Nirxandina Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bi vî rengî ye: “Akademiya Mahsûm Korkmaz di dîroka partî û têkoşîna me de xwedî cihekî pir girîng e. Ji bo ku dîroka partî û têkoşîna me bi awayekî giştî were zanîn divê ev pêvajo were fêhmkirin. Ji ber ku di pêşxistina têkoşînê de roleke girîng lîst û piştre li ser vê mîrasê xebatên perwerde û dibistanê hatin avakirin. Rêber Apo pirsgirêkên ku şoreş rastî wê tên û çareseriya van pirsgirêkan di zemîna akademiyê de bi kadro û mîlîtanan dida fêmkirin û armanca wî ev bû ku pirsgirêkên şoreşa Kurdistanê çareser bike û şoreşê bi pêş ve bibe. Bêguman di çarçoveya vê armancê de geşedanên pir girîng pêk hatin. Pirsgirêkên rêxistinî yên îdeolojîk bi kûrkirina partîbûn û milîtanbûnê ji holê hatine rakirin û pêşketin bi vî tiştî re pêk hatiye. Rêber Apo di Akademiya Mahsûm Korkmaz de bi awayekî sîstematîk û zanistî ev şêwaza çareseriyê pêş xist û bi vî awayî kir ku di nav kadroyan de guhertinên mezin pêk were û kadro xwe bigihînin bîr, hêz û vîna ku ew ê karibe şoreşa Kurdistanê kûrtir bike û bi pêş ve bibe. Dema em li dîroka xwe ya têkoşînê dinêrin, tê dîtin ku di navbera avakirina Akademiya Mahsûm Korkmaz û pêşketina şoreşê de têkiliyeke nêz heye. Li aliyê din ji ber ku gelê kurd bi têkoşînê ji nû ve hebûna xwe bi dest xist û û bi têkoşînê bû xwedî hişmendî, nasname û îrade; akademî jî di bidestxistina van taybetmendiyan a civakê de xwedî cihekî girîng bû. Ji ber vê yekê Akademiya Mahsûm Korkmaz ne tenê ji bo partî û milîtanên wê, ji bo guhertin û veguhertina civakê jî peywira dibistanekê pêk aniye.
Rêber Apo qada Rojhilata Navîn wek baregeh diyar kir
Helbet ji bo fêmkirina rola Akademiya Mahsûm Korkmaz, pêwîst e şert û mercên wê serdemê, rewşa rêxistin û kadroyên wê, hedefên partiyê yên wê serdemê û pirsgirêkên ku rû bi rû mane, bên zanîn. Ji bilî van, divê rewşa civaka kurd, bandora ku mêtingeriya qirker li ser civakê kiriye, texrîbatên ku di bîra civakî û neteweyî de çêkiriye û pirsgirêkên kesayetiya kurd a ji ber van tiştan jî were zanîn. Cihê Akademiya Mahsûm Korkmaz jî girîng e û bêyî ku ev tişt were zanîn, ne mumkun e ku mirov bizanibe dibistan di kîjan şertan de bû û rastî zehmetiyên çawa hatiye. Ne ji bo diyarkirina zehmetiyan, ji bo ku were zanîn li hemberî zehmetiyan têkoşîneke çawa hatiye kirin û ev zehmetî çawa ji holê hatine rakirin, divê ev tişt were zanîn.
Rêber Apo qada Rojhilata Navîn wekî baregeh diyar kir. Ji ber ku armanca wî ev bû ku li dijî mêtingeriya qirker a wekî rejîma cûntay faşîst a 12’ê Îlonê, têkoşînê bibe asteke nû. Bêguman wê li Kurdistanê têkoşîn bihata meşandin. Herêma Rojhilata Navîn ji bo têkoşîna li welat weke perwerde û bingeha têkoşînê dihat dîtin. Ji ber ku berê partiyê têkoşîn û welat bû, ji bo ku ev qad bi awayekî baştir were bikaranîn, nêzikatiyeke wisa hatibû esasgirtin ku dem û hemû derfetên hatine bidestxistin ji bo vê armancê werin nirxandin. Rêber Apo girîngiyeke mezin da vê yekê û li gorî vî tiştî rêxistin perwerde dikir. Weke ku piştre jî derket holê, geşkirina şoreşa Kurdistanê encax bi hewldaneke wisa dikaribû pêk were. Ji ber ku civak û kesayetiya kurd di bin mêtingeriya qirkirinê de rastî rûxandina hiş û bîrê hatibû, têkoşîn û berxwedana ji bo nasnameya neteweyî, bîra neteweyî û naskirina dijmin gelekî qels bûbû. Mirov dev ji têkoşîn û hewldana serkeftinê berde; kombûna ji bo armancekê û rêxistinbûn jî hema bibêje nemabû. Parçebûn, biyanîbûna ji rastiya xwe, reva ji rastiya xwe û biçûkdîtina wê gelekî zêde bûbû. Zext, asîmîlasyon û qetlîam ên li ser bingeha polîtîkayên qirkirina Kurdistanê, rê li ber van encaman vekiribû. Ev taybetmendî di civakên din de zêde nedihatin dîtin. Ji ber ku mêtingeriya li Kurdistanê ji mêtingeriyên li welatên din ên cîhanê cihê bû. Li Kurdistanê li ser esasê înkar û qirkirinê, mêtingeriyek pêk hatiye. Li cihên din mînakeke wisa ya mêtingeriyê tune. Belkî mirov karibe bibêje ku bi vî awayî qet tune. Di dîrokê de jî mînaka vî tiştî zêde tune. Ji ber vê jî Rêber Apo mêtingeriya li Kurdistanê wekî ‘mêtingeriya qirker’ bi nav kir. Ev têgih û têgiştineke girîng ku mirov rastiya kurd û Kurdistanê rast fêm bike. Vê tarza serwextbûnê girîng e, ji ber ku heta ev tişt pêk neyê mirov nikare mêtingeriya li Kurdistanê û rastiya kurdan baş fêm bike. Heke mirov mêtingeriya li Kurdistanê, di çarçoveya mêtingeriya klasîk de binirxîne, ji bo fêmkirina rastiya kurd ev tişt wê gelekî qels be û ne mumkun e ku bi vê nêzikatiyê pirsgirêka kurdan rast were fêmkirin. Wekî mînak, pirsgirêka Filistînê jî di vî warî de bi qasî pirsgirêka kurd ne giran e. Bêguman dewleta Îsraîl bi neteweperestiya dîrokî û zîhniyeta netewe-dewletparêz siyaseta serdestiya li ser Filistînê meşand û xwest gelê Filîstinê ji warên xwe derkevin. Ev qirkirineke aşkere ye. Lê wekî ku dewleta tirk kiriye, înkar nehatiye kirin. Di esas de hêza zordestiyê hatiye bikaranîn û polîtîkayeke wisa meşandine ku gelê Filîstinê ji welatê wan derxîne. Lê gelê kurd hatiye înkarkirin û tune hatiye hesibandin. Xwestine kurd dev ji xwe berdin û xwe bi neteweyên serdest ve girêbidin. Ev polîtîka rê li ber vî tiştî vedike ku nasname û bîra civakî texrîb bibe û civak êdî ji civakbûnê derkeve. Ji ber vê jî geşkirina şoreşa Kurdistanê tê wateya têkoşîna li hemberî dijmin û civakê ji bandora mêtinger û qirker derxe, civakê rizgar bike. Ev jî têkoşînê zehmettir dike.
Derbasbûna Rojhilata Navîn
Rêber Apo di sala 1979’an de ji bo têkoşînê bigihîne asteke nû derbasî Rojhilata Navîn bû. Rêber Apo çawa derbasî Rojhilata Navîn bû, kêm zêde tê zanîn. Ev derbasbûn li ser derfet û têkiliyên pir kêm hatibû kirin. Ji ber ku gelê Filîstinê li dijî dagirkeriya Îsraîlê têdikoşiya, ev qad bûye qada têkoşînê. Têkoşîna gelê Filîstinê Rojhilata Navîn kiribû qadeke dînamîk. Bandora wê wekî bandora Şoreşa Rojava ya li ser Rojhilata Navîn bû. Gelek rêxistin dihatin vê qadê, dikaribûn xwe biparêzin an jî ji bo pêkanîna armancên xwe, dikaribûn hinek derfetan bi dest bixin. Jixwe Rojhilata Navîn jî xwedî pirsgirêkan bû û bi pergala modernîteya kapîtalîst re jî pirsgirêkên wê hebû. Vê yekê bi serê xwe dînamîzmek afirand û bûyîna li vir dihat wateya têkoşîneke gur û geş. Têkoşîna gelê Filistînê û bandora wê ya li ser Rojhilata Navîn û cîhanê ev dînamîzm hîn zêdetir kir. Dema tevgera me jî çû Rojhilata Navîn, li qadên rêxistinên Filîstinê bi cih bûbû. Helbet ev yek di encama têkiliyên bi rêxistinên Filistînî re pêk hatibû. Di wê pêvajoyê de rêxistinên Filistînî bi giranî li Lubnanê bi cih bûn. Yek ji van cihan jî herêma nêzî sînorê Sûriyê yê Lubnanê bû ku bi navê Geliyê Bekaa dihat naskirin. Partî li vê deverê bi cih bû û ev dever bû cihê ku gelek civîn û xebatên girîng lê hate kirin û ji xeynî vê li vê derê kadroyên partiyê jî dihatin perwerdekirin.
Kongreya yekemîn
Di vê pêvajoyê de gelek rêxistinên cuda yên Filistînê hebûn. Bi piranî van rêxistinan di nav xwe de tifaq çêkiribûn. Eniya Demokratîk, Eniya Rizgariyê, El Fetah çend ji wan in. Partî hewl dida ku bi gelek rêxistinên Filistînî re têkiliyan deyne û ji bo kadroyên ji welat tên jî derfeta bicihbûnê peyda bike. Di vê pêvajoyê de cihek tunebû ku kadroyên partiyê lê bi cih bibin, karibin xwe perwerde bikin û xebata rêxistinkirinê bikin. Cihekî aîdî partiyê tunebû. Bi qasî derfetên ku rêxistinên Filîstinê dabûn wan, dikaribûn bi cih bibin. Derfetên hindik didan rêxistinan. Li ser esasê ku li kampên wan hinek heval hebin, dibûn alîkar. Partî jî li ser fikra vegera welat û destpêkirina şerê çekdarî bû, ji bo vê plan dikir ku kadroyên xwe yên li welat vekişîne qada Rojhilata Navîn û wan li vir perwerde û amade bike. Ji ber vê ne bi tenê bi rêxistinekê, hewl dida bi hemû rêxistinên ku erênî nêz dibûn, têkiliyan ava bikin. Li aliyê din rêxistinên Filistînî li dijî Îsraîlê şer dikirin û li gorî wê baregehên xwe çêdikirin. Hevalên ku qebûl dikirin jî li gorî vî tiştî bi cih dikirin û bi şertê ku li kampên cihê bi cih bikin, ew belav dikirin. Ji ber vê pêkhateya partiyê ne bi hev re bû. Di nav rêxistinên cihê de û li deverên cihê diman. Geliyê Bekaayê ya ku yek ji van cihên pêşîn ku partî ketibû wir, wisa çêbûbû. Bi rastî jî kampên Eniya Rizgariya Filistînê li vê herêmê bûn. Loma ev der cihê wan bû. Di encama têkiliyên bi Eniya Rizgariya Filistînê re çêbû, partiyê komek hevalên xwe li vir bi cih kir û bi Eniya Rizgariya Filistînê re demekê li vir ma. Ji ber ku nêzî sînorê Sûriyeyê bû, ev der cihekî guncav bû. Hêdî hêdî li vir xebatên girîng dest pê kirin. Yek ji van jî Konferansa 1’emîn a PKK’ê bû kû di sala 1981’an de pêk hat. Konferans li kampa partiyê ya li vir hatibû lidarxistin. Wek tê zanîn di vê konferansê de biryarên pir girîng hatin girtin. Di vê konferansê de biryar hat dayîn ku komên gerîla biçin welat û bi pêşengiya gerîlayan pêvajoyeke nû ya têkoşînê were destpêkirin. Alî û stratejiya partiyê di vê konferansê de hat nîqaşkirin û diyarkirin. Kongreya 2’emîn a PKK’ê ev biryar kirin biryarên kongreyê. Ev stratejî di esasê xwe de di Konferansa 1’emîn de hatibû diyarkirin.
Parastina Beyrûdê
Di sala 1982’an de Îsraîlê êrîşî Beyrûdê kir û şer dest pê kir. Piştî şer komên Filîstînê biryar dan ku kampên xwe yên li Lubnanê vala bikin û Eniya Rizgariya Filîstînê kampên xwe yên li vir vala kir û piştî vê pêvajoyê partî li vir ma û ev qad xist bin kontrola xwe. Şerê Beyrûdê yê di sala 1982’an ji bo rêxistinên Filistînî dihat wateya têkçûnê. Dibe ku rêxistinên Filistînî nehatibin şikandin, lê ji ber ku xeteke şer a xurt nehat avakirin, dorpêça Îsraîlê nehat şikandin û biryar dan ku kampên xwe yên li Lubnanê di bin sîwana hêzên navneteweyî de bihêlin. Li aliyê din di sala 1982’an de dema ku Beyrûd hate parastin, PKK’ê li bir roleke girîng lîst. Li cihê ku kadroyên PKK’ê lê bi cih bûne, xeta berxwedanê hat avakirin û hêzên Îsraîlê nekarîn vir bişkînin. Di encama vê berxwedanê de Beyrûd neket û hêzên navneteweyî ketin dewrê, lihevkirinek çêbû û dorpêç hate rakirin. Di parastina Beyrûtê de 11 heval şehîd ketin. Di şer de gelek heval birîndar bûn û dîl hatin girtin. Li vir gorên şehîdan hene. Di vî warî de cihê ku yekemîn şehadeta partiyê lê hatiye avakirin ev e. Li aliyê din di parastina Beyrûdê de aliyê şoreşgerî û karakterê milîtanên PKK’ê û aliyê şoreşger ê PKK’ê ji aliyê her kesî ve hat dîtin. Heta vê serdemê di jiyanê de helwesta milîtanên PKK’ê, jiyana wan a adilane, demokratîk, rêxistinî û komunal bala derve dikişand û hurmet dihate nîşandan. Piştî parastina Beyrûdê ya di 1982’an, aliyê rêxistinî yê îdeolojîk ê PKK’ê jî derket holê û vî tiştî jî eleqeya li hemberî PKK’ê zêdetir kir. Dema ku gelek rêxistinên Filistînê bêyî berxwedaneke girîng vekişiyan, kadroyên PKK’ê xeteke girîng a berxwedanê ava kirin û heta dawiyê berxwedan domandin. Gelek rêxistinên Filistînê nikarîbûn helwesteke wiha nîşan bidin. Ji ber ku rêxistinên Filistînê bi temamî, xwe li gorî şer bi cih nekiribûn, amadekariyên wan tunebû. Hemû rêxistinan doza Filîstinê diparastin lê dîsîplîna rêxistinî û nêzikatiya îdeolojîk an qels bûbû an jî ji cewhera xwe dûr diket. Partiyê jî bala xwe dabû ser têkoşînê û xwe li gorî şer amade kiribû. Ji ber ku partî li ser vê fikrê bû ku vegere welat û li wir têkoşîn û şer bide destpêkirin û amadekariyên xwe li ser vî esasî dikir. Rêxistin û kadroyên rêxistinê li ser vî esasî dihatin perwerdekirin û amadekirin. Ji ber vê yekê tekane tişta ku kadroyên PKK’ê li ser wê disekinînin, têkoşîn bû. Rêber Apo li ser vê bingehê lêhûrbûn dikir û ji bo ku partiyê jî têxe nav lêhûrbûneke wisa her dem bi kûrahî hewl dida.
Akademiya Mahsûm Korkmaz li Beyrûdê hat avakirin
Piştî şerê Beyrûdê ya sala 1982’an ku ev der bû qada ku partî lê ma, gelek xebat li vir hate kirin û ev der bû navend. Akademiya Mahsum Korkmaz di sala 1987’an de li vir hate avakirin û heta sala 1992’an li vir hebûna xwe domand. Li vir bi hezaran kadroyên partiyê hatin perwerdekirin. Rêber Apo bi xwe jî li ser akademiyê radiwestiya û perwerde dida. Li Akademiya Mahsûm Korkmaz tenê perwerdeya leşkerî nedihat dayîn. Akademiya Mahsûm Korkmaz dibistaneke partiyê bû û perwerdeya bîrdozî û leşkerî jî dihat dayîn. Piştî perwerdeyên bîrdozî, siyasî û leşkerî yên li vir dihatin dayîn, kadro dihat asta ku karibe hemû xebatên partiyê bike û xebatan bi rê ve bibe. Akademiya Mahsûm Korkmaz di pêşketinên di hemû qadên xebatê de bi taybetî di pêşxistina şerê gerîla de xwedî roleke diyarker bû. Kadroyên ku ji vir mezûn bûn hem diçûn welat û şerê gerîla pêş dixistin, hem jî diçûn qadên din û xebatên bîrdozî, rêxistinî û siyasî dikirin. Dikare bê gotin ku xebat û têkoşîna partiyê ya sereke li vir bû. Heta sala 1992’an vê derê wisa xebat meşand.Di sala 1992’an de Akademiya Mahsûm Korkmaz hate girtin. Sedema girtina wê jî ev bû ku Tirkiyeyê zext li dewleta Sûriyeyê dikir. Bêguman Tirkiyeyê bi piştgiriya NATOyê ev zext dikir. Lewma zextên li ser Sûriyeyê bi giranî ji DYA û NATO’yê dihat. Dema ku dewleta Sûriyeyê nekarî li hemberî van zextan li ber xwe bide, partiyê biryara girtina vê akademiyê da. Weke ku tê zanîn komploya navneteweyî bi zextên DYA û NATO’yê yên li ser dewleta Sûriyeyê dest pê kir. Dema ku dewleta Sûriyeyê li hemberî van zextan hat pelçiqandin, Rêber Apo biryar da ji Sûriyeyê derkeve. Her çend di vê pêvajoyê de tercîha çûyîna Ewropayê derket pêş jî, piştî ku şert û mercên mayîna li Sûriyeyê ji holê rabûn, ev tercîh çêbû. Ji van tiştan jî tê fêmkirin nêzikatiyên dewleta Sûriyeyê ne stratejîk bû. Nêzikatiyên wan li ser esasê taktîkî bû. Tişta derdiket pêş têkiliyên bi dewletan û berjewendiyên dewletan bû. Herçiqas dewleta Sûriyeyê wisa nêz bûbû jî, Rêber Apo şertên serdemê rast nirxand, li ser esasê têkilî û tevgerîneke rast sûd ji vê qadê wergirt û pêvajoya herî krîtîk a şoreşa Kurdistanê li ser esasê spartina vê derê bi serkeftî pêk aniye.
Akademiya Mahsûm Korkmaz bi biryara ku di Kongreya 3’yemîn a PKK’ê hate girtin de hat avakirin. Rastiya ku bi biryara Kongreya 3’yemîn hatiye avakirin, derdixe holê ku partiyê wezîfeyeke çawa daye Akademiya Mahsûm Korkmaz. Di kongreya 3’yemîn de her biryarek ku hatiye girtin, li gorî pêşxistina xet û stratejiya partiyê bû. Weke ku tê zanîn Kongreya 3’yemîn weke kongreya ji nû ve avakirina PKK’ê tê dîtin. Helbet ev nirxandineke rast e. Kongreya 3’yemîn erkekî wiha girt ser milên xwe û pêk aniye. Di kongreya 3’yemîn de bi giranî pirsgirêka şer û li ser çawaniya pêşvebirina şer hate nîqaşkirin. Derketina pirsgirêka pêşxistina şerê gerîla jî bi encama xeta partîbûnê esas negirtin û hakîmnekirinê ve hate dest girtin. Her çend pirsgirêkên fêmkirin û têgihiştinê hebin jî, sedema sereke ya vê yekê jî nebûna nêrînek bîrdozî ya têgihîştinê û pêkanîna xeta partiyê bûye. Kongreya 3’yemîn bi giranî li ser vê yekê rawestiya û pêşbînî kir ku bi sererastkirina ku li vir bê kirin dê pirsgirêka şer ji holê bê rakirin.
Rêber Apo perspektîfa bi navê “Rêya Şoreşa Kurdistanê” di encama lêkolîn û xebatên ku di serdema ku em weke serdema koma îdeolojîk dinirxînin de pêş xist. Ev perspektîf di heman demê de bûn manîfestoya rêxistinî ya fermî. Di Riya Şoreşa Kurdistanê de cewherê mêtingerî ya li Kurdistanê, pêşketina wê ya dîrokî û têkiliya wê ya bi modernîteya kapîtalîst re hate analîzkirin û têkoşîna rizgariya netewî ya li dijî wê hate nirxandin. Ji aliyê din ve jî di pêvajoya dîrokî de pêşketina civaka kurd û pêkhatina çînan jî hate destnîşankirin. Piştî damezrandina fermî ya partiyê, bi taybet piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê, derbasbûna partiyê ber bi Rojhilata Navîn ve partiyê qonaxeke nû bi dest xist. Ji bo vê jî stratejiyeke nû ya şer pêwîst bû. Stratejiya bingehîn a ku partiyê diyar kiribû jî ew bû ku bi pêşengiya gerîla têkoşînê bigihînin qonaxeke nû. Li ser vê bingehê Rêber Apo bal kişand ser amadekirina kadroyên ku kişandiye qada Rojhilata Navîn, vegera wan a li welat û pêşxistina şerê gerîla. Perspektîfên ku nû hatin pêşxistin jî li gorî vê pêwîstiyê bûn. Rêber Apo di vê pêvajoyê de bi giranî li ser fonksiyona şer a li ser pêşxistina şoreşa Kurdistanê rawestiya û hewl da ku vê yekê bi kadroyan bide fêmkirin. Li aliyê din li ser sedemên ku rê li ber pêşxistina vê têgihiştina kadroyan digire rawestiya û hewl da van astengiyan ji holê rake. Di vê pêvajoyê de ji bo peydakirina vê pêwîstiyê perspektîfên curbecur hatine pêşxistin. Ev perspektîfên dîrokî yên pir girîng bûn û Pêngava 15’ê Tebaxê ya dîrokî bi van perspektîfên Rêber Apo pêş ket. Li aliyê din di vê pêvajoyê de Semîr (Çetîn Gungor) bi awayekî veşartî li dijî fikrên ku Rêber Apo pêş dixist derdiket û fikrên berovajî pêş dixist. Semîr, çûna partiyê ya Ewropayê û taloqkirina têkoşînê; Fikra li dijî faşîzma 12’ê Îlonê ne pêkane ku têkoşîn were kirin, lê li derveyî welat lêkolînên teorîk dikarin bên kirin diparast. Ev feraset di derdora şoreşgerî de belav bû. Li hemberî derbeya 12’ê Îlonê fikra çûyîna Ewropayê di gelek tevgeran de pêş ket. Ev feraset bi taybetî di tevgerên sosyalîst ên li Tirkiyeyê de bi bandor bû. Yên ku bi vê ramanê berê xwe dan Ewropayê, bêbandor bûn. Têgihiştina çûyîna Ewropayê bi giranî ji aliyê sîstemê ve hat pêşxistin. Ji ber ku çûyîna Ewropayê dihat wateya rawestandina têkoşînê. Jixwe darbeya faşîst a leşkerî ya 12’ê Îlonê bi armanca paşveçûn û bidawîkirina têkoşînê hatibû pêş xistin. Lewma derbasbûna şoreşgeran a li Ewropayê stratejiyeke rejîma cûntaya faşîst a 12’ê Îlonê bû. Berê şoreşgeran didan Ewropayê da ku lêgerîna jiyana takekesî pêş bikeve. Ewropa xwedî roleke wisa neyînî bû. Qada Rojhilata Navîn bû qada şoreş û têkoşînê. Yên ku dixwestin têkoşînê geş bikin ber bi Rojhilata Navîn ve dihatin û di vê qadê de bi cih bûn. Bi van hest û ramanan Rêber Apo qada Rojhilata Navîn weke qada bingehîn destnîşan kir. Lê belê feraset û çalakiyên Semîr pêşbînî dikir ku hewldana Rêber Apo vala derxe û gelekî xeternak bû. Semîr ji ber ku nekarî feraseta ku diparêze li ser partiyê ferz bike, bi lîstina bi kadroyan re armanc kir ku vê fikrê di avahiya partiyê de pêş bixe. Xebatên wî di vî warî de bûn. Lewma Semîr bi xeta partiyê dilîst. Rêber Apo bi xurtkirina têkoşîna rêxistinî ya îdeolojîk û pêşxistina kûrahiya rêxistinî ya îdeolojîk di nava kadroyan de ev feraset bêbandor kir.
Bi bêbandorkirina Semîr (têgihiştina ku wî diparêze) û destpêkirina Pêngava 15’ê Tebaxê, ji bo şoreşa Kurdistanê pêşketineke gelekî girîng û dîrokî ye. Lê destpêkirina hemleya gerîla nedihat wateya ku hemû pirsgirêk ji holê rabin. Piştî destpêkirina pêngavê meyla dijmin guherî û NATO kete dewrê. Li aliyekê êrîşa li hemberî tevgerê zêde bû, êrîşên bi armanca tinekirina gerîla pêşketin, li aliyê din jî li hundir û derve zext li ser partiyê dihat pêşxistin ku pêngavê rawestîne. Yek ji qadên ku zext lê pêş ket Ewropa bû. Li Ewropayê pêşî Semîr û piştre yên din xwe îlan kirin û hewl dan PKK’ê bikşînin ser xetên cuda. Armanc bi vê yekê ew bû ku bandora Rêber Apo bişkîne, partiyê bixe bin bandora xwe û herî dawî jî bikişîne ser xeta xwe. Ji ber ku Rêber Apo li ser esasê xeta têkoşînê PKK’ê pêş dixist û ava dikir. Ji ber vê yekê xeta provakatîf a tasfiyeyê di destpêkê de rasterast Rêber Apo kir hedef. Ev êrîş di aliyê bîrdozî de bûn. Lê dema ku ev yek pêk nehat, êrîş li dijî PKK’ê hatin kirin. PKK’ê bi vî awayî pêşî li Elmanyayê û paşê jî li dewletên Ewropayê hate qedexekirin. Ger mîna ku plan dikirin Rêber Apo bêbandor bibûya, wê PKK’ê nehata qedexekirin û di bin bandora xeta provokatîf a tasfiyeker de, bibûya rengekî ku xizmeta pergalê dike. Lê belê ji ber ku ev yek pêk nehat, PKK’ê hate qedexekirin û krîmînalîzekirin. Yek ji hêzên ku dixwest Pêngava 15’ê Tebaxê bê rawestandin PDK’ê bû. Dema ku DYA, Îsraîl û NATO ketin nava tevgerê, PDK’ê helwesta xwe guhert û dest ji tevgerê berda, lê dema ku partiyê dev ji helwesta xwe ya berdewamkirina pêngavê berneda, li dijî wê helwest nîşan da. Li aliyê din rêveberiya li welêt di kûrkirin û pêşxistina pêngavê de qels ma. Pêngav jixwe dereng dest pê kiribû û piştî ku dest pê kir bi kûrahî berdewam nekir. Ji ber vê yekê, faktora diyarker a ku bûye sedema pêngav mîna hatiye plansazîkirin rêve neçe rêveber bû. Dema ku rêveberî nikarî bandora têgihiştina rastgir bişkîne encamek wiha derket holê. Li ser vê pêvajoyê nirxandinên Rêber Apo tên zanîn.
Ji ber pêngav weke hatî plankirin berdewam nekir, ev yek hişt ku Rêber Apo analîzên kûr û berfireh pêş bixe. Esasê xebatên ku bi derbasbûna herêma Rojhilata Navîn re hatin kirin ew bû ku kadro ji bo vegerê welat û destpêkirina pêngava gerîla amade bike. Ji bo ku ev pêk were Rêber Apo li aliyekê kadro bi perspektîfên ku pêşxistiye, ji aliyê bîrdozî û rêxistinî ve bi hêz dikir, li aliyê din jî bi nêzîkatiya rastgiriya provokatîf a ku hewl dida berê kadroyan bide Ewropayê, têkoşîn dimeşand. Di encamê de partî derbasî welat bû û Pêngava 15’ê Tebaxê ya Mezin hate destpêkirin. Di dîrokê de weke serkeftin û pêşketineke mezin cihê xwe girt. Lê pêngav weke ku hatibû plankirin pêş neket. Di vê pêvajoyê de pirsgirêka sereke ya partiyê ev bû. Ji ber ku stratejiya têkoşînê li ser esasê pêşketina gerîla bû. Ji bo vê jî Rêber Apo li ser vê rewşê sekinî û şêwayên çareserkirina astengî û xitimînên ku derketine holê, pêş xist. Di rastiyê de 3’yemîn Kongreya PKK’ê li ser esasê nirxandina pratîka ku derketiye holê û bi giranî çareseriya pirsgirêka şer pêk hat. Rêber Apo bi analîzên xwe yên nû ev pirsgirêk ji holê rakirin û bi vî awayî hem pêşketina partîbûnê û hem jî têkoşîn derbasî qonaxeke nû bû. Di bingehê van analîzan de pirskirinek berfireh û ji xwe derbaskirina kesayetê ye, ku pêşketina dîrokî û civakî hildigire û li gorî wê tê teşekirin. Nêzîkatiyeke bi vî rengî dihat wateya ji nû ve avakirina kesayeta li ser bingehê bîrdozî. Dema pêvajo ber bi kongreya sêyemîn ve diçû, Rêber Apo destnîşan kir ku astenga herî sereke ya li pêşiya pêşxistina şer kesayet e; pêkhatina kesayet di encama pêşketina dîrokî û civakî de û di esasê xwe de îdeolojîk e. Ji ber vê yekê Rêber Apo analîzên xwe li ser bingeha pêkhateya dîrokî, civakî û bîrdozî pêş xist. Rêber Apo bi rengekî li dijî îdeolojiya serdest, îdeolojiya azadiyê, kesayeta ku ev bîrdozî asîmîle kiriye û bi têkoşîn û şoreşa ku ev kesayet wê pêş bixista, bi paşvexistina zîhniyeta hegemonîk û siyaseta demokratîkbûyîna civakê derdixist pêş. Li dijî îdeolojiya serdest, Rêber Apo îdeolojiya azadiyê, kesayetiya vê îdeolojiyê, têkoşîn û şoreşa vê kesayetiyê ya ji bo têkbirina siyaset û mejiyê serwer û jinûve avakirina li ser bingeha demokratîk a civakê destnîşan dikir. Di rastiya xwe de ev analîz derdixin holê ku koka paradîgmaya nû û sosyolojiya azadiyê ku bingeha wê pêk tîne xwe dispêre vê pêvajoyê. Ji ber ku ev gav pergal û felsefeya azadiyê ava dikine. Di vî warî de Kongreya 3’yemîn a PKK’ê weke kongreya azadiyê bê dîtin, di cih de ye.
Biryarên di kongreya sêyemîn de hatin girtin li gorî pêşketina şerê gerîla bûn. Yek ji van biryaran jî avakirina Akademiya Mahsûm Korkmaz bû. Wateya vê yekê ev e: Partî, ji bo perwerdekirina kadroyên ku wê xeta têkoşînê pêş bixin mîsyon da Akademiya Mahsûm Korkmaz. Ev erkekî dîrokî ye. Erkek wiha dayîna akademiyê, dide nîşandan ku pêşketin di kûrbûn û veguhertina bîrdozî de tê dîtin. Bê şik, ji bo bîranîna hevrê Egît navê akademiyê kirine Mahsûm Korkmaz, nêzîkatiyeke pir watedar e.
Bêguman hevrê Egît herî baş hewldan û têkoşîna Rêber Apo ya ji bo pêşxistina stratejiyê fêm kir, pejirand û bi cih anî. Ji xwe sekna hevrê Egît û xebatên wî di asta ku bi tevahî xetê temsîl dike û pêş dixe de bûye. Rêber Apo rastiya Egît bi vî rengî pênase kir. Hemû hewldana feraseta rastgir a tasfiyeger ew bû ku xeta Hevrê Egît qels bikin û bêbandor bikin. Ji xwe şehadeta ji nişka ve ya hevrê Egît, gumana ku bûyer di encama komployekê de pêk hatiye xurtir kir. Şehadeta hevrê Egît ji bo partî û gerîla bûye windahiyeke mezin. Rêber Apo bi vê şahadetê bi pêşxistina analîzên berfireh ên dîrokî û civakî di Kongreya Sêyemîn de û di çerçoveya van analîzên dîrokî û civakî bi mehkûmkirina kesayet û sekna ku li pêşiya pêşketina şer asteng e, xeta gerîlatiyê pêş xist û ji bo derbaskirinê kedek mezin da. Li ser vê bingehê di Kongreya Sêyemîn a Partiyê de biryar hat dayîn ku kadroyên ku dê Pêngava 15’ê Tebaxê pêş bixin wê li Akademiya Mahsûm Korkmaz bên perwerdekirin. Pêvajoya pişt vê ji xwe tê zanîn. Gerîla bi belavbûna li hemû Kurdistanê têkoşîn pêş xist û di encamê de şoreşa vejînê pêk hat. Li Kurdistanê pêvajoya serhildan û serî rakirina gel destpê kir. Konsepta înkar û tinekirinê bi vî rengî vala hate derxistin. Li aliyê din ne tenê gerîlatî û pêşketina gerîlatiyê, her wiha xebatên gel û eniya pêş jî pêş ket. Dîsa li Ewropa û derveyî welat geşedanên girîng rû dan. Partî li her derê belav bû û di her qadê de pêşketin çêbûn. Bê şik ev hemû encama pêşketina şerê gerîla bû. Kadroyên ku di van hemû qadan de pêşketinan afirand, di Akademiya Mahsûm Korkmaz de hatin perwerdekirin. Akademiya Mahsûm Korkmaz di dîroka partî û têkoşîna me de xwedî roleke dîrokî ye.
Analîzên dîrokî yên ku di Kongreya Sêyemîn de ji aliyê Rêber Apo ve hatin pêşxistin, li Akademiya Mahsûm Korkmaz bi kûrahî li ser wê hate sekinandin û ji kadroyan re hate vegotin. Analîza Rêber Apo ku digot ‘Tişta tê veçirandin ne kêlîk e dîrok e, ne kes e civak e’ li ser kadroyan hatiye pêkanîn û ketiye pratîkê. Heke piştî vê pêvajoyê geşedanên girîng pêk hatibe, pirsgirêka şer çareser bûbû û di encama têkoşîna gerîla de li Kurdistanê şoreşa vejînê pêk hatibe, ev ji ber analîzên dîrokî yên Rêber Apo yên li Akademiya Mahsûm Korkmaz e. Rêber Apo hemû pirsgirêkên îdeolojîk û rêxistinî yên partiyê, li ser esasê ku hemû aliyên rast ên kesayetiya li ser bingeha civakî û dîrokî sekinî û kiriye ku kesayet veguhere û ev pirsgirêk ji holê werin rakirin. Ji ber ku kesayet dema li ser vî esasî dihat analîzkirin, nûbûn pêk dihat û vî tiştî bandoreke erênî li têkoşînê dikir. Di vî warî de Akademiya Mahsûm Korkmaz bûye cihê ku Kurdê nû, şexs û civaka Kurdê azad lê ava dibe. Aliyekî wisa yê akademiyê heye û wateyeke wê ya pir girîng heye. Ji ber ku di çarçoveya rêbaza ku Rêber Apo daye destpêkirin de, kesayetiya Kurd a ku di warê dîrok û çînî li ser wê hatiye sekinandin û analîzkirin, di şexsê kesayetiya Kurd de civaka Kurd hatiye analîzkirin. Jixwe ji ber vî tiştî Rêber Apo nêzikatiya ‘ya ku tê analîzkirin ne kesayet e, civak e’ tê wateya vî tiştî. Bi kurtasî di Akademiya Mahsûm Korkmaz de, kesayetiya Kurd di çarçoveya yekparetiya dîrokî û civakî de dihate analîzkirin, aliyên kesayetiyê yên serwer û koletî dihate diyarkirin, ji bo ku ev alî ji holê werin rakirin, li ser esasê bingeha azadiyê geşbûna feraset û karakter a nû dihate armanckirin.
Yek ji taybetmendiya herî girîng a Akademiya Mahsûm Korkmaz jî ev e ku, bêguman cihê ku xet lê zelal dibe û şerê gerîla pêş dikeve ye. Bergîdaniya şênber a vî tiştî jî wekî helwest û pratîka heval Egîd hatiye diyarkirin. Di kongreya sêyemîn de biryar hatibû stendin ku akademî li ser vî esasî were avakirin û avakirina wê ji bo bicihanîna peywireke wisa ye. Rêber Apo peywireke wisa daye akademiyê, xeta heval Egîd li ser partî û gerîla serwer kiriye.
Yek ji têgihiştinên ku di Akademiya Mahsûm Korkmaz de hatiye analîzkirin jî feraset lîberal e. Di kongreya sêyemîn de bi giranî li ser kûrkirin û domandina Pêngava 15’ê Tebaxê û feraseta rastgir a li ber geşbûna gerîla asteng e, hatibû sekinandin. Ji ber ku kûrkirina pêngavê, belavbûna gerîla û rakirina astengiyên li pêşiya wê pirsgirêka herî bingehîn bû û lezgîn bû. Di vî warî de kongre bi giranî li ser çareserkirina vê pirsgirêkê sekinî. Her wisa dema ku ev têgihiştin di kongreyê de dihat çareserkirin û mehkûmkirin, feraseta ku bi awayekî lîberal re bibe yek, xwe rêxistin û serwer bike jî derketibû holê. Li gorî vê lîberalîzmê , zemîneke wisa ji bo wê ava bûye. Ferhat temsîla vê ferasetê dikir. Armanca Ferhat ev bû ku bi feraseta li dijî xetê li hev bike, ji navbera feraseta rastgir a ku şer geş nake û feraseta li derveyî xetê derkeve û wisa were pêş. Diyar bû ku Ferhat xwedî nêzîkatiyeke wiha bû. Ji ber ku tevî ku beşdarî Kongreya Sêyemîn bû û biryarên kongreyê dizanibû jî, wî Cemalê Kor û kesên wekî wî yên ku şer geş nedikirin û xeta şer diguherandin jî tu rexne nedikir. Bi wan re li hev kiribû. Lê dema ku Rêber Apo li Akademiya Mahsûm Korkmaz ev feraseta lîberal analîz û mehkûm kir, dema ev analîz wekî talîmat gihişt welat, planên Ferhat jî xera bû. Di esas de piştî talîmata ku lîberalî tê de dihate analîzkirin Ferhat li dijî partiyê tevgeriya û nerazîbûn nîşanî Rêber Apo dida. Ji ber ku Ferhat li gorî xwe, xwedî mîsyoneke cuda bû û nêzîkatiyeke wiha ji Rêber Apo hêvî dikir. Lê belê Rêber Apo ketibû nav helwesteke ku feraseta lîberal a Ferhat mehkûm dikir û Rêber Apo tarza şerê rastîn datanî holê.
Yekemîn analîzên sîstematîk ên jinan jî li Akademiya Mahsûm Korkmaz hatin kirin. Rêber Apo berê li ser jinê rawestiya û analîzên cuda pêşx ist. Lê Rêber Apo di sala 1987’an de li vir yekemîn analîzên berfireh ên li ser jinê li ser esasê bîrdozî pêş xist. Vê lêhûrbûna Rêber Apo û analîzên wî, piştre bûye bingeha hemû geşedanan. Artêşa jinan û partîbûna jinan jî li ser van esasan pêk hatine. Ji ber ku Rêber Apo dema li ser esasê îdeolojiya azadiya jinê analîzan pêş xist, rêxistina jinê ya ku li derveyî welat pêş ketibû jî derbasî welat bû û ev yek gav bi gav ber bi artêşbûn û partîbûna jinê ve çû.
Akademiya Mahsûm Korkmaz ne tenê ew cih bû ku kadro lê dihatin perwerdekirin û hişyarkirin, di heman demê de di warê naskirina partiyê û tevlîbûna têkoşînê ya gelê Kurd de xwedî erkeke gelekî girîng e. Beriya ku akademî bê vekirin jî ji gel gelek kes dihatin vir, hewl didan Rêber Apo û partiyê bibînin û fêm bikin. Bi taybetî jî ji Lubnan, Sûriye û Rojava hatin. Rêber Apo di kesayeta xwe de bi gel re eleqedar bû, hewl dida partiyê û armancên wê vebêje û bide fêmkirin. Her ku gel Rêber Apo û têkoşînê nas kir, hatin zêde bûn. Ji ber vê yekê gelek çalakî hatin lidarxistin ku gel bi girseyên mezin beşdar bû. Gel beşdarî salvegera damezrandina partiyê û pîrozbahiya Newrozê dibû. Rêber Apo beşdarî van çalakiyan bû û li vir diaxivî. Bi vekirina Akademiya Mahsûm Korkmaz re ev zêdebûn geştir bû. Êdî gelek malbatan zarokên xwe bi destên xwe dianîn û didan partiyê. Ji ber vê yekê Akademiya Mahsum Korkmaz bû cihê ku gel partî û têkoşînê nas bike û tevlîbûna wan a têkoşînê pêş bikeve. Her tişt li aliyekî di vê pêvajoyê de gelê Kurd dihat ba hev û ev jî tê wateya geşedanên mezin. Li aliyê din qada ku Akademiya Mahsûm Korkmaz lê hat avakirin jî qadeke komunê bû. Karkerên Kurd ên ku li Lubnanê bûn yan jî ji bo xebatê hatibûn Lubnanê, bi avakirina komuneke di nav xwe de hewl didan ku pêdiviyên kampê, bi taybetî pêdiviya xwarinê bi cih bînin. Bi taybetî jî kedkarên Kurd kedeke mezin dane van şertan. Ewqasî ku rêxistinên Filistînê li hemberî vî tiştî gelekî mat diman. Ji ber ku her çiqas gelên vê derê bûn jî, bi civakê re xwedî nêzîkatiyeke bi vî rengî ya hevgirtinê nebûn. Dema ku didîtin ev tişt di nav PKK’ê de heye, mat diman û dilê wan dibijiya vê rewşê. Mirov dikare bibêje ku hemû pêdiviyên akademiyê ji aliyê gel û kedkaran ve bi vî awayî dihatin bicihanîn. Ev bi salan berdewam kir. Bi vî awayî Akademiya Mahsûm Korkmaz ku kadro perwerde kir û mezûn kir, gel akademî xwedî dikir û diparast. Dema ku akademî hat girtin û li Şam û cihên din dibistan hatin vekirin, gel heman hevgirtin domand. Ji Efrîn, Kobanî û Cizîrê xwarin û alav di serî de, her tişta ku pêdiviya hevalan pê hebû, dihate şandin.
Helbet taybetmendiyeke pir girîng a Akademiya Mahsûm Korkmaz rola ku di pêşxistina welatparêziya gelê Rojava de dilîze. Akademiya Mahsûm Korkmaz ji bo naskirina partî û têkoşînê ya gelê Rojava roleke pir girîng bi cih anî. Di rastiya xwe de hemû keda Rêber Apo dihat wateya perwerdekirin, amadekirin û teşwîqkirina têkoşîna gelê Rojava. Lewma bingeha şoreşa Rojava li vir û di vê pêvajoyê de hat avêtin. Ev jî rola dîrokî ya Akademiya Mahsûm Korkmaz e.
Akademiya Mahsûm Korkmaz dema di sala 1992’an de di encama zextên Tirkiye û DYA’yê de hat girtin, erk û berpirsyariyên xwe yên dîrokî zêdetir bi cih anî. Hemû dibistanên partiyê yên paşerojê û xebatên perwerdeyê li ser vê mîrateyê ava bûn û bi pêş ketin.”