Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...
Pazartesi - 1 Temmuz 2024

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Cemal Şerîk: Gurgum 44 sal berê wek herêma pîlot hat hilbijartin

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk anî ziman ku Gurgum 44 sal berê wek herêma pîlot hatiye hilbijartin û got: “Komkujiya Gurgumê li dijî biryara ‘Partîbûyîna Tevgera Apoyî’ hatiye kirin.“

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Cemal Şerîk bi boneya salvegera 44’emîn a Komkujiya Gurgumê pirsên ANF’ê bersivandin.

*Di 16-19’ê kanûna 1978’an de kurd li Gurgumê hatin kuştin, mirov şertên 44 salan bide ber çavên xwe divê mirov çi jê fam bike?

Di sala 45’emîn de nirxandina Komkujiya Gurgumê ji bo famkirin û analîzkirina îro  gelek giring e. Çimkî tiştên îro diqewimin di hin merheleyan re buhurîn û bi Komkujiya Gurgumê rengê xwe diyar bû û hat biencamkirin û heta bi îro hat. Yê ku 44 sal berê nirxandina herî baş a Komkujiya Gurgumê kir û nîşanê mirov da ku divê mirov çi bike, Rêber Apo bû. Îro ku em dikevin salvegera nû ya Komkujiya Gurgumê jî yê ku nîşan daye divê mirov çi bike, Rêber Apo ye.

Di rêya ku li dijî Komkujiya Gurgumê xêz kiriye de têkoşîn çawa heta bi îro hatibe, di pêvajoya em tê de ne jî, diyarkirina pêşerojê de, mirov di rêya ku Rêber Apo diyar kiriye de bimeşe; mirov wê di şoreşê de bi ser bikeve. Bi ketina sala 45’emîn re, tiştên ku bi Komkujiya Gurgumê hatin armanckirin û çima Rêber di bin tecrîdeka misogerkirî de ye de, ez dibêjim ku divê mirov têkiliyeke rast di nav de deyne.

Gava Komkujiya Gurgumê pêk hat, li tirkiyeyê dewlet nikare bi rê ve bibe, civak jî nedixwest ji aliyê pergalê ve bê birêvebirin. Rolê şoreşgeran di vê de gelek bû. Li dijî gur û geşbûna şoreşgeriyê hemanên dij-şoreşê jî tevgeriyabûn. Şoreş û dij-şoreş di Komkujiya Gurgumê de li dijî hev bûn. Komkujî di pêvajoyeke wiha de pêk hat. Armanca esas a tepisandina gur û geşiya şoreşger bû. Ji bo tepisandina gur û geşiya şoreşê, eger bê gotin ku cihê derketinê ya jî cihê provokasyonê Gurgum hatiye diyarkirin, di bersiva ku ji bo vê bê dayîn de wê analîzkirina rast a vê rastiyê hebe.

Gurgum, li ser xeta sînor a tirkiyeyê û Kurdistanê, li rojavayê Ferêt dikeve. Di Komara tirkiyeyê de geşe bi polîtîkayên taybet li rojavayê Ferêt hatiye dayîn. Eger li rojavayê Ferêt bi ser bikevin, bi baweriya ku wê bi ser bikevin tevgeriyane.  Lewma destpêkê polîtîkayên berpêyî rojavayê Ferêt dane ber xwe. Gurgum dane ber xwe ku bikin tirk. Xwestine demografiya Gurgumê biguhêrin.  Koçberkirina kurden elewî ji xwe re kirine armanc ku bi piranî nifûsa sunî lê bijî. Ji bo pêkanîna vê yekê li Gurgumê berê tirk û kurdan, elewî û suniyan dane hev da ku bi hev bikevin.

Li erdnîgariyeke wisa komkujî, provokasyon û plan xistine dewreyê. Bi encamên wê derbikevin holê xwestine teşeyekê nû bidin rejîma siyasî ya li tirkiyeyê. Ji wê boneyê piştî li Gurgumê û 10 jê bajarên Kurdistanê bi temamî li 13 bajaran rêveberiya awarte hatiye ragihandin. Çûna ber bi 12’ê îlonê ve bi vê dest pê kiriye. Komkujiya Gurgumê di vê wateyê de xala werçerxê ya. Lê beriya Komkujiya Gurgumê dest pê hatibû kirin. Komkujiya Taksîmê ku 1’ê gulana 1977’an li Stenbolê hat kirin, kuştina Hakî Karer bi destên çeteyeke sîxur-provokator, komployên li dijî Rêber Apo hatin destpêkirin, bi navê Namik Kemal Ersûn di artêşê de bi serkêşiya MHP’yiyan amadehiya derbeyê hat kirin. Piştre li pey hev dest bi kuştina, mamoste, rewşenbîr, rojnamevan, siyasetmedar û hwd. hatin kirin. Li bajarên mezin ên tirkiyeyê komkujî çêbûn. Gelek mirov di vê serdemê de hatin kuştin.

Beriya Komkujiya Gurgumê li Meletiyê jî senaryoyeke wiha xistin dewreyê. Hingê Şaredar Hamît Fendoglû yê bi eslê xwe kurd, bi paketekê bombe tê de ji Enqereyê jê re hat şandin; tevî bûk û neviyên xwe hat kuştin. Hamît Fendîoglû kurd bû. Dihat gotin ku ji eşîra Îzolan e. Yekê rastgir û mihafizekar dihat zanîn. Dewlet ew bi zanebûn ji xwe re kir armanc. Gava hat qetilkirin, xwedî taybetiyeke wisa bû kuştina wî bikeve stûyê şoreşger, çepgir û elewiyan. Piştî mirina wî li Meletiyê MHP, bi navê xwe yê hingê partiyên mîna MSP’ê ku meyla wan li ser olê bû, Komeleyên Têkoşîna bi Têrorê re, Ocaxên Neteweperestan hebûn. Der û dorên rastgir, neteweperest û olperest anîn ba hev û êrîş birin ser elewî, çepgir, şoreşger û demokratan; zarok û jin jî di nav de bi dehan kes hatin kuştin.

Lê bi komkujiyê negihîştin armanca xwe. Paşê Komkujiya Gurgumê bû rojev. Ên ku li Meletiyê ew komkujî û provokasyon kirin, komkujiya mîna wê li Gurgumê jî kir. Ji komkujiya li Meletiyê ji xwe re gihîştibûn hin encaman. Ji wê boneyê beriya komkujiyê gelek amadekarî kirin: Çûn gundên çiya yên Gurgumê ku tirkmenên xizan lê ne, yên li ser axa bûn, bi sewalvaniyê re mijûl bûn, bi propaganda olperestiyê û nijadperestiyê ew li elewiyan sor kirin ku ew ê mal û milkên elewiyan bidin wan. Hêzên faşîst ji tirkiyeyê û Kurdistanê berhev kirin û li Gurgumê kom kirin.

Gava amadekarî tev temam bûn jî provokasyona “Sînemaya Çîçekê“ hat kirin xelkê êrîşê cihê kurdên elewî, tax û kargehên wan, çepgir û şoreşgeran kir. Dest dirêjê jin û keçan kirin, mal û dikan talan kirin. Komkukjiyeke wek facîa çêbû. Lê hinekan li dijî vê komkujiyê li ber xwe da.

Di wan şertan de yê ku nirxandina herî rast û bi îsabet a Komkujiya Gurgumê kir Rêber Apo bû. Hêj ji ber ku damezirîna PKK’ê nehatibû îlankirin li ser Komkujiya Gurgumê bi îmzeya Şoreşgerên Kurdistanî danezan hatin belavkirin. Di van danezanan de, armanca bi Komkujiya Gurgumê çi ye? Çima Gurgum wek cihê komkujiyê hat hilbijartin? Nirxandina van baş hat kirin. Piştre Rêber Apo nirxandineke berfireh li ser Komkujiya Gurgumê kir. Ev nirxandin bû pirtûk. Di wir de Pirsgirêka elewiyan danî holê. Hat destnîşankirin ku divê feraseta şoreşger li dijî olê çawa be. Bi van fikirên danîn holê, bingeha nêzîkatiya şoreşger a PKK’ê ya berpêyî olê ava kir. Analîza awayê civakî ya tirk û kurdan kir. Analîza rewşa Komara tirkiyeyê ku tê de ye kir. Li dijî vê perspektîfên şoreşgeran divê çi bin, çi bikin jî çêkirin.

Gava Komkujiya Gurgumê çêbû, Tevgera Apoyî biryara partîbûyînê dabû. 25-27 mijdara 1978’an bi civîna li gundê Fîs ê navçeya Lice ya Amedê biryara partîbûyînê ya Tevgera Apoyî hatibû dayîn. Biryara partîbûyînê ku daye, hêj beriya Komkujiya Gurgumê biqewime, berpêbûyîna dijmin hatiye dîtin, heta hingê li dijî wê; ji bo bibe rêxistineke xurt, bi têkoşîn û xebata asteke giring hatiye bidestxistin û biryara partîbûyînê hatiye dayîn.

Sedema sereke ya komkujiyê ev bû, sedema din a ku Gurgumê wek cihê hilbijart jî ew bû pêşî Gurgumê bike tirk. Ji bo vê pê bîne, dabû ber xwe ku ya kurdan bike tirk ya jî wan ji herêmê koçber bike; elewiyan bike sunî ya jî wan jî bike ku ji herêmê koç bikin. Dewleta tirk di heman demê de ji bo ber li rêxistinbûyîn û têkoşîna li dijî xwe bigire. Çimkî di tirkkirin û sunîkirinê de li Kurdistanê bi ser biketa wê ev bibûya biserketina mêtingeriyê. Ji ber ku bûbû astengiyek ji astengiyên herî mezin ên li ber polîtîkaya tirkkirina Kurdistanê ya dewleta tirk. Eger pêk bianîna wê astengiyeke cidî ji ber polîtîkaya wan a tirkkirina Kurdistanê rabibûya. Tevî vê armanca dewleta tirk, Gurgum di heman demê de bû cihek ji cihên ku Şoreşgerên Kurdistanê xwe lê birêxistin bikin û xurt bibin.

Derbeya 12’ê îlonê piştî Komkujiya Gurgumê çêbû.

Tevgera Apoyî, çima piştî kuştina Hakî Karer pêdivî bi partîbûyê dît?

Generalê faşîst ên NATO’yî, 12’ê adara 1971’ê mûxtira dan û dest dan ser rêveberiyê. Ew dem derbên giran li tevgerên şoreşger xistin. Lê bi pişt re ku şoreşgerî gur û geş bû, yên ku Derbeya 12’ê adarê kirin dîtin ku negihîştine armanca xwe. Ên ku bi qetlîma 1’ê gulanê ya 1977’an û 12 adarê negihîştin armanca xwe, ji bo bigihîjin armanca xwe ya esil gavin din avêtin. Ev dihat wê wateyê ku tirkiye bi lez û bez diket pêvajoya derbeya leşkerî ya faşîst. Li dijî vê hat gotin ku ‘encax bi birêxistinbûn û têkoşîneke xurt’ mirov dikare bersiv bide. Piştî wê pêvajoyê Tevgera Apoyî li Kurdistanê gelek bi pêş de çû. Birêxistinbûna koma di nav xwe de veguherî birêxistinbûneke ku dîsîplîna xwe ya navxweyî çêkir. Tevgera Apoyî xwe gihand sempatîzan, alîgir û girseyan. Xebateke cidî ya kadrobûyînê hat kirin. Tevgera Apoyî li gelek derên Kurdistanê bû tevgera herî bibandor.

Li Hîlvanê li dijî axatiyê dest bi tevgera gundiyên xizan hat kirin. Pergala axatiyê xera kir. Demkî be jî rêveberiyeke gel ava kir. Li Serêkaniyê, Riha û Dîlokê tevgerên girseyî yên xurt derxistin holê. Tevgerên karker û ciwanan bi bêş de hatin birin. Ji Rihayê heta bi Qersê, ji Dersimê heta bi Xarpêtê, heta bi bajarên mezin ên tirkiyeyê li her derê bi awayekî mezin xwe bi rêxistin kir. Biryara partîbûyînê ya Tevgera Apoyî dihat wateya derxistina lûtkeyê ya geşedanan.

Dijmin bi pêşveçûyîna Tevgera Apoyî dişopand. Wan bi xwe (Kenan Evren) wiha got: “Me biryara derbeyê piştî venihêrînên li Kurdistanê kirin, da. Ev biryar dan û bi şûn de gav bi dest bi pêkanîna wê kirin.  Bi vî awayî li dijî têkoşîna şoreşger, çawa ku dij-şoreş xwe bi rêxistin kiribe; şoreşa ku xwe bi rêxistin kiriye ji kirina amadekiriyan ji paş re nemaye. Ji ber wê sedemê ye ku li dijî biryara partîbûyînê ya Tevgera Apoyî Komkujiya Gurgumê gava destpêkê ye ku eniya hember avêtiye.

Piştî Komkujiya Gurgumê êrîşê dijmin li dijî PKK’ê zêde bûn. Li gelek deran dest bi operasyonan hat kirin. Lê dewletê dixwest operasyonên li dijî Tevgera Apoyî bi awayekê bingehîn bi rê ve bibe. Girtin û operasyonên li cihên cuda wek perçeyekê vê operasyonê hatin nirxandin.

Lewma li hin herêman, ew berpêbûyînên herêmî yên ji xeynî berpêbûyîna navendî ya dewletê nedihatin teswîpkirin. Ya jî wek gavên ku bi neyînî bandorê li plansaziya giştî bikin dihatin dîtin. Çimkî bi wan êrîşan wê PKK ‘êrîşa dewletê’ ya bi ser xwe bibîne. Ev jî wê bibûya sedem ku plansazî û êrîşên dewletê kirine bi avê de biçin.

Dewletê ji wê boneyê nedixwest ew êrîş bi avê de biçin. Nêzîkatiya wê ew bû ku amadekariyên xwe bi awayekê navendî bike û PKK’ê biqedîne. Lewma mirov dikare bibêje ku dijmin şopandina bipêşveçûyîna dikir û li bendê fersendê bû ku êrîş bike. Bi vî aliyê xwe jî mirov dikare têkiliya Komkujiya Gurgumê bi bipêşveçûyîna Tevgera Apoyî re deyne. PKK, Tevgera Apoyî bi pêş ve diçe. Dijmin amadekariya êrîşa topyekûn li dijî dike. Amadekariyên vê êrîşê bi Komkujiya Gurgumê re tîne heta bi merheleyekê. Plan dike ku paşê derbeya esil lê bixe. Lê hêj nagihîje armanca xwe çi diqewime? Tevgera Apoyî tevdîrên xwe digire.

Sedemeke sereke ku Rêber Apo ji bakurê Kurdistanê diçe rojavayê Kurdistanê jî ev e. Ji aliyekî ve xwe amadeyê şoreşê dike. Dixwaze şoreşê gavekê din bi pêş ve bibe. Lê ji aliyê din ve dijmin êrîş dike. Li dijî êrîşên dijmin divê tevdîr bên girtin. Lewma ji Bakur biçe Rojava.

* Ji osmaniyan heta bi komara tirk, rûm, ermen, çerkez, tirkmen û kurd û gelek gelên din hatine kuştin. Çavkaniya polîtîkaya qirkirina gelan a komara tirk ji kû tê?

Divê mirov baş li dewleta tirk a qirker hûr bibe. Li ser kîjan rehan xwe ava kiriye, xwe dispêre çi. Pê bizane mirov wê bi sedema komkujiyan kirine jî bizane.

Qewimên tirk hene ku ji Asyaya Navîn heta Kafkasyayê, ji Kafkasyayê heta Rojhilata Navîn ji wir jî ber bi Anatoliyayê ve koçber bûne. Divê bê nîqaşkirin çiqas rast e ku em dewleta tirk a niha bi qewimên tirk ên ku heta Anatoliyayê hatine re, heman bibînin. Lê tiştekê ku nayê nîqaşkirin heye, ew jî ev e; Dema tirk heta Anatoliyayê hatin ku di wê pêvajoyê de kevneşopiyeke wan a dewletê ya bi hêz nîne. Lê di nava rêxistinbûneke leşkerî de ne. Hemû jî di nava rêxistinekbûnek a bi awayekê zêde de ne; bi jin û mêran re di nava rêxistinekbûneke wiha de bûn. Weke civakeke leşkerî xwe ava dikin; bi cih dikin û koçber dibin, wiha dijîn. Bi xwe re di serî de hespên xwe, encex sewalan bi xwe re digerînin. Ji derveyê hespan hin keriyên sewalên wan ên din jî hene. Lê weke civakek a ku li ser hespan dijîn, tên zanîn. Dema ku ji Asyaya Navîn koç kirine, rewşa wan wiha ye. Dema ku ji Asyaya Navîn koç kirin, cihê ku berê xwe dane ew cih e ku kevneşopiyên xwe yên dewletî lê ava kirin e. Kevneşopiyên koleger û feodal li wir bi pêş ketine. Li vir mirov derbasê jiyana xwecihî bûne û mirovên ku li wî cihê ew lê bi cih bûne, dijîn jî xwedî jiyaneke xwecihî ne. Li gel vê yekê gel û civakên ku jiyana wan a koçberiyê heye û nebûne dewlet, hene. Lê tirk koçê cihên ku dewlet lê hene, dikin. Siyaseta yekem ji farsan fêr dibin. Dewletê hîn nêztir, ji abbasiyan nas dikin. Piştre xwe jî dikin dewlet. Dewleta Selçûqî jî yek ji van e. Lê piştre dewleta Selçûqî belav dibe. Begên tirkan di nava xwe de car din, cuda dibin. Begtiya Osmanî jî ku tê gotin di nava wan begîtiyan de ye, ji xwe re xetek a koçberiyê dişopîne û herî dawî tê Marmara, Bûrsa û Îznîkê û li wir derbasê jiyana xwecihî dibin. Lê li wir jî li ser erdnîgariyeke diyarkirî, dest ji jiyana xwe ya koçberiyê naberdin. Ev cihên lê bi cih bûne jî, divê destpêkê gel, civak û welatiyên li wir vê derfetê bidin wan. Ji van zêdetir divê dewletên li ser wan xakan serwer, astengiya li ber welatîbûna Osmanî ya li wir, bê sûd bike. Osmanî carinan bi van dewletan re şer dike, carinan jî li hev dikin. Destpêkê stratejiyeka wan a bi vî rengî heye. Piştre her ku diçin ber bi dewletbûnê ve gavan diavêjin. Ev jî dewletbûnek e ku ji dewletên beriya xwe, fêr bûne.

Ji farsan siyaset, ji abbasiyan dewlet û ji bîzansiyan jî hem siyaset û hem jî dewlet heta kûrahiyê, fêr bûne. Dikeve nav dewletbûneke bi vî awayî. Di pêvajoya piştre de, osmanî mezin dibe, bi pêş dikeve; bi civakên cuda re li hev dike û dikevin nava hevdû. Lê dema ku mezin jî dibe, her tim dagir dike. Cihên ku dagir kirin jî yan qetil dike, yan jî dibêje ‘Hûn ê bibin Milsilman’. Dema ku dibin Misilman, qebûlkirina misilmantiyê tê wateya qebûlkirina osmanîbûyînê. Girtina xakê û vê ji xwe re kirina milk, destpêkê bi vî rengî bi pêş dikeve. ‘Tu yê bibî misilman’, ‘Tu yê bibî osmanî’. Mesele ev e. Gelek civakên xirîstiyan dikin misilman û osmanîtiyê pê didin qebûlkirin. Yên vê qebûl nekin, di qetil dikin. Her wiha di nava misilmantiyê de jî dest bi kuştina yê ne ji mezheba wan, dikin. Qetlîam li ser vê wateyê ji bo osmanî xwe ava bike, zêde bike û xakê berfireh bike, dibe nêzîkatî û rêbazeke bingehîn. Kevneşopiyek a qetlîamê heye ku ji wê demê ve dest pê kiriye.

Sedsalên 15,16 û 17’emîn di nava osmanî de salên qetlîamên zêde ne. Di wê pêvajoyê de bi gelek tirkmenên elewî dikuje. Têkîliyên wan ên bi hêzên kapîtalîst re ku piştre li Ewropayê bi pêş dikevin, hene. Şert û mercan ji Fransa re nas dike. Ber bi dema dawiya osmanî ve tê. Di salên 1800’an de, ji Împaratoriyê derdikevin, dest bi windakirina mêtingeriyên xwe dike. Dibe mêtingeriya nîv a Îngilistanê. Ev dibe sedem ku osmanî ji kapîtalîzm û bazarên kapîtalîst re vebibe. Lê dema ku osmanî ji bazarên kapîtalîst re vedibe, civakên ku nebûne misilman jî di nava wan de hene. Xirîstiyan hene. Kapîtalîzm li Ewropayê bi pêş dikeve. Ewropa erdnîgariyek e ku ji kapîtalîzmê re mazûvanî kiriye, yên bûne bûrjûva jî xirîstiyan in. Ev dibin serwerê bazarên hundirîn ên osmanî. Stenbol heta sedsala 15’emîn di nava navendên ku nûneriya herî jor a xirîstiyantiyê lê tê jiyîn, cih digire. Gelek civakên xirîstiyan ên girêdayî vê hene.  Li Stenbol, Îzmîr, Yozgat, Eskîşehîr, Erzirom, Mêrdîn û her wiha gelek xakên Anatoliya û Mezopotamyayê, dijîn. Têkîliya kapîtalîzmê ya bi van re çêdibe. Rewşa ermen, rûm û asûriyan wiha ye. Ev civakên ku beriya tirkan di nava osmaniyan de rastî netewperestiyê hatine. Kapîtalîzm û netewperestî bi pêş dikeve. Li gel wan netewebûnek diyar, dibe sedema livînê. Osmanî bi qetlîaman bersiva van liv û tevgeran dide. Li Balkanan qetlîamê dike. Têkoşîna serbixwe dest pê dike, li dijî wan qetlîam pêk tê. Li gel ermenan tevgerên neteweperest bi pêş dikevin. Tirk, osmanî dest bi kuştina ermenan dikin. Piştî ku piraniya Balkanan ji destên Civakên Xirîstiyan diçe li Rojhilata Navîn berê xwe didin kurd û gelên misilman. Dest bi kuştina kurd û erebên ku li dijî wan derdikevin, dikin. Bingeha serhildanên kurd û ereban ên sedsala 19’emîn van qetlîaman dikin. Osmanî xwedî dîrokek a qetlîaman a bi vî rengî ye. Osmanî di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de, bi bin dikeve. Di destpêka şer de, qetlîameke mezin a ermen pêk anî, di nava şer de kurd, suryanî-asûrî-keldanî û rûman dikuje.

Piştî ku şer bi dawî dibe, Osmanî ya ku bi bin dikeve, di şert û mercên ku xaka wan ji aliyê yên şer bi ser xistin ve hat dagirkirin de, hêzên leşkerî û sivîl ên weke baqiyeya dewleta Osmanî mane, vê kevneşopiya qetlîaman pêk tîne. Li Koçgiriyê di qetlîama li dijî kurdan tê kirin de, di nava van de cih digire. Ev qetlîam di salên 1920-21’an de, hîna komar nehatiye avakirin pêk tê. Dîsa di van salan de rûm, suryan-asûr-keldanî û çerkezan jî qetil dike. Her wiha polîtîkayên qetlîamê li dijî beşên ku osmanî weke xelîfe qebûl dikin û girêdayê wê, tê pêkanîn. Komar tê îlankirin, komara ku tê îlankirin şûrê xwe yê yekem ji kurdan re radike. Ji 1924-1925’ê heta roja me ya îro, li Kurdistanê tu dem nîne ku qetlîam lê nehatiye kirin. Di nava her 5 an 10 salan de qetlîam hatiye kirin. Li Bedlîsê sala 1924’an qetlîam hatiye kirin. Qetlîamek mezin di sala 1925’an serhildana Şêx Saîd çewisandiye. 1928-1929 li Agiriyê qetlîameke mezin çêbû. Berê xwe daye Dersimê, 1937-1938’an li Dersimê qirkirinek pêk anî. Bi vî awayî qetlîam neqediyane û bênavber qetlîam li ser kurdan hat ferzkirin.

Piştî ku Dersim hat çewisandin, qetlîam bi dawî nebûn. Li gel qirkirina fîzîkî, qirkirina spî/çandî ku ji wê bi xetertir e, hatiye zêdekirin. Ev, qirkirina herî xeternak e. Ji bo pêkanîna vê jî dem bi dem, hêza xwe ya leşkerî û zextkar nîşan daye. Piştî dagirkeriyan, ji bo pêkanîna dagirkeriyê zilma cendirmeyan gihîşt asta herî jor û têkildarê vê zorî-şidet bêyî navber hatiye kirin. Li gel vê yekê ji bo zindîkirina êşa qetlîaman jî, weke ku li Qerqeliya Wanê çêbûye, qetlîamên ku weke ’33 gule’ derbasî dîrokê bûne, pêk anîne. Di 1960’an de derbeyeke leşkerî pêk hatiye, lê tevî ku li Kurdistanê tu serhildan çênebûye, zext herî zêde li kurdan hatiye kirin. Bi heman awayî 12’ê adara 1971’an li Tirkiyeyê derbe çêbûye. Dîsa herî zêde kurdan ji vê derbeyê zirar dît. 12’ê adarê piştî darbeya faşîst a leşkerî, li hilbijartinên dawiya 1973’an hat kirin, her çendî ku generalên cûntager diyar kirin ku wan xwe bi paş de kişandiye, lê li Tirkiyeyê şidet û qetlîam dewam kiriye. Li ser kontragerîla ku dewleta tirk rasterast bi xwe rêxistin kir, piştî 1976’an jî hîn zêdetir lez dan van. Li cihên weke Meletî, Gurgum, Sêwas û Çorûmê qetlîamên girseyî pêk anîn, di nava van de cihekê taybet heye; heta roja me jî ev qetlîam dewam dikin.

*Ji Roboskiyê heta Pirsûsê, ji Komkujiya Garê heta Rojava û polîtîkayên qetlîamê yên dewleta tirk ên li ser Başûr, berdewam in. Ji bo girtina ber li komkujiyan divê çi bên kirin?

Em di sala 45’emîn a Komkujiya Gurgumê de ne. Divê di roja me de jî, encameke girîng ji vê bê derxistin. Divê bersiva ‘çi bên kirin’ bê dayîn. Ji ber ku dema Komkujiya Gurgumê qewimî, Rêber Apo li dijî vê qetlîamê pirsa ‘divê çi bê kirin’ da û bersiva wê jî da. Bi vê bersiva ku da jî, heta îro hat. Divê em jî vê rêbaza Rêber Apo, ji xwe re bikin esas. Di salvegera Komkujiya Gurgumê de, em li dijî komkujiyan çi bikin. Divê em di van rojên xwe de ku komkujî zêde bûne, çi bikin. Eger em rast bersiva wê bidin, bi awayekê xwezayî jî Rêber Apo di dema Komkujiya Gurgumê de bersiva rast daye pirsa ku kirî, eger deskeftiyên îro derxistibe, divê em jî îro bi bersiva ji bo em çi bikin, dikarin bibin xwedî deskeftiyên mezin.

Li ser vî esasî dema em nêz dibin, bersiva yekem ku em bidin, ev e: Divê Elewî çi bikin? Komkujiya Gurgumê ne tenê ji bo tunekirina Elewiyan bû. Tişta ku wê demê dihat xwestin ku bê kirin, Gurgumê bê Elewî û Kurdan bihêlin. Armanca esas ev bû. Bigihîşta wê armanca xwe, rêya armancên wan ên li Kurdistanê jî wê vebiban û astengî wê ji holê rabibûna. Armanceke wan a mezin a bi vî rengî hebû. Ji ber wê ye ku, piştî Derbeya 12’ê Îlonê, yên derbe pêk anîn ji bo Gurgumê bê Elewî û Kurdan bihêlin, her tişt kirin. Ji bo Gurgumiyan ji Gurgumê derbixin Ewropayê, hemû derfetên xwe bi kar anîn. Dewletê bi xwe çete bi rêxistin kirin. Bi çeteyên rêxistinkirî re, bi pereyek gelek kêm bi hezaran malbat derxistin derveyê welat. Gund hatin valakirin. Niha divê ji vê bê fêmkirin ku polîtîkaya dewleta tirk a li hemberî Elewiyan çi ye.

Polîtîkaya komkujiya ya li Gurgumê hat kirin, li bajarên mîna wê jî hat kirin. Beriya Komkujiya Gurgumê û piştî Komkujiya Gurgumê jî, hat kirin. Meletî û Sêwas di nava bajarên ku piranî nifûsa Elewî lê hebûn de, cih digirtin. Bi taybetî li bajar û gundan Elewî hebûn. Gundê Sinî zêde nebûn. Mirovên ku li navenda bajêr xwedî baweriya Sinî hebûn. Niha li van bajarên weke li Gurgumê çêbûye, Elewî kêm bûn. Gundên Elewiyan hatine valekirin. Ji kesên ji Meletî û Sêwasê zêdetir, herî zêde kesên ji vir Stenbol, Enqere, Îzmîr, Edene û bajarên din dijiyan. Dîsa li bajarên Çorûm, Amasya û hwd. ên Anatoliyayê hejmara Elewiyan kêm bûye. Her tim çûn cihên cuda, belav bûn. Destpêkê dema Komkujiya Gurgumê tê nirxandin, divê bê nihêrtin ku bi komkujiya Elewiyan çi tê armanckirin. Tê xwestin ku Elewî cih û warê xwe bibin, bibin koçber. Tê xwestin ku bikin civakek a bê xak, bêwelat û bêkok.

Bersiva duyem jî, dewleta tirk komkujiya Elewiyan li dijî hemû Elewiyan pêk neanî. Ev yek li gorî berjewendiyên xwe kirin. Ji ber wê ye ku li gelek navendên xwecihiyê, di nava demên cuda de komkujî kirine. Navendên xwecihî yên Elewiyan, di nava xwe de cuda kirine, bi parçe parçe ev komkujî pêkanîne. Dewleta tirk bi vê polîtîkayê dixwaze bigihîje armanca xwe. Dema ku polîtîkayeke wiha pêk tîne jî, ji bo yekîtiya Elewiyan a di nava hev de, dibe asteng. Bi vî rengî eger Elewî di nava xwe de nebin yek, her tim bi vî rengî dema dijmin parçe parçe bi ser de hat, weke li bajarên weke Meletî, Gurgum, Sêwas, Çorûm û h.w.d bi awayekê pir hêsan wê bên hedefgirtin û wê ji qetilbûnê xwe rizgar nekin. Piştre jî wê bêyî welat bên hiştin. Her wiha yek encamên giring ku ji van komkujiyan bê derxistin jî, yekîtî û rêxistinbûna Elewiyan a di nava xwe de û girêdanbûna wan a bi welat/xaka wan ve.

Ya sêyem jî dema bi serê xwe dimînin, xwe biparêzin. Eger xwe biparêzin, dibe ku pêşî li komkujiyan bigrin. Lê eger neparêzin, wê nekarin xwe ji qetilkirinê rizgar bikin. Li Gumgumê komkujiyên mezin kirin, lê bi berxwedanê ber li mezinbûna qetilamê girtin. Eger ku bi berxwedanê pêşî li mezinbûna wê komkujiyê girtibin, wê demê encex Elewî bi parastina xwe dikarin li dijî êrîşan xwe biparêzin. Bi avakirina parastina xwe ya cewherî, dikarin vê bi ser bixin. Weke heta roja îro çêbûyî, îro jî tu xêra dewleta tirk ji Elewiyan re nîn e. Ev di vî aliyî de gelek giring e. Ji ber ku dewleta tirk îro poltîkayeke taybet li dijî Kurdan, xistiye rojevê. Dihesibînin ku wê bi pere û bertîlê, di nava Elewiyan de hin kesan bikirin û ji xwe re bikin mal. Şefê faşîst Erdogan vê yekê pêk tîne. Lê dema şefê faşîst Erdogan vê yekê pêk tîne, çeteyên faşîst jî bi ser komeleyên Elewiyan û Cemxaneyan, diberde. Ev jî ji bo Elewiyan hişyariyek e. Yan hûn ê bi ya me bikin, şefê faşîst Erdogan diçe li Cemxaneyan merasîman dike, hûn ê qebûl bikin, hûn ê ‘werin ser xeta wî’ yan eger hûn ‘neyên’ em ê vê yekê li we bikin. Gefan dixwe. Ji vî aliyî encameke din a ku mirov ji komkujiyên li dijî Elewiyan derbixe ew e ku wê Elewî bi awayê ku parastina xwe ya cewherî bikin, xwe bi rêxistin bikin.

Elewî rêxistinkirî ne. Lê civakên biçûk û cuda cuda tên rêxistinkirin. Rêxistinên cuda dema dibin rêxistinên yekgirtî, hêzeke mezin ava dikin. Mirovên ji gundên Elewî yên koçî metropolan dikin, komeleyên ku li ser navê gundên xwe ava kirine, hene. Bi sedan komeleyên gund, navçe û herêman hatine avakirin. Komeleyên bi nasnameyên Elewî yên vekirî hatine avakirin jî hene. Ev hemû hêzeke mezin û bi potansiyel in. Eger ku ev hêz û potansiyel bên ba hev, wê wateyeke xwe hebe. Çawa ku rûbar tên ba hev û çeman ava dikin, tu bendav nekaribe vê herikbariyê asteng bike, aha divê ew komeleyên Elewiyan veguherin çeman; divê xwe veguherînin Firat, Dîcle û Nîlê. Eger veguherin, tu kes nikare wan asteng bike.

Di encama 5’emîn a ku bê derxistin de; divê Elewî dostên xwe rast bihilbijêrin. Dostên Elewiyan kî ne? Çawa ku Elewî divê dijminên xwe baş nas bikin, bi heman awayî divê dostên xwe jî baş nas bikin. Dostên Elewiyan kesên weke wan hatin çewisandin, mazlûm in. Di nava van de jî yê herî destpêkê Kurd in. Di nava Kurdan de mezhebên cuda yên Îslamê hene. Di nava Kurdan de Elewîtî jî mezhebek bi hêz e. Dîsa awayê baweriya Elewiyan jî di nava Kurdan de bi bandor e. Lê divê em Sinîtiya li Kurdistanê, bi mezhebperestiya ku dewleta tirk weke amûra mêtingeriyê bi kar tîne re, heman nekin. Ev ji hevdû cuda ne. Îro li her aliyên Kurdistanê, li cihê ku Sinîtî lê herî pêşketî de, Elewî nasnameya xwe ya Elewîtiyê pir hêsan dikarin bijîn. Li Amed, Dîlok û Siwêregê jî wiha ye. Li her derê wiha ye. Ketina nava hevdû de. Kesek ê ji gundê Sinî yê Şirnexê, bi kesên ji gundek ê Elewî yê Gurgumê hatin re di heman taxê de bi hev re dijîn. Ji vî aliyî ve ve cudahiya mezhebî ya di nava Îslamiyetê de, ji bo Kurdan nabe hinceta qetilkirina hevdû. Di heman demê de nasnameya wan a pîroz heye. Ev nasname hevpar in. Bi Elewî û Sinîtiyê her kesê girêdayî hevdû dikin.

Di heman demê de mêtinger xebatên provokasyon û propagandayan ku Kurdên Elewî û Sinî li bera hevdû berdin, bi rê ve dibe. Lê di nava Kurdan de tiştekê wiha nîn e. Dîtina vê yekê di nava PKK’ê de û civaka Kurd a bi têkoşîna PKK’ê bipêşveçûyî, pêkan e. Divê civaka Elewî û Kurdên li Kurdistanê xwedî mezheba Elewî û Sinî vê rastiyê bizanin. Bi taybetî jî kesên Elewî yên tirkiyeyî; Elewiyên tirkmen vê bizanin. Dewleta tirk hêzeke faşîst e ku weke li Kurdistanê li Anatoliyayê jî şûrê qetlîamê ji Elewiyan re dihejîne. Lê li dijî vê hêza qirker, yên ku li gel tirkmenên Elewî cih bigirin, Kurd in. Lewma divê Elewî dostên xwe baş bizanin. Mazlûm in, di nava mazlûman de Kurd in, sosyalîst, demokrat û şoreşger in. Hebûna dostên Elewiyan, avantaja wan a herî mezin e. Bi vî awayî divê Elewî ji bo xwe encamekê derxin û ji wir jî bibînin ku rêya serkeftinê û ji bo wan bi ewle, ev e.

Kurd jî divê ji van komkujiyan encam derxin. Ji bo dewleta tirk, Kurdên Elewî, Sinî, Riha, Erzirom, Şirnex, Dîlok, Qers û Dersimê ferq nake. Ji bo wî tişta giring ew e ku ne Kurd bin. Ji bo Kurd jî dibêje ku Kurdê herî baş ‘Kurdê mirî ye’. Kurdê ku ne wisan jî ji bo xwe weke xeteriyeke potansiyel dibîne. Ji bo tunekirina xeteriya potansiyelê jî bi mînaka ‘serê mar ji piçûkahiyê ve tê perçiqandin’ pêk tîne. Rewşa dewleta tirk ev e. Dewleta tirk li dijî Kurdan wê bi hemû hêzên qirker re, tevbigere, tenê ji bo ku Kurd bên perçiqandin. Heta duh bi Sûriyeyê re di nava şer de, hîna jî şer dike. Lê ‘dibêje were em bi hev re Kurdan biperçiqînin’. Pêşniyazên wiha li Îran û Iraqê dike. Dema ku dikeve destê wan jî bi hev re, qetlîaman dikin. Divê Kurd vê bizanin. Dewletên mêtinger, di serî de jî dewleta tirk heyîna xwe li ser tunekirina Kurdan ava kiriye. Lewma divê Kurd bê ku cudahiya bawerî, nasname û çanda di nava xwe de bigire berçav, yekîtiya xwe pêk bîne. Eger yekîtiyê pêk bîne, wê qetlîamên wan qirkeran bikare asteng bike. Ji derveyê vê jî tu rêyên din nîn e.

Dewleta tirk a qirker ji bikaranîna hevkarên xwe jî bi paş de namîne. Ji wan hêzê digire û komkujiyan dike. Ji ber wê ye ku di hemû qetlîamên ku li Kurdistanê hatine kirin de, hêzên hevkar û xayîn ketine nava xwîna Kurdan. Divê Kurd çawa ku li dijî qirker û dagirkeran têdikoşe, divê li dijî xayîn û hevkarên di nava xwe de jî têbikoşe. Divê vê jî ji bîr nekin, Kurdan qetlîama rastîn piştî têkçûna berxwedanê jiyaye. Di serhildana Şêx Said, Agirî û Dersimê de ev wiha çêbûye. Dewleta tirk amadekariyên komkujiyek bi hêz a wiha dike. Eger derfet bibîne, wê niha vê bike. Dike jî. Lê dixwaze yên mezintir pêk bîne. Rêya pêkanîna vê yekê jî di tunekirina PKK’ê de dibîne, di ‘tecrîda mutlaq’ a li ser Rêber Apo de dibîne. Eger ku ev bi ser xist, ji bo pêkanîna armanca xwe ya mezin, ango qirkirina Kurdan, wê xwe amade bibîne.

Divê encameke wiha ji hemû komkujiyan bê derxistin. Her Kurdek vê dizane, naskirina dewleta tirk e. Piştî qetilkirina Şêx Saîd û Seyîd Riza çima komkujî pêk hatin. Ev jî bi jiyankirinê zanîn. Niha jî tişta ku deweleta tirk a qirker dixwaze bike, ev e. Lewma divê li dijî qirker û hevkaran, Rêbertiya xwe biparêzin û bi zanebûna berxwedanê tevbigerin. Divê êrîşên qirker-mêtinger ên îro li Kurdistanê tên domandin, bi vî awayî bên nirxandin.

Dewleta tirk a qirker, li Kurdistanê li aliyekê êrîşa îmhayê ya li hemberî gerîla didomîne û li aliyê din jî dixwaze hîn zêdetir xaka Kurdistanê dagir bike. Li aliyê din ‘tecrîda teqez’ a li ser Rêber Apo, hîn girantir kiriye. Her wiha bi rojevkirina tenduristî û ewlehiya Rêber Apo, hewil dide bi kokên sinirên civaka Kurdistanê bilîze. Ev tê wateyê ku qetlîam û qirkirina herî mezin li dijî Kurdan heye. Lewma encama yekem a ku ji qetlîamên Kurdan bê derxistin, dixwazî Kurd be, Elewiyê tirkmen be, dixwazî gelek ê Rojhilata Navîn û her kesê ku xwedî baweriyek cuda be, dîtina vê rastiyê ye û li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta tirk li Kurdistanê pêk tîne, tecrîda li ser Rêber Apo, çekên taktîk nukleer, êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava helwest raber bikin. Dema nêzîkatiyeke bi vî rengî bê nîşandan, wê bê fêmkirin ku armanca sereke ya hemû êrîşên li ser Kurdistanê tên kirin û tecrîda li ser Rêber Apo, qirkirina Kurdan e. Eger dewleta tirk bigihîje vê armanca xwe, wê ji bo temamkirina qirkirina ku xwe pê serkeftî dibîne, wê tiştên ku heta niha kirine ber bi astek hê jortir ve bibe. Xwe ji bo vê yekê amade dike. Bi dîtina vê yekê di sala 44’emîn de nirxandina Komkujiya Gurgumê, nirxandina rewşa nediyar ku dewleta tirk li ser tenduristî û ewlehiya Rêber Apo çêkiriye û nirxandina êrîşên qirkirin û tunekirinê yên li ser Kurdistanê pêk tîne, divê li gorî wê helwestek bê raberkirin.

Bi vê wesîleyê di serî de Gurgum, Zindan, Roboskî, Pirsûs, Pêşiya Gara Enqereyê ku di meha Kanûnê de qewimîne, qurbaniyên komkujiya ku ji aliyê dewleta tirk a qirker ve hatine kirin, bi rêzdarî bi bîr tînim û Rêber Apo ku li dijî van qetlîaman bersiva rast û herî bi wate nîşan daye, silav dikim. Şehîdên nemir ên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar