Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Cenazeya Çinar di bin dorpeça leşkeran de hat veşartin

Medya Çinar ku li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê li dijî tecrîdê çalakiyeke fedaî pêk anî, di bin dorpêça leşkeran de li gundê Margîkê ya Qosera Mêrdînê hat definkirin

Cenazeya Medya Çinar ku li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyeke fedaî pêk anî, ji aliyê malbata wê ve ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hat girtin. Malbatê cenazeyê di bin dorpêça wezayîtên zirxî birin gundê Margîkê ya Qosera Mêrdînê û leşker nehiştin tu wesayît bi cenazeyê re biçe gund. Jixwe beriya hatine cenazeyê rêya gund ji aliyê leşkeran ve hat girtin û dorpêçkirin. Her wiha parlamenterên HDP’ê jî di nav de welatiyên ku xwestin tev li merasima cenazeyê bibin ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin.

Leşker bi hinceta fermana walîtiya Mêrdînê nehiştin parlamenter û welatî tev li definkirina cenazeyê bibin. Parlamenterên ku xwestin biryara walîtiyê bibînin, leşkeran diyar  kirin ku niha nikarin nîşanî wan bidin û gotin ku destûrê nadin ku derbasî gund bibin. Piştî vê yekî di navber parlamenter û leşkeran de nîqaş derketin û li ser vê yekê vê carê leşkeran îdia kirin ku malbat naxwaze kes tev li merasîma cenazeyê bibin.

Di navbera nîqaşan de leşkeran bi gotina ‘Dewlet qedexe danî. Em dewletên’ û parlamenteran bi ‘provakasyonê’ sûcdar kirin. Li ser vê yekê parlamenteran bi gotina ‘hûn terorîstên bi çek in’ bertek nîşanî leşkeran dan.

Cenaze hat definkirin

Piştî van nîqaşan, bi sedan kesên hatin gund li têketina gund sekinîn. Cenaze li goristana gund hat definkirin. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar