Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Cemîl Bayik: Dixwazin kurdan bi temamî qir bikin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik beşdarî bernameya taybet a Stêrk TV bû û li ser êrişên dagirkeriyê, konsepta qirkirinê ya li gelê kurd tê ferzkirin, êrişên li ser Şengalê û kampanya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik beşdarî bernameya taybet a Stêrk TV bû û li ser êrişên dagirkeriyê, konsepta qirkirinê ya li gelê kurd tê ferzkirin, êrişên li ser Şengalê û kampanya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî.

Dewleta Tirk dest bi êrişeke nû ya dagirkeriyê kir. Gelo êrişa vê dawiyê weke parçeyek kîjan konseptê pêk hat?

Beriya ku bersivê bidim pirsa we, şehîdên meha Gulanê hemûyan, şehîdên 1’ê Gulanê bi rêzdarî bi bîr tînim, bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînim.

Em tevgereke şehîdan e, şehîd ji bo tevgera me her tim bûne wateya jinûve afirandina li qada fikir û têkoşînê, xewn û xeyalên şehîdan bi vî rengî hatine pêkanîn. 1’ê Gulanê li tevahiya cîhanê tê pîrzokirin; cejna karker û kedkaran e. PKK di asta herî bilind de vî ruhî û vê kevneşopiyê temsîl dike. Ji ber ku 1’ê Gulanê rabûna li ber zilm, bêedaletî û desthilatdariyê ye. PKK ji bo vê têdikoşe. Her kes dibîne ku îro ev ruh li Zap û Avaşînê di berxwedanê de tê nîşandan. Ji xwe gelê Kurd jî civakeke karker û kedkar e, ne tenê li Kurdistanê li tevahiya cîhanê belav bûye û civakeke karker e. Keda gelê Kurd tê talankirin, ji ber vê yekê Kurd -li ku dibin bila bibin- divê vê cejnê pîroz bikin, ev cejn ne tenê ya karkeran e, di heman demê de cejna gelê Kurd e. Divê gelê Kurd xwedî li vê cejnê derkeve û pêşengiyê jê re bike. Ji ber ku ya ku ruhê sosyalîzmê, hêvî û armancên sosyalîzmê temsîl dike ev tevger e. Cîhan tev vê rastiyê baş dibîne. Gelê me divê xwedî li rastiya xwe derkeve.

NATO piştgiriyê dide konsepta qirkirinê

Ji bo pirsa we dikarim vê bêjim; demeke dirêj e konseptek li tevgera me û gelê me tê ferzkirin. Dixwazin vê konseptê niha li Başûr (Başûrê Kurdistanê) bigihînin armanca xwe. Armanc ji vê konseptê ew ku PKK’ê dikarin çawa bêbandor bikin? Wê qirkirina li gelê Kurd ferz dikin çawa bibin serî? Konsept li ser vî esasî tê meşandin. Li gorî vê konseptê jî li Zap û Avaşînê dest bi êrişeke nû kirin. Ev êriş ne tenê li ser tevgera me ye, di heman demê de li dijî gelê Kurd û tevahiya mirovahiyê ye. Ji ber ku dixwazin yên ji bo demokrasî û azadiyê têdikoşin tune bikin. Di vir de rolek dane dewleta Tirk û PDK’ê û ew jî mîsyona xwe bi cih tînin. Yên ku di şexsê Rêber Apo de li dijî tevgera me, gelê me û mirovahiyê Komploya Navneteweyî kirin, vê konseptê dimeşînin. NATO ji her alî ve piştgiriyê dide vê konseptê. DYE, Îngilistan û Elmanya di nava vê konseptê de ne. Hewl didin astengiyên ku PKK datîne pêşiya modernîteya kapîtalîst ji holê rakin û qirkirina li gelê Kurd tê ferzkirin bibin serî. Baş zanin ku heta Rêber Apo, PKK’ê û gerîlayên PKK’ê bêbandor nekin wê nikaribin vê qirkirina li gelê Kurd tê ferzkirin bibin serî. Bi heman rengî zanin ku li Rojhilata Navîn wê dagirkerî neçe serî. Lewma hedefa wan a sereke PKK ye. Ji ber ku PKK li pêşiya wan astengiya herî mezin e, heta ku vê astengiyê ji holê ranekin wê negihêjin armanca xwe.

Li aliyê din jî hedefa wan ne tenê PKK û gelê Kurd e, di hedefa wan de Rojhilata Navîn jî heye. Ew bi xwe jî vê dibêjin; li Rojhilata Navîn dixwazin siyaseta Osmanî serwer bikin. Gelê Ereb û gelên herêmê baş bi vê siyasetê zanin. Baş zanin bê Osmaniyan çi bi serê wan ve anîn. Lewma li ber vê siyasetê radibin, nerazîbûnê nîşan didin. Divê her kes vê bibîne; şerê li Avaşîn û Zapê tê meşandin şerekî berfireh e ku ne tenê bi vê herêmê ve sînordar e. Di vî şerî de weke gava destpêkê dixwazin li van herêman encamê bi dest bixin, di gava duyemîn de jî armanc Başûr e, nêta wan bidestxistina Başûr e. Ji xwe li Başûr gelek baregehên leşkerên Tirk û MÎT’ê hene, yanî ji sê paran parekî Başûr di destê dewleta Tirk de ye. Naxwazin ku tenê bi vê jî bimînin, nêta wan ew e ku li temamiya Başûr belav bibin. Rastiyeke bi vî rengî heye. Bi konsepta li Bakur, Başûr û Rojava dimeşînin re dixwazin Rojhilata Navîn bixin bin hegemonya xwe. Metirsî ne tenê li ser gelê Kurd e, li dijî tevahiay Rojhilata Navîn e. Di şexsê gelê Kurd û Rojhialta Navîn de mirovahî jî bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ye. PKK li dijî vê metirsiyê têdikoşe, lewma ev têkoşîn ne tenê ji bo gelê Kurd e, ji bo Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiyê ye.

Li devereke din a cîhanê li hemberî dagirkeriyekê di asta navneteweyî de nerazîbûneke mezin tê nîşandan, lê li hemberî van êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk çima cîhan bêdeng e?

Sedema vê eşkere ye. Min beriya niha jî anî ziman; yên ku sîstema modernîteya kapîtalîst dimeşînin, li gorî berjewendiyên xwe dixwazin PKK’ê bêbandor bikin. Ji ber ku heta PKK tasfiye nebe zanin ku li Kurdistanê û Rojhilata Navîn nikarin berjewendiyên xwe misoger û ewle bikin. PKK, Rêber Apo û gerîlayên PKK’ê li hemberî xwe weke metirsiyeke mezin dibînin, dixwazin vê metirsiyê ji holê rakin. Ev wezîfe jî dane dewleta Tirk û PDK’ê. Dewleta Tirk û PDK vê planê ji bo wan dimeşînin. Di vê planê de berjewendiyên modernîteya kapîtalîst hene. Yên ku vê sîstema êrişê dimeşînin; lewma deng nakin. Eger vana konseptek li gelê me û tevgera me ferz nekiribûna, eger wezîfeyek nedabûna Tirkiye û PDK’ê, nepêkan bû ku Tirkiye û PDK li dijî tevgera me-gelê me vî şerî bimeşanda. Li pişt vê DYE, Îngilistan, Îsraîl û Elmanya hene. NATO ji her alî ve piştgiriyê dide Tirkiyeyê û PDK’ê. Eşkere ye ku Tirkiye û PDK jî bi vê piştgiriyê şer dimeşînin. Gelê me jî vê bi rengekî eşkere tîne ziman. Tirkiye û PDK’ê vê konseptê bi hev re dimeşînin, lewma jî bêdeng dimînin. Ji ber ku di nava vî karî de berjewendiyên wan hene. Carna qala mafên mirovan û demokrasiyê dikin, lê belê vê yekê ji bo berjewendiyên xwe dikin. Ji bo berjewendiyên wan çi pêwîst be wê tînin ziman, propagandaya wê dikin. Lê belê rûyê wan ê rast cuda ye. Vaye rûyê xwe yê rast bi piştgiriya ji bo Tirkiye û PDK’ê, bi bêdengiya li hemberî hovîtiya dewleta Bakur, Başûr û Rojava nîşan didin. Li aliyê din li cihekî cuda bûyereke biçûk jî radibe qiyametê radikin. Lê belê li Kurdistanê komkujî heye, êşkence, koçberkirin, asîmîlasyon û guhertina demografiyê heye, xweza tê talankirin, bi kurtasî ji bo gelê Kurd nikaribe lê bijî çi ji destê wan tê dikin, lê belê carekê jî nerazîbûn nîşan nedan. Napirsin û nabêjin, hûn vê çima dikin? Ji ber ku yên vê siyasetê dimeşînin ew in, yên di pratîkê de bi cih tînin jî Tirkiye û PDK ye. Lewma dengê xwe lê nakin. Nêteke wan a ji bo parastina gel, demokrasî, azadî, mafên mirovan û hawirdorê nîne. Ji bo wan a girîng berjewendiyên wan e, ji bo berjewendiyên wan pêwîstî bi çi hebe wê ji xwe re dikin esas.

Xeta nû ya gaza xwezayî ji Kurdistanê derbas dibe

Ji ber şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê dixwazin gaza xwezayî ya ji Rûsyayê diçe Ewropayê bibirin û di ser Rojhilata Navîn re gazê bigihînin Ewropayê. Ev xeta gaza xwezayî jî ji Kurdistanê derbas dibe. Armanc û berjewendiyên wan ew e ku vê rêgehê kontrol bikin. Ji ber vê jî dixwazin PKK’ê ji holê rakin û gelê Kurd bêhelwest bikin. Li wê yekê difikirin ku wê karibin bi vî rengî gazê bi hêsanî bigihînin Ewropayê. Lê belê hesabê şaş dikin. Yên ku dijminatiyê li PKK’ê û gelê Kurd dikin nikarin hesabê rast bikin, ev hesabên şaş in

Tirkiye herêmên li nava sînorên dewletên Iraq û Sûriyeyê dagir dike û tevlî xwe dike. Li hemberî vê rewşê, ew welatên ku we qalê kirin, cîhana Ereb helwesteke çawa nîşan didin, hûn helwesta van hêzan çawa dinirxînin?

Siyaseta ku modernîteya kapîtalîst li dijî Rêber Apo û PKK’ê dimeşîne, ne tenê bi PKK û Bakur (Bakurê Kurdistanê) bi sînor e. Ne tenê bi Kurdan re bi sînor e. Siyaseta ku tê meşandin ew siyaset e ku li Rojhilata Navîn tê ferzkirin. Ji bo meşandina vê siyasetê beriya her tiştî divê li hemberî Rêber Apo û PKK’ê encamê bi dest bixin. Ji ber ku Kurdistan dilê Rojhilata Navîn e. Yên dixwazin li Rojhilata Navîn encamê bi dest bixin, divê destpêkê li Kurdistanê encamê bi dest bixin. Encamgirtina li Kurdistanê jî karekî ne hêsan e. Ji ber ku têkoşînek heye ku bi pêşengiya Rêber Apo û PKK’ê tê meşandin. Têkoşîna azadiYê ya gelan heye, ev têkoşîn têkoşîneke mezin e. Ji ber ku vê yekê li dijî xwe weke metirsiyê dibîninin, piştgiriyê didin Tirkiyeyê; ji bo pêşî li vê têkoşînê bigirin… Tirkiye 40 sal in şer dike û derfetên xwe hemû pêşkêşî vî şerî kir. Lê belê nikare encamê bi dest bixe. Lewma jî nokeriya Kurdan ji xwe re dike esas.

Ev şer şerê man û nemanê ye

Sîstemê bi xwe jî dît ku Tirkiye li gel vê piştgiriyê nikare encamê bi dest bixe. Lewma Kurdên di xizmeta wan de ne nêzî Tirkiyeyê kirin. Bi destê Kurdên niha xiyanetê dikin û Tirkiyeyê vê konseptê dimeşînin û dixwazin xeteriya PKK’ê ya ji bo xwe ji holê rakin. Siyasetek li ser vê bingehê tê meşandin. Lewma şerê ku niha tê meşandin şerê man û nemanê ye. Ev yek hem ji bo desthilatdariya AKP-MHP’ê bi vî rengî ye, hem jî ji bo yên bi Tirkiyeyê re tevdigerin û di pozîsyona xiyanet-hevkariyê de ne, bi vî rengî ye. Derba ku li xayin-nokerên Kurd bikeve tê wateya derbeke mezin li sîstema modernîteya kapîtalîst dikeve ku li ser Rojhilata Navîn armancên xwe hene. Ji ber ku bi vê tirsê dijîn, bi hemû derfetên xwe êrişî tevgera me dikin. Ji bo tasfiyekirina PKK’ê û qirkirina gelê me, derfetên xwe hemû seferber kirine. Divê gelê me vê yekê baş fêhm bike. Bi taybetî jî gelê me yê Başûr divê vê yekê baş fêhm bike. Statuya heyî ya Başûrê Kurdistanê di metirsiyê de ye. Destketiyên ku li Başûr bi saya gelê Kurd û PKK’ê hatin bidestxistin, niha gav bi gav di metirsiyê de ne. Her wiha li Rojhilata Navîn gelê Ereb jî divê vê metirsiyê bibînin, baş zanin ku Osmaniyan çi bi serê gelê Ereb ve anîn. Rewşenbîr, siyasetmedar û hunermendên Ereb vê yekê tînin ziman. Her roj ev nerazîbûn mezintir dibe, siyaseta ku Tirkiye û PDK li dijî wan dimeşîne baştir dibînin.

Li aliyê din dewleta Iraqê hewl dide hêza xwe ya li Şengalê zêde bike, xelkê Şengalê jî nerazîbûneke mezin nîşan da. Divê Iraq bi çi rengî nêzî Şengalê bibe û civaka Êzidî û hêzên demokrasiyê helwesteke çawa nîşan bide?

Dewleta tirk dest bi şerekî mezin kiriye. PDK ji her alî ve di vî şerî de bi Tirkiyeyê re ye. Ev şer bi hevkariya herduyan tê meşandin. Iraqê jî di vê demê de li ser Şengalê û civaka Êzidî dest bi êrişê kir. Mirov nikare vê êrişê ji şerê li ser Zap û Avaşînê cuda binirxîne. Şerê ku Tirkiyeyê û PDK’ê li ser Zap û Avaşînê da destpêkirin, Kazimî ji bo xwe weke firsendekê dît û xwest ji vê yekê sûdê werbigire. Fikirî ku eger êrişî Şengalê bike wê kes bi alîkariya Êzidiyan ve nikaribe biçe û bi vî rengî wê karibe hin tawîzan werbigire. Ev yek ji bo Iraqê cihê şermê ye. Ji ber ku Êzidiyan li dijî DAÎŞ’ê şer kirin. Ne tenê xwe ji qirkirinê rizgar kriin, di heman demê de rûmeta hikumeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê rizgar kirin.

Êrîşa li dijî êzidiyan bi kêrî kesî nayê

Şerê ku Êzidiyan li dijî DAÎŞ’ê meşand, ji bo wan bû cihê rûmetê. Hem Iraq hem jî Başûrê Kurdistanê divê spasiya wan bikin û daxwazên wan ên maqûl bi cih bînin. Li şûna ku vê bikin, êrişê dibin ser yên ku rûyê wan paqij kirine û dixwazin teslîm bigirin. DAÎŞ’ê dixwest wan teslîm bigire û tune bike. Civakeke mezlûm e, zerara xwe li kesî nîne. Ne dewletekê, ne jî qutbûna ji Iraqê dixwazin. Ji xwe hêzeke xwe ya bi vî rengî jî nîne. Dixwazin li ser xaka xwe li gorî bawerî û ola xwe bijîn. Daxwaza wan tenê ev e. Ev daxwaz jî divê bê qebûlkirin. Ji xwe daxwazeke mezin jî nîne. Qebûlkirina daxwaza wan, wê hurmeta li wan jî zêde bike. Êrişa li ser vê civakê wê tiştekî bi Iraqê nede qezençkirin, berevajî wê bide windakirin. Ya rast çi ye? Ya rast ew e ku Iraq bi rêya diyalogê pirsgirêkên xwe yên bi civaka Êzidî re çareser bike. Daxwazên wan li dijî Iraqê nîne, berevajî wê dewlemendiya Iraqê zêdetir bike. Bi vî rengî bikin wê xwe mîna DAÎŞ’ê nîşan bidin. Ji ber ku DAÎŞ’ê jî dixwest wê civakê ji holê rake.

Iraqê digot, ‘Ez dostê gelan, dostê olan im’. Ji Êzidiyan bêhtir gelekî mezlûm nîne. Kêm mane û li gorî baweriya xwe dixwazin bijîn. Divê Iraq baş zanibe ku ev siyaseta dimeşîne wê qet bi kêrî wan neyê, ji Êzidiyan bêhtir wê zerarê bide wan. Em vê siyasetê şaş dibînin. Li cîhanê jî hêzên demokrasî û azadiyê divê xwedî li Êzidiyan derkevin. Divê ev yek wezîfeya wan a bingehîn be. Ji ber ku Êzidî dixwazin bi rengekî azad bijîn. Civaka Êzidî bi şerê dijî DAÎŞ’ê re xizmet ji mirovahiyê re kir. Lewma divê mirovahî li ber vê siyaseta li dijî Êzidiyan rabe, ya ji wan tê xwestin ev e. Banga me ya li cîhanê û mirovahiyê bi vî rengî ye.

Di dîroka Kurdistanê de li gel berxwedanê xiyanet jî weke deqeke reş her tim hebû. Ev yek jî bû sedema trajediyên mezin. Li gel nerazîbûna xurt a gel jî PDK hîn di xiyanetê de israr dike. Çawa dibe ku li gel vê yekê jî hîn bi dewleta Tirk re li heman eniyê ye?

Min di peyama xwe ya ji bo Newrozê de gotibû, PDK’ê tercîha xwe li aliyê dewleta Tirk kiriye. Ev rastî îro li pêş çavên her kesî ye. Dema ku di Newrozê de min ew peyam da hinekî bi guman nêzîk dibûn, Lê belê îro bi rengekî şênber li pêş çavan e. PDK’ê tercîha xwe ne li aliyê gelê Kurd, lê belê li aliyê Tirkiyeyê kiriye. Her kes zane ku dewleta Tirk ne tenê li Bakukr, li her deverê dijminê temamiya Kurdan e. Vê dijminatiyê li Rojava, Başûrê Kurdistanê, Ewropayê li her derê dimeşîne. Vê dijminatiyê ne bi rengekî veşartî, lê belê li pêş çavên her kesî dike. PDK’ê çima gel tercîh nekir, lê dewleta Tirk tercîh kir? Ji ber ku di nava PDK’ê de berjewendiyên malbatî serdest e. Berjewendiyên gelê Kurd ji xwe re nakin esas, berjewendiyên malbatî dikin esas. Derfet hemû xistine bin xizmeta malbata Barzanî. Çawa bûn xwedî milyar dolarî, ji Emerîkayê heta bi Kendavê çawa ewqas mal û milkên wan çê bû û di medya cîhanê de hate weşandin. Bi vê yekê re tercîha xwe li aliyê dewleta Tirk danîne. Yên ku ewqas mal û milkên xwe hebin wê li aliyê gel cih negire, wê li aliyê desthilatdaran be. Ji ber ku berjewendî vê yekê ferz dike. Dema ku mirov bala xwe bidinê, dibîne ku bi Tirkiye, DYE, Îngilistan, Elmanya û Îsraîlê re tevdigere. Ev dewlet ji bo gelan tê wateya koletî, zilm û bêedaletiyê. Eger PDK’ê cihê xwe li gel gelê Kurd bigirta wê bi wan re tevnegeriya. Ji bo berjewendiyên xwe li gel Tirkiyeyê cih digirin, ji ber ku li pey madiyatê ne.

Pozîsyona xiyanetê wê PDK’ê ji holê rake

Dema ku mirov bala xwe didin ser dibînin ku PDK ji her alî ve tevî dewleta Tirk beşdarî şer bûye; dorê li gerîla digire, herêmên gerîla ji hev qut dike, ji leşkerên Tirk re dibe alîkar ku biçin wê herêmê, ewlehiya wan misoger dike, pêwîstiyên wan ên lojîstîkî bi cih tîne, leşkerên dimirin ji qada şer dibin û îstîxbaratê didin. Bi kurtasî tiştekî texsîr nake, bi her awayî xizmetê ji wan re dike. Ya ku li vir tê nîşandan îradeya dewleta Tirk e, îradeya PDK’ê nîne. Ji herêma Behdînanê gelek hêz û derdoran dîtin ku ev yek xizmetê ji dewleta Tirk re dike û nerazîbûn nîşan dan. Hin derdor jî nerazîbûna xwe bi rengekî eşkere tînin ziman. Vaye herî dawî li Hewêrê sê partiyan daxuyanî dan û piştgiriya ji bo dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin. Ji ber vê yekê jî PDK’ê êrişî wan kir. Ez ji vê derê bi rêzdarî silavên xwe ji wan re dişînim.

Her wiha li Xaneqînê, ji ber serketina gerîla gel şekir belav kir, pîrozbahî kir. Wan jî bi rêzdarî silav dikim. Li Kerkûk, Silêmaniye, Çemçemal, Raperîn û gelek deverên din hunermend, nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedaran dagirkerî şermezar kirin; xiyanet û dagirkeriyê êdî bi hev re bilêv dikin. Wan jî bi rêzdarî silav dikim. Wekî din li Silopiyayê gelê me bi lehengî, bi rengekî bêtirs û bi wêrekî bi ser leşker û polîsên Tirk ve meşiya; wan jî silav dikim, hurmeta xwe pêşkêş dikim. Li Ewropayê jî gelê me li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û xiyanet û hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeriyê re xwepêşandanan li dar dixe, wan jî silav dikim, hurmetên xwe pêşkêş dikim. Gerîla ji xwe destanan dinivîsînin, gelê Kurd jî li her derê vê dibîne. Eger gelê Kurd li dijî dagirkerî û xiyanetê di vê asta tund de nerazîbûnê nîşan dide û sekneke xurt raber dike, di vir de rola gerîla diyarker e. Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û pozîsyona xiyanetê ya PDK’ê li nava gelan, hêzên azadî û demokrasiyê nerazîbûn her roj zêdetir dibe. Divê PDK vê fêhm bike û dest ji vê siyasetê berde. Li ser vê bingehê bang li her kesî dikim. Ev siyaset li dijî gelê Kurd e, li dijî te ye; dibe ku tu li pey siyaseta rojane ye, lê belê dawiya dawî wê te jî ji holê rake. Eger di asta destpêkê de hedef PKK’ê be, di astê din de her kesên li derveyî PKK’ê ne. Gelê me vê bi rengekî eşkere tîne ziman.

Baş e, nerazîbûna ku hunermend, rewşenbîr û siyasetmedaran li dijî vê xeta xiyanetê nîşan dan, bi dîtina we têrê dike?

Di dîroka hemû gelan de çawa ku xeta demokrasî û azadiyê heye, xeta xiyanetê jî heye. Ev herdu xet timî li ber hev rabûne. Carna xeta xiyanetê, carna jî xeta demokrasî û azadiyê di vê têkoşînê de bi ser ketiye. Heman tişt li Kurdistanê jî heye. Gotineke bi vî rengî ya gelê me heye, dibêje ‘Kurmê darê ne ji darê be, dar kurmî nabe’. gelê Kurd xeta xiyanetê ya li nava xwe bi vî rengî aniye ziman; ji ber ku xiyanet li nava Kurdan damarake. Yên ku berjewendiyên xwe li aliyê mêtingeran e vê xetê dimeşînin. Ev rewşa li Kurdistanê xwedî bingeheke dîrokî ye; ji ber parçebûn û lawazbûna Kurdistanê vana dibêjin, ‘eger em ji derve piştgiriyê wernegirin em ê nikaribin encamê bi dest bixin’. Hêzên derve yên li dora Kurdistanê hêzên mêtinger in, ew hêz in ku li dijî Kurdan siyaseta dijminane dimeşînin. Ji ber vê yekê serwerên Kurd li gorî berjewendiyên xwe bi van hêzan re tevdigerin û gel dixapînin. Ji gel re dibêjin, ‘çar aliyên me dorpêçkirî ne, eger em ji derve piştgiriyê wernegirin em ê nikaribin li ser piyan bimînin’. Heta niha bi van gotinan gel xapandin. Lê belê gel dibîne ku rastî ne bi vî rengî ye, ev siyaset xizmetê ji dijminên Kurdan re dike, ji gelê Kurd re nake. Gelê Kurd koka xwe ji xwe re dike esas, ruhê Newrozê dike esas. Bi vî ruhî bi derfetên xwe têdikoşe. Ev rewş jî her tim xurt dibe. Têkoşîna gelê Kurd bandorê li herêmê dike, li cîhanê dike. Îro her kes têkoşîna gelê Kurd, têkoşîna PKK’ê dibîne û hêzê jê werdigire, hêviyê mezin dike. Rêber Apo û jinên Kurd ji xwe re weke pêşeng dibînin. Lewma vî şerê ku dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê dimeşîne li dijî xwe weke metirsiyê dibînin û her roj hîn bêhtir nerazîbûnê nîşanî dagirkerî û xiyanetê didin.

Baş e, ev têrê dike? Na, têrê nake. Ev nerazîbûn wê xurtir bibe. Ev yek jî bi têkoşîna me ve girêdayî ye. Eger em têkoşînê hîn bi xurtî bimeşînin ne tenê li nava Kurdan wê li nava gelê Ereb, li qada navneteweyî, li nava hêzên demokrasî û azadiyê jî nerazîbûneke xurt li dijî dagirkeriay dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê bê nîşandan, wê xwepêşandanên girseyî bêhtir bêne lidarxistin. Roja ku êrişê destpê kir nerazîbûneke mezin nehate nîşandan, lê belê roj bi roj nerazîbûn mezin dibe. Mîna li Îngilistanê sendîkayan li dijî vê dagirkeriyê helwesteke gelekî xurt nîşan dan; wan silav dikim, hurmetên xwe pêşkêş dikim. Bi hemanr engî nerazîbûna hêzên demokrasî û azadiyê mezind ibe. Di nava siyasetmedar û rewşenbîrên Ereb de jî her roj nerazîbûn mezin dibe, ji ber ku wan jî metirsiya dewleta Tirk û PDK’ê ya li dijî wan baştir dîtin. Di vê mijarê de dixwazin gelê Ereb bêhtir zane bikin, wan jî bi hurmet silav dikim. Divê vî karê xwe hîn bi xurtî bimeşînin.

Em têkoşîneke rewa û mafdar dimeşînin

Çawa ku ji me tê xwestin; gerîla li Zap û Avaşînê derbên mezin li dagirkeran dixin û dixwazin dawî li AKP-MHP’ê bînin. Ji ber ku bidawîbûna AKP-MHP’ê tê wê wateyê ku Kurd, gelên Rojhilata Navîn û mirvoahî ji belayekî mezin rizgar bibin. Gerîla bi vê armancê li hemberî êrişên bi her cûre çekên pêşketî, tank, top, balafir û çekên kîmyewî, bi rengekî bêhempa li ber xwe didin. Ev yek jî hêviya gelan xurt dike û dike ku hîn bêhtir xwedî li vê têkoşînê derkevin. Ev yek wê dema bê mezintir bibe. Ji bo pêkhatina vê jî bi taybetî jin û ciwan divê bi rola xwe rabin. Ji ber ku dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê dixwaze gelê Kurd qir bike. Mafê me ye ku li dijî vê yekê çi ji destê me bê bikin. Em têkoşîneke mafdar û rewa dimeşînin. Yê ku ne rewa ye û ne mafdar e, dewleta Tirk bi xwe ye. Dixwaze welatê me dagir bike û me ji holê rake. Rabûna li ber vê yekê wezîfeyeke dîrokî û mirovî ye, wezîfeya demokratîkbûnê ye. Ji ber vê yekê li ku derê dibe bila bibe gelê me, bi taybetî jî jin û ciwan divê bi rola xwe rabin.

Li dijî êrişên dagirkeriyê weke ku we anînz iman gerîla bi lehengî li ber xwe dide. Li çiyê bi çekên ferdî li dijî her cûre teknolojiya giran û çekên kîmyewî li ber xwe dide. Jin û ciwanên Kurd vê hêzê ji ku werdigirin? Ji bo gerîlayan hûn dixwazin çi bêjin?

Gerîlayên HPG û YJA Starê silav dikim. Em minetdarê wan e. Bi rastî jî dîrokê dinivîsînin. Ruh didin her kesî. Hêviya demokrasî û azadiyê ji bo her kesî mezin dikin. Ji ber vê yekê li cîhanê dibe ku gelek gelan bi rêbaza gerîla têkoşîn meşand, lê belê ti ji wan di nava şert û mercên têkoşînê yên HPG û YJA Starê de tênekoşiyan. Ji ber ku di nava şert û mercên gelekî giran û zehmet de destanan dinivîsînin. Şerê ku dimeşînin şerê rûmetê ye. Şerê ku mirovahiyê temsîl dike. Nirxên mirovahiyê bilind dikin. Lewma jî vê dîrokê ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo tevahiya mirovahiyê dinivîsînin. Vê hêzê ji ku werdigirin? Ji Rêber Apo werdigirin. Ji îdeolojîk, felsefe, berxwedan û têkoşîna Rêber Apo werdigirin, ji têkoşîna xwe ya ji bo gelê Kurd û mirovahiyê werdigirin. Eger dilsoziya wan xurt nebûya, eger xwe bi temamî ji bo azadî û demokrasiyê feda nekiribûna, nikarîbûn di nava wan şert û mercan de têkoşîneke bi vî rengî bimeşanda. Ji ber ku li dijî kîmyasalê, bombardûmana bi balafiran, tank û topan û teknîka herî pêşketî vê têkoşînê dimeşînin. Bombardûman jî ne car carna ye, her timî ye. Qet navberê nadin. Her saetê bi top, tank û balafiran bombardûmanê dikin. Kîmyasal jî ne carekê, du caran, ne li cihekî, du cihan; li her derê gelek caran bi kar anîn. Yanî hemû derfetên Tirkiyeyê bi kar tînin. PDK’ê jî derfetên xwe hemû xistiye xizmeta Tirkiyeyê. Derfetên ku xistine dewrê ne tenê yên xwe ne, NATO û yên NATO ne, bi vî rengî êrişan dimeşînin. Yanî şerê ku tê meşandin li ber çavan e. Weke ku li dijî Tirkiyeyê tê meşandin xuya dike, lê bi esasî li dijî NATO’yê ye. Ji ber ku NATO ji destpêkê heta niha li dijî me şer dike, alîkariyê dide dewleta Tirk. Ne bi vî rengî bûya Tirkiye nikarîbû ewqasî li ser piyan bima. Ev rastî ye. Ji ber vê yekê jî ez wan gerîlayan silav dikim, minetê xwe pêşkêşî wand ikim. Ew jî zanin ku PKK ne tenê ji bo gelê Kurd şer dike, ji bo gelê herêmê û tevahiya mirovahiyê şer dike. Azadî, demokrasî û nirxên edaletê yên mirovahiyê temsîl dikin. Her tiştên xwe xistine bin xizmeta wan nirxan. Bi vê têgihiştinê ne. Lewma di nava wan şert û mercan de têdikoşe. Ev yek di nava gelê Kurd, dostên Kurdan, mirovahiyê û hêzên demokrasî û azadiyê de ruh û hêviyê mezin dike. Eger niha gelê me li çar parçeyan, li derve xwedî li gerîla derdikevin, sedema wê ew e ku gerîla têkoşîneke bêhempa dimeşîne. Eger şerê fedaî yê gerîla nehatibûya kirin, eger derb li dagirkeran nehatibûya xistin; herhal gelê Kurd û dostên gelê Kurd xwedî li xwe û berxwedana gerîla dernediket. Xwedîderketina gel û dostên Kurdan li gerîla, xwedîderketina li xwe ye. Ji ber ku gerîla ji bo wan jiyana xwe ji dest didin, ne ji bo xwe. Ji bo xwe tiştekî naxwaze. Eger ji bo xwe tiştek bixwasta wê di nava wan şert û mercan de nikarîbû rojekê jî îdare bikira. Di nava şert û mercên gelekî giran de ji bo nirx, nasname, paşeroja gelê Kurd bi taybetî jî ji bo Başûr jiyana xwe ji dest didin.

Ji her kese bêhtir divê xelkê Başûr xwedî li gerîla derkeve

Gelê me yê Başûr kîmyebaran li wan hatiye barandin. Bi hezaran şehîdên wan hene, birîndarên wan hene. Kîmyebaran ji bo gelê Kurd çi îfade dike, texmîn dikim, gelê Başûrê Kurdistanê ji her kesê baştir vê dizane. Îro gerîla li dijî kîmyebaran şer dike. Ji bo vê divê xelkê Başûrê Kurdistanê ji her kesê bêhtir xwedî li gerîla derkeve. Ji ber ku gerîla şerê xwe yê li dijî çekên kîmyewî bi israr dewam dike. Rê nade dewleta Tirk û PDK serweriya xwe li Başûrê Kurdistanê ava bike. Divê her kes vê bizane. Eger dewleta Tirk û PDK encam ji vêbigire, wê tiştek bi navê Başûr nemîne. Ti partiyek li Başûr xwe li ser lingan nagire. Wê tevan teslîm bigire, bê nasname bike, ji bo xwe bike kole. Her çendî gerîla pêşiya vê girtibe jî, PDK û Tirkiye dixwaze nefesa her kesê bigire. Ji bo tiştek wiha re rû bi rû neyên, ji bo vê divê xwedî li gerîla derkeve. Xelkên herêma Soran û hem jî Behdînan, dîsa hemû gelê Kurd, hemû siyasetmedar, partî û sazî divê li ber dagirkeriyê rabin. Têkbirina dagirkeriyê wê xizmetek mezin ji bo wan bike. Çavkaniya pirsgirêkan PDK û Tirkiye ye. Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê, tenê yek rê heye, ew jî têkçûna dewleta Tirk a li Zapê ye. Ev jî bi alîkarî û desteka gel dibe. Bi taybet bi rola gelê me yê Başûr mimkûn e. Eger li Zapê dewleta Tirk têk biçe, wê li Enqerê jî AKP-MHP têk biçe. PKK têkoşîneke wiha dike. PKK dixwaze gelê Kurd û hemû parçeyan ji vê belayê xilas bike. Dixwaze gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê ji vê belayê rizgar bike. Ji bo vê li ser navê her kesê têkoşîn dike. Divê her kes jî vê heqîqetê bibîne, cih li gel vê heqîqetê bibîne. Banga min ji bo her kesê li ser vî bingehî ye.

Mirov dikare êrişên dagirkeriyê ya dewleta Tirk weke berdewama sîstema êşkence ya li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalana tê pêkanîn bigire dest? Li aliyê din kampanya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd dewam dike, hûn vê têkoşînê çawa digirin dest?

Niha kampanya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin, kampanyake welê ye ku divê her kes cihê xwe li nav bigire. Ne tenê Kurd, yên li dijî zilmê, faşîzm, serweriyê; yên nirxên mirovahiyê esas digirin, xwezayê hes dikin, yên demokrasî û azadiyê esas digirin, divê cih li nava vê kampanyê bigire. Ev kampanya tenê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo esas nagire, xizmeta çareseriya pirsa Kurd dike. Xizmeta demokratîkbûna Tirkiye dike. Xizmeta demokratîkbûna Rojhilata Navîn dike. Wê xizmeta demokratîkbûna û azadiya cîhanê bike. Ji ber ku Rêber Apo ne kesek e. Rêber Apo ne tenê PKK’ê û gelê Kurd temsîl dike. PKK di şexsê gelê Kurd de mirovahiyê temsîl dike. Ji bo mirovahiyê têkoşîn dike. Bê ka wê mirovahî ji destê sîstema serwer, taybet ji destê modernîteya kampitalîst çawa rizgar bike? PKK li ser vî bingehî têkoşîn dike. Yên pirtûkên Rêber Apo dixwînin, yên parêznameyên wî dixwînin, vê dibînin. Yên vê dibînin xwedî li Rêber Apo, PKK’ê û têkoşîna Rêber Apo derdikevin.

Bi taybet ên bi xurtî kampanyayê bi rê ve bibin divê Kurd bin. Yên pêşengtiya vê bikin, ciwan û jin in. Her ferdekî Kurd, erkeke wî/ê ya li hember Rêber Apo heye. Ji bo derketina Rêber Apo ji zindanê divê têkoşînê bike. Ev yek ne tenê erka milîtanên PKK’ê ye, yan jî gelê li gel PKK’ê tevger dike ye. Erka hemû gelê Kurd e. Yên ji bo xwe dibêjin em Kurd in, welatparêzin, xwe demokrat, sosyalîst û mafê xwezayê esas digirim, mafê jinê esas digirim, erka her kesî ye. Ji ber ku Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd, ji ber ku ne tenê ji bo PKK’ê têkoşîn kir û nake jî; ji bo her kesê têkoşîn dike. Rêberê mirovahiyê ye. Rastiya Rêbertiyê ev e. Eger ku siyaseteke hov li hember Rêber Apo tê kirin ji ber vê ye. Vê siyasetê dewleta Tirk birêve nabe. Her çendî di pratîkê de dewleta Tirk vê dike, xiyanetkarên Kurdan jî hene. Her kesê li gel dewleta Tirk hevkarî dike, hene. Yên pêşengtiyê ji sîstema modernîteya Kapitalîst dikin, yên komploya navneteweyî pêş xistin, yên îro di komployê de israr dikin, hemû hene. Sîstema Îmralî bi hevkariya van tevan hatiye avakirin. Dixwazin her rojê Rêber Apo di nava vê sîstemê de tine bike.

Di şexsê wî de dixwazin mirovahiyê tine bikin

Di şexsê Rêber Apo de dixwazin, PKK’ê, Gelê Kurd, mirovahî û hêviya mirovahiyê tine bikin. Siyaseta li hember Rêber Apo tê kirin, heman siyaseta li ser gelê Kurd tê kirine. Dewleta Tirk dixwaze tolê hilîne. Ji ber ku hemû gel ji holê rakirin, gelê Kurd ê kêm mabû jî xwestin ji holê rakin. Rêber Apo li ber vê têkoşîn kir. Ne tenê Kurd ji mirinê rakirin, gelê mirî jî zindî kir, vejand. Ji bo vê dixwaze tolê jê hilîne. Dibêjin me Rêber Apo bê bandor kir, em ê bi rehet bikarin têkoşîna PKK’ê û gelê Kurd bê bandor bikin. Siyasetek wiha qirêj birêve dibin. Siyaseta li ser Rêber Apo dike, li ser hemû parçeyên Kurdistanê dike. Şerê li Zap, Avaşînê tê kirin, dewama vê siyasetê ye. Eger ku li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat dike, dikuje, qetil dike, êşkence û sirgûn didome, asîmlasyon pêk tîne, demokrafiyê diguhere, şer pêş dixe, hemû ew siyaseta ku li ser Kurdan tê pêkanîne. Siyaseta qirkirinê ye. Baş e kî li ber vê siyasetê disekine? Rêber Apo sekinî. Ji ber vê siyaseta qirkirinê li ser Rêber Apo tê kirin. Di şexsê Rêber apo de çi tê pêşxistin, heman tiştî li ser gelê Kurd jî tê kirin. Siyasta tê kirin li ser vî bingehî ye.

Ewilê derbarê girtiyên azadiyê, şoreşgerên li zindanên faşîzmê daxuyanî da. Faşîzim kesên ku cezayên wan qediyaye naberde, hinekan jî bi êşkenceyê qetil dike yan jî terka mirinê dike. Hûn derbarê vê çi dibêjin?

Siyaseta dewleta tirk li ser kurdan dide meşandin, siyaseta qirkirinê ye. Li ser navê Kurd û Kurdistanê çi hebe dixwaze ji holê rake. Vê siyasetê herî zêde li zindanan tê pêkanîn. Ji ber ku siyaseta qirkirinê herî zêde li wir esas tê girtin. Kîne li zindanan tên ragirtin? Yên li ber siyaseta qirkirinê radiwestin,yên li ber wê têkoşînê dikin, davêjin zindanê. Ev siyaset hê zêdetir li zindanan diyar dibe û tê pêkanîn. Eger ku mirovek bizane dewleta Tirk siyaseteke çawa li ser gelê Kurd dimeşîne, divê li zindanan binêre. Siyaseta îro li zindanan tê kirin, siyaseta qirkirinê ye. Dixwazin vînê bişkîne, teslîm bigire, bixin bin xizmeta xwe. Ji ber ku dixwazin gelê Kurd û Kurdistanê ji holê rakin, Kurdistanê bike welateke Tirkiyeyê. Dixwaze bike welateke yê Tirkan. Her tiştê destê Kurdan jê bigire, bixe bin xizmeta xwe. Ji bo vê jî bi ser bixe, divê ewilê encamê ji girtîgehan bigire. Ji ber ku yên hetine xistina zindanan, têkoşîn li ber dewleta Tirk kiriye. Eger ku Kurdan tine bike, encamê ji zindanê bigire, wê bigihêje encamê. Ji ber vê siyaseta hov li zindanan birêve dibe. Li cîhanê gelek şoreşger ketine zindanan. Siyaseta li zindanên dewleta Tirk tê kirin, li di deverê nayê kirin.

Dîsa li cîhanê gelek xelk hatine avêtina zindanan, lê bi qasî gelê Kurd mirov nehatine avêtina zindanan. Yanî li Bakur hema bêje kes nemaye nehatiye avêtina zindanan. Ne hama carekê gelek caran hatine girtin. Îro 300 hezar mirovên me girtî ne. Kî/ê ji bo gelê Kurd û Kurdistanê têkoşîn kiribe, hemû li zindanê ne. Ji wan jî tolê hiltîne. Dibêje çawa hûn xwedî li Kurd û Kurdistanê xwedî derdikevin, hûn çawa li ber me derdikevin, hûn çawa me qebûl nakin, hûn çima destê xwe venakişînin. Em dixwazin we tine bikin, hûnê jî vê yekê qebûl bikin. Yên qebûl nekin bi êşkenceyê re derbas dikin, cezayên giran didin, jiyanê li wan heram dike, wan nexweş dike, derman nakin, cezayê wan ên qediyayî dirêj dike. Yanî çi tişta ji destê wan tê dike. Ji ber ku siyaseta çok danînê li ser wan pêk tîne. Yanî siyaseta qirkirinê li ser wan pêk tîne. Vê di kesayeta yên li zindanên pêk tîne.

Bi zindanan dixwaze peyamê bide gelê kurd

Bi kiryarên li zindanan dixwaze peyamekê bide gelê Kurd. Dide nîşandan bê ka kî/ê ji bo Kurdistanê têkoşînê bike ,dawiya wî zindan, li zindanê jî dwaî mirin û êşkence ye. Dibêje ku eger naxwazin bikevin zindanan, êşkence nebînin, nemirin, hûn destê xwe ji vî karî nekişînin, peyam didin. Niha her roj li zindanan mirovên me dikujin. Yanî bidarve dikin, cîhanê jî bi gotina ‘min darvekirin rakiriye’ dixapîne, lê bidarvekirinê bi fîlî birêve dibe. Tenê bidarve nake, bi awayekî bawerî jî rê nade wecîbeyên xwe yên olî jî pêk bînin. Rê nade ku wezîfeya xwe ya olî jî pêk bînin. Rê nadin ku cenaze li wesayîtê jî siwar bikin. Rê nade malbat û dost cenazeyê xwe bibin. Li cîhanê tişteke wiha nayê kirin. Polîtîkayeke pir hovane ye. Gelê Kurd li dijî vê polîtîkayê çawa têkoşîn dike, zindan jî wiha têkoşîn dike. Nikarin vîna wan bişkînin. Ji ber ku nikarin vîna wan bişkînin, qanûna poşmaniyê pêşxistin; eger ku hûn dixwazin derkevin divê vê qebûl bikin. Dibêjin ku hûn vê qebûl nekin, em rê nadin ku hûn derkevin deve; dikujin. Bi vê jî dixwazin encamê bigirin. Eger ku polîtîkayên qirkirinê nekiriban hedef, wê li zindanan ev polîtîka nexista meryetê. Çawa ku li Zapê li ber gerîla ti encamek bi dest nexistin, vînê nikare bişkîne, derbên xurt dixwe, ji ber vê ketiye panîkê, çekên kîmyewî bikar tîne, li zindanan qanûna poşmaniyê û qetlîamê pêş dixe.

Berxwedana gerîla û zindanan hev temam dikin

Ev çi dide nîşandan? Ev jî dide nîşandan ku dewleta Tirk encam negirtiye, têkoşîna li ber wê mezin dibe, derbê dixwe. Her diçe mehkûm windakirin û ketinê dibe. Bi vê tirsê vî karî dike, vê polîtîkayê pêk tîne. Dibêjin, me Kurd winda kir, em çi bikin nikarin encamê jê bigirin. Ji ber ku hemû derfetên xwe bi kar anî, encam negirtin. Vê carê çi dike? Bi çekên kîmyewî dike, bi destê hiqûqa jovantiyê dike… ew jî dema fêde nekir, bi qetilkirin, darvekirin, dixwaze bigihêje encamê. Ji ber vê yekê hevrêyên li zindan, li dijî qirkirinê li ber xwe didin, silav dikim, rêzên xwe pêşkêş dikim. Ew kevneşopiya zindanan a Tevgera Apoyî esas digirin û birêve dibin. Wê kevneşopiyê felsefe û îdeolojiya Rêber Apo pêş xist. Ew kevneşopî ruhê Newrozê pêş xist. Niha ruhê Rêber Apo yê bi Newrozê re kir yek, ew li zindanê pêş dixe. Hem jî di nava şertên pir zor û zehmet de pêş dixe. Baweriya min heye, berxwedana li zindanan wê polîtîkaya dewleta Tirk a li zindanan pêş xistî, têk bibe. Çawa ku gerîla ew têk bir, wê ew jî yên li eniya xwe têk bibe. Bi vî rengî berxwedana gerîla û zindanan hev temam dike. Ev ruh di nava gel de bihêz dibe. Hêviya li nava mirovahiyê mezin dike. Hovîtiya dewleta Tirk li ser gelê Kurd pêk tîne dibîne; ya li ser gerîla û zindanan dike dibîne û li ber vê jî gelê Kurd serî natewîne, bi lehengî û fedayî têkoşîn dike, ev jî hêviyek mezin dide wan. Divê ev yek bidome.

Vîna gelê kurd wê neyê şikandin

Dewleta Tirk û hevkarê wê PDK, NATO, Emerîka, Îngîltere, Elmanya, Îsraîl… ên li pişt vê, divê ev bizanin ku çi dikin bila bikin, wê nikaribin vîna PKK’ê, gerîla, hevrêyên li zindanan û gelê Kurd bişkînin. Her ku ew bixwazin bişkînin, wê hêrsa gelê Kurd hê bêhtir mezin bibe, wê hêrsa PKK’ê xurtir bibe, wê ev yek wana bişkîne. Ji ber vê têkoşîna me dikin, wê tenê serketina gelê Kurd neîne, wê serketina gelên Rojhilata Navîn bîne. Em dixwazin hêvî û bendewariyên mirovahiyê pêş bixin. Li ser vî bingehî têkoşîn dikin. Her çendî berdêla vê giran jî be, ev bî berdêlî didin. Berê jî me da, niha jî didin; sibe jî bidin. Wê kes nikare vîna me bişkîne. Ên dawî winda bikin wê ew bin. Gelê Kurd wê mezin serbikeve. Wê ev yek mezin bi herkesê jî bide qezenckirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar