Dewletê Amed û Mêrdînê şewitand

Bi salan e Kurdistan tevî daristanên wê tê şewtandin, darên wê tên birîn û bi barhilgiran tên barkirin û ber bi bajarên Tirkiyeyê ve...

Xemsariya dewletê dişewitîne, piştevaniya gel birînan dikewîne

Şewata ku 20'ê hezîranê li navçeyên Şemrexa Mêrdînê û Çinara Amedê derket bi zevî, seval, ajal û hemû zindiyên xwezayê re dilê me jî...

Dewletê Amed û Mêrdînê şewitand

Bi salan e Kurdistan tevî daristanên wê tê şewtandin, darên wê tên birîn û bi barhilgiran tên barkirin û ber bi bajarên Tirkiyeyê ve...

Xemsariya dewletê dişewitîne, piştevaniya gel birînan dikewîne

Şewata ku 20'ê hezîranê li navçeyên Şemrexa Mêrdînê û Çinara Amedê derket bi zevî, seval, ajal û hemû zindiyên xwezayê re dilê me jî...
Çarşamba - 26 Haziran 2024

Dewletê Amed û Mêrdînê şewitand

Bi salan e Kurdistan tevî daristanên wê tê şewtandin, darên wê tên birîn û bi barhilgiran tên barkirin û ber bi bajarên Tirkiyeyê ve...

Xemsariya dewletê dişewitîne, piştevaniya gel birînan dikewîne

Şewata ku 20'ê hezîranê li navçeyên Şemrexa Mêrdînê û Çinara Amedê derket bi zevî, seval, ajal û hemû zindiyên xwezayê re dilê me jî...

Cemal Şerîk: Berxwedana Rêber Apo bûye berxwedaneke navneteweyî

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk diyar kir ku berxwedana Rêber Apo derfetê dide şoreşger û demokratên Tirkiyeyî ku hêza xwe ya têkoşînê xurt bikin û wiha got: “Berxwedana Îmraliyê vê taybetmendiyê diparêze û di asta herî bilind de wê berxwedanê temsîl dike. Ji ber vê yekê berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê veguheriye berxwedaneke navneteweyî. Niha di asta navneteweyî de xwedî li berxwedana Rêber Apo tê derketin.”

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan zêdetirî 50 sal in li hemberî pergala kapîtalîst li ber xwe dide û bi paradîgmaya Neteweya Demokratîk derba giran li kapîtalîzmê xist. Hêzên hegemon ên ku ji paradîgmaya Rêber Apo tirsiyan di 15’ê Sıbata 1999’an de bi komployeke navdewletî Rêber Apo dîkgirtin û radestî dewleta tirk a dagiker kirin. Rêber Apo nêzî 26 sal in li Îmraliyê di bin tecrîda mutleq de tê ragirtin û nêzî 4 sal in agahî nayê girtin. Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk berxwedanên civakî yên meha hezîranê û pêwendiya van berxwedana bi berxwedana Rêberê Apo re nirxand.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk di destpêka axaftina xwe de Rêber Apo silav kir û destnîşan kir ku Rêber Apo bi berxwedana dîrokî ya li Îmraliyê rê nîşanî bindestan, mezlûman û berxwedêran dide. Cemal Şerîk anî ziman ku meha hezîranê mehek ji berxwedanê ye û diyar kir ku di vê mehê de li gel şehadetên mezin berxwedanên mezin pêk hatin, berxwedanan heta roja dawî jî mohra xwe li meha Hezîranê xistin.

Cemal Şerîk bi bîr xist ku di meha Hezîranê de çalakiyên girseyî hatin lidarxistin û got, “Çalakiyên girseyî yên mezin ên kedkar, şoreşger, demokrat û sosyalîstan pêk hatin. Ji xwepêşandanan wêdetir pêngavên şoreşgerî û çalakiyên pêşeng ên têkoşînê hatin lidarxistin. Di vir de ya ku dixwazin balê bikişînim ser Berxwedana Karkeran a Mezin a 15-16’ê Hezîranê ye. Her wiha berxwedana Parka Gezî ya ku 28’ê Gulana 2013’an bi rengekî bi heybet destpê kir, di meha hezîranê de dewam kir.”

Şerîk destnîşan kir ku encamên berxwedana dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Îmraliyê û berxwedêriya meha hezîranê hevdu temam dikin û got, “Ji ber ku berxwedana Rêber Apo di heman demê de temsîliyeta asta herî bilind a berxwedana meha hezîranê ye, xwedîderketina li wê ye, di heman demê de temsîliyeta şehadetên di meha hezîranê de ye, bersiva herî bi wate ya li bîranîna wan e. Berpirsyarî û wezîfeya me hemûyan e ku berxwedanên bi heybet ên meha hezîranê di nava hevgirtineke bi vî rengî de binirxînin û xwedî lê derkevin.”

Êrîşî tevhaiya civakê dikin

Cemal Şerîk anî ziman ku her berxwedan, liv û tevgera civakî, têkoşîna civakî qala pêvajoya xwegihandina armancên wê têkoşînê dikin û diyar kir ku berxwedana Gezî jî, pêvajoya 15-16’ê hezîranê jî xwedî heman wateyê ne û wiha domand: “Di pêvajoyeke bi vî rengî de bêguman divê ev berxwedan bi rengekî rast bê pênasekirin û xwedîderketin. Divê bê zanîn bê ev yek ji bo gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê tê çi wateyê û li gorî vê yekê xwedî lê bê derketin. Ev yek di vê pêvajoyê de pêwîstiya herî girîng e. Ji ber ku rejîma şerê taybet ne tenê êrişî demokrat, sosyalîstên şoreşger an jî pêşengên têkoşînê dike. Êrîşî tevahiya civakê dike.

Di asta herî bilind de berxwedanê temsîl dike

Têkoşîna li hemberî vê jî têkoşîna gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ya li dijî rejîma şerê taybet e. Nuqteya esasî ya ku divê di vir de bê dîtin ev e. Divê têkiliya vê yekê ya yekser a bi berxwedana Rêbertî ya li Îmraliyê bê dîtin. Eger em nikaribin têkiliya berxwedana Rêber Apo ya Îmraliyê bi berxwedanên civakî re deynin, hingî encamên têne xwestin ji wan berxwedanan wê bi têrkerî neyê bidestxistin. Serdemek qewimî, bandora wê tenê bi wê serdemê re maye. Lê belê derbasî serdemên din nehatiye kirin. Lê berxwedana Parka Gezî di demekê de ku berxwedana Îmraliyê hebû rû da. Di demekê de ku li Kurdistanê têkoşîna civakî gihîşt astekê rû da. Û rastiyeke welê îfade dikir ku wê temam dike. Niha jî berxwedana Îmraliyê vê taybetmendiyê diparêze û di asta herî bilind de wê berxwedanê temsîl dike. Ji ber vê yekê berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê veguheriye berxwedaneke navneteweyî. Veguheriye têkoşînekê ku azadiya Rêber Apo, çareseriya pirsgirêka kurd ji xwe re dike esas. Ev têkoşîna ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û azadiya Rêber Apo di heman demê de veguherî berxwedanekê ku gelên cîhanê, demokratên şoreşger û sosyalîst piştgiriyê didin, xwedî lê derdikevin. Di nava rastiyeke bi vî rengî ya berxwedanê de xwedîderketina li berxwedana Gezî tenê bi temsîlkirina rast a navneteweyîbûna berxwedana Rêber Apo dibe, ev yek jî bi têkoşîneke rast a gelên Tirkiye û Kurdistanê dibe.

Li Kurdistanê heta astekê xwedîderketin heye, li Tirkiyeyê di nava hêzên demokrat şoreşger de xwedîderketinek heye. Lê belê ev xwedîderketin ji vê jî dibihure. Çawa ku têkoşînên civakî gelan digihîne hev, di vir de jî xwedîderketina li Rêber Apo xwedî heman wateyê ye. Lewma bi vê têgihiştinê divê hewldan bê kirin. Eger ev bê kirin û bicihanîn, hingî xwedîderketina berxwedana gelan wê ewqasî jî bi cih bê anîn.”

Divê berxwedana Rêber Apo rast bê nirxandin

Cemal Şerîk bi bîr xist ku komploya navneteweyî li dijî Rêber Apo hate kirin û got, “Lewma têkiliya navbera berxwedana Rêber Apo û berxwedana Gezî divê rast bê nirxandin. Her wiha têkiliya navbera tevgerên civakî yên li Kurdistanê, rabûnên girseyî û divê berxwedana Rêber Apo rast bê nirxandin. Eger ev rast neyê nirxandin, têkiliyeke rast neyê danîn hingî wê ew berxwedan tenê bi xwe sînorkirî hatibe nirxandin. Ji ber vê jî wê tenê bandorê li ser serdema xwe bike. Wê nikaribe derbasî serdemên din bê kirin.

Berxwedanên ku bûne malê dîrokê, bandoreke mezin li serdema xwe kirine û pêşketinên mezin afirandine divê timî bê dewamkirin. Ev yek jî bi xwedîderketina li wan berxwedanan dibe. Ji bo xwedîderketinê jî divê bê zanîn bê koka xwe çi ye, têkiliya xwe çi ye. Di vir de jî em li berxwedana Rêber Apo rast tên. Rêber Apo di asteke ku bibe mînak ji tevahiya mirovahiyê re li ber xwe dide. Di nava şert û mercên tecrîdê de ye. Her roj gef li ser jiyana wî heye. Lê belê ev yek ji êrişa fîzîkî wêdetir tê wateyekê. Rêbe Apo bi fikir, nêrîna xwe bandorê li tevahiya mirovahiya cîhanê dike.

Xwedî li berxwedana Rêber Apo derkevin

Lewma îzolasyona li ser Rêber Apo di heman demê de êrişek li ser tevahiya mirovahiyê ye. Çawa ku komploya navneteweyî di şexsê Rêber Apo de şênber bû, xwestin li ser vê bingehê hin encaman bi dest bixin; hêzên sermayeyê yên navneteweyî jî niha dixwazin heman encamê bi dest bixin. Berxwedana Rêber Apo jî tê wateya li dijî vê yekê. Ev yek jî xwedîderketinê bi xwe re tîne. Lê belê xwedîderketina li wî bi temsîlkirineke rast a wê berxwedanê dibe. Ji bo her kesî bûye wezîfeyek ku bi vê têgihiştinê tevbigerin û xwedî li wê berxwedanê derkevin. Eger xwedîderketin li wê wezîfeyê neyê kirin, xwedîderketin li berxwedanê jî nabe. Dibe ku bê bîranîn, dibe ku weke bûyereke di demeke dîrokê de bê dîtin, lê belê ji wê wêdetir naçe. Lê belê dem ew dem e ku em wê hîn bêhtir bi pêş ve bibin. Ev yek jî bi temsîlkirin û parastina wan taybetmendiyên berxwedanê dibe. Di destpêka wê de jî berxwedana Rêber Apo tê.

Niha di asta navneteweyî de xwedî li berxwedana Rêber Apo tê derketin. Ev yek veguherî xwedîerketineke navneteweyî. Di nava vê xwedîderketina navneteweyî de pêngava azadî ji Rêbertî û çareserî ji pirsgirêka kurd re bi rê ve diçe. Ev pêngav pêngava herî bi girîng e ku di asta navneteweyî de xwedîderketin lê dibe Ev yek di asta navneteweyî de xwedî bandoreke mezin e. Ev bandor ne tenê bi azadiya Rêbertî û çareseriya pirsgirêka kurd bi sînor dimîne. Derfetên wê yekê dide hêzên demokrasiyê yên şoreşger û hêzên dijberê sîstemê yên li qada navneteweyî ku xwe îfade bikin, bi rêxistin bikin û di qadeke hîn berfireh de bibin xwedî bandor. Ji ber vê jî gavê bi pêş ve dide avêtin.”

Cemal Şerîk ragihand ku çawa berxwedana Parka Gezî hêza bandorê zêde kir, berxwedana Rêber Apo jî bi heman rengî derfetê dide şoreşger û demokratên Tirkiyeyî ku hêza xwe ya têkoşînê xurt bikin û got, “Ev yek di heman demê de tê wateya destpêkirina pêngaveke girîng ji bo rizgariya hevpar a gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê. Wê demê divê şoreşger, demokrat û hêzên sosyalîst ên Tirkiyeyî xwedî li pêngava ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka kurd re derkevin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar