Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...
Pazartesi - 1 Temmuz 2024

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Cemal Şerîk şehîdên meha hezîranê bi bîr anî

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk şehîdên meha hezîranê bi bîr anî û diyar kir ku meha hezîranê ji roja destpêkê heta roja dawiyê meha şehîdan e

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk têkildarî şehîdên meha hezîranê ji ajansa ANF’ê re axivî û şehîdan bi rêzdarî bi bîr anî.

Cemal Şerîk anî ziman ku meha Hezîranê ji roja destpêkê heta roja dawiyê meheke şehîdan e û destnîşan kir ku hem ji bo şoreşa Tirkiyeyê hem jî ji bo şoreşa Kurdistanê tê vê wateyê û wiha got: “Roja destpêkê ya Hezîranê, salvegera şehadeta ewladê leheng ê gelê Kurdistanê, ji pêşengên tevgera şoreşgerî ya Tirkiyeyê Huseyîn Cevahîr e. Sala 1971’ê di rojên dawî yên meha Gulanê de tevî Mahîr Çayan li Maltepeyê di hundirê malekê de hate dorpêçkirin. Piştî dorpêçiya sê rojan, bi sûîqesta kontrgerîla şehîd bû. Huseyîn Cehavîr ji bo tevgera şoreşgerî ya Tirkiyeyê xwedî roleke girîng bû.”

Şerîk diyar kir ku Huseyîn Cevahîr ku ji Dêrsimê bû, mîrateya şoreşgerî ya hevpar a gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bû û vegotina rastiya şoreşa yekbûyî ye ku divê di vê serdemê de jî bê parastin.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk ragihand ku meha Hezîranê bi vî rengî destpê kir û bû xwedî taybetmendiyeke welê ku berxwedanên mezin lê bû û wiha domand: “Berxwedana mezin a karkeran a 15-16’ê Hezîranê ya 1970’î jî rastiyeke bi vî rengî radixe pêş çavan.”

Berxwedana Gezî ya mezin

Di dewama axaftina xwe de Şerîk bal kişand ser Berxwedana Gezî û ev tişt anî ziman: “Ya rast ew e ku Berxwedana Gezî weke rojên avabûna komuna Stenbolê bê nirxandin. Ber bi rojên dawî yên Gulana 2013’an, li Stenbolê di çarçoveya biryareke hikûmeta AKP’ê ya faşîst êrîş hate kirin.”

Cemal Şerîk diyar kir ku li dijî vê êrîşê, her kesên li dijî kapîtalîzmê tev li berxwedanê bûn û wiha dewam kir: “Her kesên ku demokrasiyê dixwazin tev li berxwedanê bûn. Her kesên sosyalîst, şoreşger, demokrat beşdar bûn. Oldar jî tev li bûn. Mirovên ku demokrasiyê dixwazin, ên ku fikrê wan ê şoreşgerî, sosyalîst, demokrat tune bû jî tev li vê berxwedanê bûn. Hawirdorparêz tev li bûn, komunîst tev li bûn, alîgirên klûbên futbolê tev li bûn. Li dijî faşîzma AKP’ê kê demokrasî dixwest, kî li ber binpêkirina mafên mirovan, zext, mêtingeriyê radibû beşdarî vê berxwedanê bûn.

Di dema berxwedanê de berxwedêran xwe bi xwe bi rê ve birin. Berxwedêran komunên xwe bi xwe ava kirin. Meclisên xwe ava kirin. Ewlehiya xwe kirin. Lewma Berxwedana Gezî berxwedaneke komun e. Di dîroka Stenbolê de berxwedaneke dîrokî ya ji Komuna Komunan e.

Di navbera şert û mercên wê demê û niha de zêde cudahî nîne. Zext û zordarî bi heman rengî dewam dikin. Ji wê demê girantir bûne. Mirov dibêjin; bêhn li me çikiya ye. Divê ev yek rast bê fêhmkirin. Bêhnçikandin tê wateya hatina ber mirinê. Civaka Tirkiyeyê, civaka Kurdistanê xistine vî halî. Wê demê Komuna Stenbolê, Berxwedana Gezî ya Hezîrana 2013’an dest pê kir, îro gelekî pêwîstî pê heye. Ji her demê bêhtir pêwistiya civakên Kurdistan û Tirkiyeyê bi berxwedaneke bi vî rengî heye.”

Şehadeta Sema Yuce

Di axaftina xwe de Cemal Şerîk da zanîn ku meha Hezîranê meheke ku yek ji milîtanên jinan ên pêşeng a şoreşa Kurdistanê Sema Yuce şehîd bû û wiha pêde çû: “Di 17’ê Hezîrana 1998’an de Sema Yuce şehîd bû. Di meha Adarê de got, ‘Du roj nabin’ û berê xwe da Rêber Apo. di encama çalakiyê de 17’ê Hezîranê şehîd bû. Şehadeta hevrê Sema Yuce ji bo me gelekî hîndekar bû. Di vê demê de divê hîn bêhtir bê temsîlkirin.

Wê demê Rêber Apo bûbû hedefa dijmin. Beriya wê komplo hebûn. Di vê demê de jî tecrîda li ser Rêber Apo hatiye girankirin û komployên wê demê dest pê kirin niha jî bi rengekî girankirî dewam dikin. Ya ku li hemberî vê divê were kirin ew e ku bi ruhê Sema Yuce li dora Rêber Apo bicivin.”

Roja dawî ya hezîranê, Zîlan

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk ragihand ku roja dawî ya meha Hezîranê roja şehadeta Zîlan e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi vê çalakiyê dîrokeke nû nivîsand. Ji wê rojê ve divê encamên gelekî xurt bên wergirtin. Hevrê Zîlan 30’ê Hezîrana 1996’an şehîd bû. Şert û mercên niha û yên wê demê ji hev cuda nîne. Çawa ku qala çetebûyîna dewleta tirk tê kirin, çawa ku qala mafyabûna dewletê tê kirin, sala 1996’an sala çetebûn, mafyabûna dewleta tirk bû. Salên ku kuştinên bi destê kontrayan dihate kirin zêde bûbû. Li ser gel zexteke giran hebû. Li dijî vê yekê jî têkoşîneke çalak a gerîla hebû. Hevrê Zîlan di nava şert û mercên wiha de çalakiya mezin kir.

Di sala 1996’an de hewl didan komployên li ser Rêbertî bigihînin asteke nû. Di 6’ê Gulanê de li cihekî nêzî Rêber Apo bombe hate teqandin û bi vî rengî êrîş li dijî jiyana Rêber Apo hate kirin. Hevrê Zîlan ji bo bersivê bide vê yekê ew çalakî kir. Îro jî zexteke giran li ser Rêber Apo heye. Di nava şert û mercên wê demê de çawa ku bi çalakiya hevrê Zîlan bersiv ji komployê re hate dayîn, niha jî li ser rêya hevrê Zîlan divê li dijî zextên li ser Rêber Apo têkoşîn bê meşandin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar