirsîna Mafê Mirovan a Meclisê Sezgîn Tanrikûlû “Rapora Binpêkirinên Mafan ên Çile û Mijdara 2020’an” a têkildarî 10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafê Mirovan amade kir û bi raya giştî re parve kir. Tanrikûlû, di raporê de diyar kir ku di 11 mehan de 2 hezar û 918 maf hatin binpekirin.
Tanrikulu di raporê de li ser azadiya ramanê jî rawestiya û anî ziman ku hejmara rojnameger, nivîskar û weşangerên di girtîgehê de 50, rojnamegerên hatine binçavkirin 82, rojnamegerên hatine girtin 27, rojnamegerên êrîş lê hatin kirin 21, rojnamegerên doz û lêpirsîn li ser hatine vekirin 51 in. Dîsa hejmara kesên ji ber azadiya raman di operasyonên medyaya civakî de hatin binçavkirin 706, kesên hatine girtin, doz û lêpirsîn li ser vekirin 247, kesên hatine girtin 25’in.
Li gorî rapora Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) ya meha mijdarê, 91 rojnamevan girtî ne, di meha mijdarê de 8 rojnamevan hatine binçavkirin û 2 rojnamevan hatine girtin. 2 rojnamevan bi tehdîdê re rûbirû man, derbarê 4 rojnamevanan de lêpirsîn hatiye destpêkirin, derbarê 12 rojnamevanan de doz hatiye vekirin. Di mijdarê de 20 sal û 3 meh cezayê zîndanê li 5 rojnamevanan hatiye birîn û darizandina 47 rojnamevanan jî berdewam kiriye. Di mijdarê de cezayê qûtkirina îlanê dane rojnameyekê û Desteya Bilind a Radyo Televîzyonê (RTUK) li 2 qenalên televîzyonê biriye û 30 nûçe û malperek înternetê ji gihandinê re hatine girtin. Tenê di 2 mehên dawî de 5 nûçegîhanên Ajansa Mezopotamya, Jinnews û xebsatkarekî Rojnameya Yenî Yaşamê hatin girtin. Bi dehan rojnameger hatin binçavkirin. Rojnamegerên ku welatiyên ji helîkopterê avêtin ronî kir, tacîz û tecawiz aşkera kir, bûn hedefa daraza AKP’ê.
Rapor û daneyên saziyên çapemeniyê nîşan didin ku operasyonên di serdema cemaeta Gulen de pêk hatin, di serdema hikûmeta AKP’ê de jî bi awayekî sîstematîk berdewam dike. Ev jî nîşan dide ku hişmendiya îktîdarê ya li dijî çapemeniya muxalîf û kurd tu car nayê guhertin. Hin çaran bi operasyonên komî, hin caran bi girtina yek bi yek, hin caran bi bahoza girtina saziyên çapemeniyê berdewam dike. Lê li ruxmê vê yekê çapemeniya muxalîf jî her tim ji rastiyan tawîzan nade û her dem li pey rastiyan e.