Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Çemê Kurayê zuha dibe

Li Erdexanê HES’ên ku tên çêkirin zirarê didin xwezaya bajêr. Bendavên ku li navçeya Posof, Xanek û Çildarê hatine çêkirin bûne sedema zuhabûna çemê Kurayê

Li Tirkiyeyê heta niha bi hezaran bendav û santralên hidroelektrikê hatine çêkirin. Li gel  çêkirina bendav û santralên hîdroelektirîkê xweza di talûkeyê de ye û ber bi mirinê ve diçe.

Li Erdexanê bendav û HES’ên ku li navçeyên Posof, Xanek û Çildarê hatine çêkirin bûne sedema zûhabûna çemê Kurayê. Ava çem her roj kêm dibe. Çemê ku bi salan bû gur diherikî niha zuha bûye û ava wî gelek kêm diherike.  Li gel çêkirina bendavan ji hêla Çoruhê ve çem hate zivirandin. Zivirandina rêya avê ya çem dibe sedema nîqaş û bertekan. Çemê Kura ji çiyayên Allahûekber û Yanlizçam de diherike Erdexanê. Li gel çêkirina bendavan bajar bê av dimîne.

Di salên berê de bendavên ku li navçeya Xanekê gundê Çatê hatine çêkirin bûne sedema bertekan û ji ber çêkirina bendavan li gund gelek welatî koçber bûn û nêçar man. Gundiyan têkîldarî çêkirina HES’an de der barê fîrmaya li Stenbolê doz vekirin. Doza ku 1’ê  adarê  sala 2018’an hatibû dîtin taloqî 3’yê tîrmehê hatibû kirin û doz bê encam ma.  Gundiyên ku bêmal û war man di bin şert û mercên herî zehmet de jiyana xwe domandin.

Êdî çem namînin

Li Tirkiyeyê heta niha hezar û 527 projeyên HES’an hatine çêkirin û heta nihya ji van 477’ên wan yan hatine qedandin û yan jî li ber qedandinê ne. Hêza van santralên 23 hezar û 660 e. Li gorî vê hejmarê li Tirkiyeyê çemên ku biherikin dê nemînin. ERDEXAN

Çavkanî: Jinnews/Zeynep Durgut

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar